Şêx Abdusselam Barzanî II. Mîmarê Mala Kurdî yê Modern e!
Şêx Abdusselam Barzanî II. Ehmedê Xanî yê 122 sal berê ye!
”Vî zemanî, her kesek mîmarê dîwarê xwe ye!”
”Ey heweskar, bê daxwaz ji evînê parek hêvî meke!”
(Ehmedê Xanî)

Şêx Abdusselam Barzanî II. (1868 - 1914), di 1903yan da dema bavê wî Şêx Mihemed diçe ser dilovanîya xwe; ew rêvebirîya malbatê digire ser xwe ku emrê wî 35 salî bûye. Ji ber ku ew di malbatê da birayê herî mezin e û ji wî biçûktir çar birayên dî jî hene; Ahmed, Mihemed Siddîq, Babo û Mele Mistefa. Li gora kultûra malbatê, ew mecbûr e ku rêvebirîyê bigire destê xwe. Lê pir balkêş e ku di wî emrî da dest bi hin karên civatî dike ku her yek ji wan karan, ne tenê li herêmê, li seranserê cîhanê wek şoriş û reformên pir mezin divê werin bi navkirin ku emsalên wê demê di nav civata kurd da qasî ku em pê dizanin, hema hema qet tune ne. Karên ku Abdusselam ji civata xwe û derdora xwe ra kirîye, bi kurtî û bi xetên qelind mirov dikare weha rêz bike:
1.Mulkîyeta şexsî ya taybetî ji meydanê tê rakirin û erd li xelkê tên belavkirin ku ew jî li gora prensîbên wekhevîyê pêk tên. Di wê çarçoveyê da Abdusselam Barzanî II. jibo malbata xwe jî perçeyek erd digire ku ew jî wek hemî malbatên dî bûye xwedîyê wê parê. Di belavkirina erdan da nufûsên her malbatê li ber çav hatîye girtin da ku edlayî li gora wekhevîyê were şûnê. Balkêş e van kirinan di 1903yan da li Herêma Behdînan çêdibin û li Rusyayê jî Şorişa Oktobirê ku di bin pêşevatîya Lenin da di 1917an da çêdibe; Lenîn û hevalên xwe di qada navberneteweyî da wek komunist tên naskirin û binavkirin. Tê zanîn ku li Yekîtîya Sovyetan hewildanên Solhoz û Kolhozan jî çêbûne ku li xizanan erd hatine belavkirin, kooperatif hatine çêkirin da ku pêdivîyên pêşketinê yên civatî bi serkevin. Yanî eger Abdusselam li welatekî serbixwe wan hewildanan çêkiribana, ew jî dê wek komunistekî bihata naskirin û navdarîya wî dê li hemî cîhanê bihata belavkirin. Guman tune ku eger K. Marx û F. Engels li jîyanê bana û Manifestoya Komunistî ji nûve binivîsandana (di 1848an da derçûye), wan dê Şêx Abdusselam, wek komunistekî herî navdarê cîhanê îlan bikirana û bi dinyayê bidana naskirin.
Ev hewildana Şêx Abdusslem, li hawirdorê tesîrên pir mezin çêdike. Gelek şêx û axayên xwedanê erdan, ji wan hewildanan zêde aciz dibin û nerehetîyên xwe didin xuyakirin. Lê jibo tebeqeyên jar, feqîr, xizan û bindestan jî ew hewildan dibin sedemên şayî û kêfxweşîyan. Loma di nav wan tebeqeyên civata kurdî da hezkiroxên Abdusselam her diçe zêde dibin û geş dibin, xurt dibin. Ev dibe yek ji wan sedeman ku bîrûbawerîya xelkê herêmê jibo malbata Barzanîyan ku ew di heman demê da jibo dahatuya têkoşîna Barzanîyan li dijî Osmanîyan, xurttir dibe, qeîm dibe, mayînde dibe. Wek pratik nîşan daye, Abdusselam Barzanî, bi kirinên xwe, felsefeya Ehmedê Xanîyê nemir xistîye nav jîyana herêmê (wek Zaxo, Duhok, Amedîye, Akre û Şengal).
Mirov dikare bi hêsayî bêje ku Abdusselam Barzanî, prensîbên Peyva Pêşîyan a kurdî ku;”Tu nanê kê bixwî, tê şûrê wî bikêşînî” dibêje, xistîye nav jîyana civatê ku hawirdorên wî nebin xulamên bîyanîyan û bi civata xwe ra lihevhatî bin. Ev peyva pêşîyên me, mirov dikare bêje ku dibe prensibeke bingehî yê civatê ku K. Marks, li ser wê Das Kapitalê nivîsîye ku hîmê sistema ekonomîyê nîşan daye. Abdusselam jî bi reformên erdan, hîmê civata xwe afirandîye û wekhevîyê di nav civatê da kirîye esas ku ew jî bi xwe ra demokrasîyê jî hînê civatê kirîye. Di vê çarçoveya civatî da em dikarin li jêr li malikên Mem û Zînê binêrin:
”Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger
û em hemî li pey hev biçûna eger
Rom û Ereb û Ecem bi temamî
hemîyan dê ji me ra bikira xulamî
me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe
me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe
Hingê dê ji hev bihatina kifşkirin peyv û gotin
kesên xwedîhuner û hêgin jî dê bihatina bijartin.” (13)
”Li vir, divê em li ser nuqteyek çend rêz binivîsin û wê nuqteyê zelal bikin. Ew jî, ew her du malik in ku Xanî di wan da gotîye ”Rom û Ereb û Ecem bi temamî / hemîyan dê ji me ra bikira xulamî”. Dibe ku ev peyv ji alîyê hin kesan ve şaş bê famkirin û bi wê şaşmayîyê bê gotin, qey Xanî bi wê peyva xwe nejadperestî û rehkarî kirîye yan jî xwestîye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin.
Lê belê daxwaz û xwezîya Xanî ne ew bûye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin. Wî li vir awayê mubalaxayê bi karanîye û bi wî awayî xwestîye ku giringîya yekîtîyê bide zanîn; xwestîye bide famkirin ku mirov dişê bi yekîtîyê bigîje amanca xwe, tewr tiştên bêmikun jî bi destê xwe bixe. Wek ku kesek bêje ”eger ev qas diravên min hebin, ez´ê bikarim welatek bikirim”, mana wê peyvê ne ew e ku bi rastî welat bi diravan tên kirîn û firotin; her kes dizane ku çu welatek bi diravan nayê kirîn û firotin. Lê belê mana wê peyvê ew e ku ”mirov bi diravan dikare gelek tişt bike û gelek tişt bi destê xwe bixe”. (14)

