Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Bextê Romê Tuneye…

A+A-

Cano AMEDÎ

Gotinek pêşîyan heye, dibejin: “Roma reş pê li kîjan erdî bike, li wir gîya hêşîn nabe!”

Xuyaye çand û fenên Roma reş civat dîl girtîye û rê li ber deng û qêrînên ûjdanê asê kirîye.

Bêdengî, bêhelwestî, bêhêvîtî û bêaqûbetî weke bahoz û tofanên zivistanê koma murîdan xistîye demsalên “xewa şêrîn.” Bêmecalî, bêtaqatî her diçe weke zivistanên dijwar bêçaretîyê derdixe holê…

Bextê Romê Tuneye…

Bapîrên me her tim vê rastîyê digotin…

Do jî wusa bû, îro jî wusa ye, wê sibê jî wusa be. Ev çand, çanda talan û dizîyê ye. Ev çand, hişmendîya qirkirinê, tune kirinê û bêbextîyê ye.

Bila tu kes xwe û derdora xwe nexapîne!

“Rîh dibe bihost lê dijmîn nabe dost!”

Roma reş, an jî bermayên Moxolan li ser bingeha tecrubeyên Bîzans, Selçûkî, Osmanî û pratîka Îttîhad-Terakki tevdigerin, helwest digirin û dixapînin…

Divê hemû alîyên Kurdî vê rastîyê bibinin û li gorî vê rastîyê tevbigerin. Hemû beşên milletê KURD heta ku vê rastîyê nebînin û bi hişmendîya netewî tevnegerin wê nebîyên Cemal, Talat û Enwer Çîrokên xapandinê li hev zêde bikin.

Ji ber bêaqûbetîya me, wê di rûpelên dîroka milletê me de, hejmara trajedî û tekçûnan lê zede bikin. Dîrok û tecrubeyên borî li holê ne. Pêwist nake em wan rûpelên xemgînîyê, êş û elemê ji hevre dest nîşan bikin.

Hewce nake em mijar û mînakan dubare bikin. Em hemû baş dizanin ku di siyaseta netewî de her tim pêwistî bi stratejîyek milî, bi kar û xebatên hevbeş heye. Li ser bingeha berjewedîyên netewî, pêwistîya milletê KURD bi têkoşînek milî, bi tifaq, hevkarî û fedakarîyek netewî heye.

Doza netewî ne lîstokek Şanoyê ye ku listîkvan li ser dikê ji xwe re “rol bidizin” an dijberîya hev bikin. Doza netewî bi metodên siyaseta rojane, bi hêvî û parastina konfora kesayetî, bi hişmendîya rê û rêbazên ideolojîk bi ser nakeve…

Tecrubeyên ked û xebatên doyin daye îspatkirin ku heta em bi hevre ferî kar û xebatên hevbeş nebin, em bi hevre tifaq û hevkarîyan pêk neynin, emê her tim piştî felaket û lehîyan ji hevra çîrokên “xwezîya me bikira” bibêjin.

Ji bo dem û salên me bi “Xwezîya” derbas nebe, divê em bi hişmendîya netewî tevbigerin û rê li ber têkoşîna milî xweştir bikin. Ji bo wî jî divê, di navbera dîwarên asê de em xwe asê nekin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin