Rohat DENÎZ

Rohat DENÎZ

Niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Dagîrkirina Başûrê Kurdistan ji alî dewleta Tirk ve PKK aciz nake

A+A-

Rohat Denîz

Bi piranî şerê Turkiyê û PKKê di nava herêma Başûrê Kurdistanê de dom dike, li gor xwestina Apo û dewletê. Dewlet ji Kurdên Başûr û ji cihanê re dibêje; “Em li hember terorîstan şer dikin, terorîst li vir bi cih bûne, heta em koka wan paqij nekin em dev ji wan bernadin.” (PKK tu car ji gotina “terorist” aciz nebûye.) Dewleta Turkiyê li Başûrê Kurdistanê qaraqolan ava dike, deverên staratêjîk dagir dike. Ev yek qet PKKê eciz nake.

Ka em binerin berpirsiyarên Herêma Kurdistanê çi gotine!

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzanî di derheqê PKKê de wiha dibêje:

Me bêhtir ji hemî kesekî xema milet û axa Kurdistanê heye. Em bawer nakin tu kes ji me xemtir hebe, evru tundiyê li ser navê Kurdî li me bike. Eger wekî Kurdên din, bi mêvanî werin Kurdistanê, bixêr û ser sera û çava. Bes eger bê, wekî desthilatdar û bi çek tadayê li hemwelatîyê me bike, nehêle gundiyên me herin gundê xwe, nehêle cotyarên me zevîyên xwe bikin, dadgehan amade bikin û gelê me ceza bikin, bacê ji xelkê wergirin, zehmetîyan li xelkê bikin. Bê tu sebeb ku cêşa Turkî bikşine Kurdistanê, PKK nebûya, cêşa Turkî nekarîbû bihata Kurdistanê. PKKê li vêderê, kîderê rizgar dike? Welatekî rizgar, pêwistîya wê bi rizgarkirina PKKê tune ye. Ew dibêjin nabe di vê xakê de pêşmerge hikim bikin.

Mayin di rêya de çikandin, roket avêtin maşînên pêşmergeyên asayişê, pêşmerge şehîd kirin. Rast e şerê Kurd û kurdan, wekî dibêjin “birakujî” ye. Bira ew bira ye qedrê birayê xwe bizane. Hişmendiyek avakirine ku, kî PKKê rexne bike, wekî evana dijî Kurdayetîyê ye. Ne wiha ye. Em Kurdayetîyê dikin. PKK Kurdayetîyê nake.

PKK çi kirîye? Yek destgirtiyê PKK nine heta roja îro, bêjin PKK felan xêr bi vî miletî kirî ye. Me şerê biratîyê navê, lê ev Kurdistana bi xwîna hezaran civanên Kurd ava bûye, em nikarin ji PKKê re bikin qurbanî.  (Barzanî, M.)

Celal Telebanî jî dibêje:

Piştî dagirkerîya Iraqê, li Behdînan hinek belge ketin destê me. Di van peymanan (belgeyan) de bi hevre li hember pêşmergeyan operasyon hatibûn îmzekirin. Di wan de, peymanên PKKê bi artêşa Iraqê re hebûn. Gelek belge ketin destên me. Peyman tev bi konseya PKKê û payebilindên artêşa Iraqê re hatibûn îmzekirin. Di van peymanan de, wê PKKê agahî tomarbikira û ji bo her operasyonekê pere û çek bistenda. Kider vana Kurd e? Pêşmergeyên ku ji bo namus û şerefa xwe şer dikirin, ji bo şehîdkirina wan tê bi neyaran re tifaqê bike, ma ev e Kurdîtî û Kurdistanî? (Telebanî C,)

PKKê bi dewleta Suriyê re jî peyamanek bi vî şiklî kirîye:

Di Pirtûka Mumtaz Kotan ya bi navê, “Yenilginin Izduşumu” de mikurhatina Apo ya Îmraliyê bi vî şiklî nivîsandîye:

Berî sala 1984an, ji bo em li hember Turkiyê çalakiyan bikin, em bi dewleta Suriyê re ketin hevdîtina. Hevdîtin bi rêya endamê ‘Mixaberatê’ bi navê Axa (Merwan Zirkî) dihat kirin. Li Suriyê, li çend deveran teqemenî çêbûn. Turkiyê berpirsiyar dihat dîtin. Ji ber vê yekê em û Suriyê nêzîkî hev bûn. Ji bo ku em li hember Turkiyê çalakiyan bikin nêzîkî me bûn. ‘Mixaberata’ Suriyê ji bo çalakiyên me; wê bihîşta em li Suriyê bimînin, wê alîkariya me ya siyasî, eskerî bikira, nasnameyên sexte ji me re derxista û ji bo derbasbûna di sînoran re wê bibana alîkar. Ji bo komên çekdar yên wê derbasî Turkiyê bibin, bi rêya videoyan erdnîgariya herêmê bi wan dida nasîn. Armanç herêmê bi hêzên lêşkerî bide nasîn. Alîkariyên mezin bi me re kirin. (Kotan, M. 2003)  

Elî Ewnî jî bilêv dike ku:

Tu kes nikara me, bi biratîya gelan û demokratikkirina deverê bixapîne. Bêje: “Dewleta neteweyî eyb e!”, ger dewleta neteweyî eybe, çima dewleta Fransa, Çîn, Amerîka, Rûs… û gelek neteweyên din hene. Dewleta netewî eyb nîne, ya eyb; neheqî, zilm û zordarîya li ser gelê me ye. Ocalan dibêje: “Ev tiştên li Başûrê Kurdistanê diqewime, xencerek zingarî di pişta gelan de ye. Wezîfa me, em nehêlin ev xencer li pişta gelan keve. Niha PKK xwe di vî rolî de dibine. Hebûna herêma Kurdistanê, avabûna dewleta Kurdistanê, statûyek bo Kurdan, xencerek li pişta wan dikeve.” Helbet em metirsî nînin bo tu kesî, em ne xencer in li pişta Tirka, Ereb û Eceman kevin. Em xencerek in ji bo zalim û dagirkerên Kurdistanê ne. Em birayê miletên wan in. Di bin zilm û zora dagirkerîyê de xwestina biratiyê ji wan eyb e, ji bo me, yên dagirker pêwîst e biratîyê bixwazin.

Armanca PKKê roj bi roj Tirka bikşînin Kurdistanê. Me ji wan xwest, me go Artêşa Tirk wê were Metînan, bihêlin bila pêşmerge werin. Gotin, na! Em wê deverê ji Tirka re dihêlin, lê ji we re qet nahêlin. Dîsa me got, em werin Zinarê? Gotin ger hûn werin Zinarê, emê qetlîamê bikin. Evaya rewşa wan e. Turkiyê û PKKê dest dane hev sînorê me tengtir dikin, ji hêla din Heşdî Şabî, Artêşa Iraqê eriş dikin, Îran her roj bombe baranan dike. Hinek partîyên Silêmanîyê tadeyê li gel dikin. Tev bi hevre dixwazin ev herêma me nemine. PKK û dewleta Turkiyê bi hevre wek şirîk ji bo destkeftîyên me ji holê rakin tevdigerin. Lê miletê me berxwedan daye ber xwe, me gelek qonaxên ji vê rewşê xerabtir dîtin û em biserketin, emê vê qonaxê jî bi ceribandinên xwe derbas bikin. Belê, PKK dixwaze şerê xwe û dewleta Turkiyê bine nava gund û bajarên me, li şuna ku vî şerî bibe Kûrahîya erdnîgarîya dewleta Turkiyê; wek Îstanbol, Izmir, Enqerê, Edenê, Zongûldakê û gelek deverên wekî din, zerar û zîyanê li aborîya wan bike, wek wezîfedar tine nav axa me. Wezîfeya wan ku destkeftîyên me di xeterê xine, karibin nehêlin û xera bikin. Ew bi xwe dibêjin, dewleta netewî şerm e, di exlaqê me de, di felsefa me de nîne.

Hin jî, hindek bêaqil ketine pey wan şîroveyên cuda û parêzerîya wan dikin. Kî çi dibêje bila beje, nêta wan ev e. Ew bi xwe dibêjin mabesteke me nîne, em dijî Kurd û Kurdistanê ne. (Ewnî, E. 2025)  

Apo, di yekê Hezîrana 1999an de li dadgeha Îmralîyê ji malbatên Tirkan ên ku di şer de hatibûn kuştin re axivî û wiha gotiye: “Ez dixwazim daxuyanîyek xurt ji bo malbatên rêzdar ên şehîdan bikim. Ez bi dil û can xemgînî û êşa wan parvedikim. Dîsa, ez ji wan lêborînê dixwazim, ji ber para xwe ya berpirsiyarîyê.” (Parastina Îmrali, 1999) Lêborina Apo, ya duyem jî bi vî şiklî ye: “Ji ber çanda nêçirvaniyê ya ku di zaroktîyê de, ji ber ku di genên min de hebû, dihişt ku ez bêhtir nêçira çûkan bikim, serê wan jêkim, ew heywanên ku min bi fenekî nêçîra wan kiriye û kuştiye; ez ji wan tevan lêborina xwe dixwazim. Dixwazim bi vî awayî dest bi jiyanek nû bikim.”(Ocalan. E. 2004)

Eşkere bûye ku piştî 47 salan, PKKê û serokê wê wêraniyeke mezin bi ser gelê Kurd de anîye. Gelê Kurd ji ber hestên xwe yên netewî alîkariyek mezin daye PKKê. Keçên xwe yên ku mala cirana neditine, xortên xwe yên ku ji gund derneketine û yên jir û zana jî tev, bêfikar şandin serê çiyan, yan jî ji çûna wan re çavên xwe girtin. Çiqas kes hatine kuştin ne diyar e; di nava pêncî û sed hezar tê bilêvkirin, çar-pênç hezar yên qesasê wan nediyar kuştî, sê-çar hezar gundên hatine xerakirin/şewitandin, bi milyona kesên hatine girtin, bi milyona kesên ji welêt koçber bûne, ji xwe yên birîndar û seqet hêjmara wan gelekî zêde ye û yên di nava rêxistina PKKê de û yên li derveyî rêxistinê bi neheqî hatine kuştin û yên li Başûrê Kurdistanê û yên rêxistinên din hêjmara van kesên hatine kuştin kes nizane. Sebebê van wendahiyan tev Apo ye. Lê Apo, ji vana tu kesî lêborin nexwest. 

Önceki ve Sonraki Yazılar