Hegseth: Em êrîşên ser Kurdistanê ji nêz ve dişopînin

Hegseth: Em êrîşên ser Kurdistanê ji nêz ve dişopînin

.

A+A-

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth, îro 24ê Nîsanê li Washingtonê ragihand ku wan ferman daye Hêza Deryayî ya Amerîkayê ku bê dudilî êrîşî her cûre belem û keştiyên li Tengava Hurmizê mayînan diçînin bike.

 Hegseth derbarê êrîşên milîs û artêşa Îranê yên bi ser Herêma Kurdistanê de jî diyar kir ku ew êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin.

Hegseth tekez kir ku "mijarên serekî yên rêveberiya Trump" rêgirtina li gihîştina Tehranê ya bi çekên nukleerî ye û bang li rêveberiya Îranê kir, vê derfeta mezin bikar bînin û peymaneke "baş û cidî" îmze bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin