
Qubad Talebanî: Em dixwazin bibin hinardekarên kareba û xwarinê
.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di dema beşdariya xwe ya li "Foruma Aboriyê ya Delphiyê" ya li Yûnanistanê, peyamek arasteyî civaka navneteweyî kir. Talebanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê sermayeyeke giring e ji bo aramî û bipêşketina Rojhilata Navîn. Talebanî daxwaz ji welatan kir ku "bi me re biaxivin, ne li ser me." Her wiha wî ronahî xist ser stratejiya aborî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo qonaxa piştî petrolê û armanca wan a ji bo bûn bi hinardekarê kareba û berhemên çandiniyê.
Rola Herêma Kurdistanê di Rojhilata Navîn a tijî krîz de
Qubad Talebanî qalî pêgeha cografî ya hestiyar a Herêma Kurdistanê ya di navbera çar welatên herêmê de kir û got, tevî ku Kurd wekî "şervanên serhişk" tên naskirin lê îro rola wan guheriye. Talebanî got, "Me hesta qurbanîbûna pêşeroja xwe derbas kiriye û niha bala me li ser bipêşketina aborî ye; em dixwazin bibin pirek, ne qada şer."
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi rola erênî ya Herêma Kurdistanê ya di piştgirîkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, hewldanên ji bo tevlîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de û her wiha pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê li ser bingeha destûr û federalîzmê kir.
Talebanî ragihand, Herêma Kurdistanê rê li ber wê girtiye ku Kurdên Rojhilata Kurdistanê di şerê navbera Amerîka û Îranê de "zererê bibînin." Li ser wî şerî jî got, "Me ji roja yekem ve gotiye û em gelekî şefaf bûn: Em ne beşek in ji vî şerî û nabin beşek jê jî."
Veguherandina gazê ji bo karebayê û hinartina wê
Li ser pirsa li ser stratejiya enerjiya Herêma Kurdistanê, bi taybetî di demekê de ku girtina Tengava Hurmizê zerer daye aboriyê, Alîkarê Serokwezîr qebûl kir ku Îraq û Herêma Kurdistanê hîn nikarin dest ji petrolê berdin lê plana wan heye ku dahata wê ji bo geşkirina sektorên din bi kar bînin.
Qubad Talebanî derbarê xezîneya gazê de, bi taybetî li parêzgeha Silêmaniyê jî got:
"Stratejiya me ji roja yekem ve ew bû ku em gazê veguherînin karebayê. Em di wê baweriyê de ne ku bi qasî pêdivî gaz bi me re heye da ku em bibin hinardekarekî karebayê ji bo tijîkirina kêmasiyên herêmên din ên Îraqê û herêmê jî."
Qonaxa piştî petrolê: Herêma Kurdistanê dibe selika xwarinê
Qubad Talebanî li ser berfirehkirina aboriyê, amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê xwediyê "axeke çandiniyê ya herî bi ber" e û plan ew e ku bibin "hinardekarê xwarinê, sewze û fêkiyan" ne tenê ji bo Îraqê lê ji bo derve jî.
Alîkarê Serokwezîr berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bi yên Yûnanistanê re da ber hev û got: "Zeytûnên me jî gelekî baş in, dibe ku ne bi qasî yên Yûnanistanê baş bin lê baş in. Hinar, hingiv û gûzên me gelekî baş in. Bi weberhênan û stratejiyeke dirûst, berhemên Kurdan dikarin bi lez bigihîjin bazarên navneteweyî." Talebanî got, wextê wê hatiye ku ji "şiyana veşartî" bibin rasteqînî û welatên herêmê dikarin sûdê ji vê bipêşketinê werbigirin.
Hevpeyvîna bi Qubad Talebanî re wisa ye:
Qubad Talebanî: Spas ji bo Foruma Aboriyê ya Delphiyê û hevalê min ê ezîz Simon ku ducare ez dawetî vir kirim. Ez dibînim ku hûn ji min bêzar nebûne; ev jî nîşaneke baş e. Her wiha min dixwest spasiya hemû wan kesên li Delphiyê amade bûn bikim ji bo mazûvaniya yekemîn Foruma Aboriyê ya Delphiyê li Silêmaniyê. Serkeftineke mezin bû. Em bi kelecan li benda mazûvaniya duyem a forumê ne di meha Hezîranê de. Nexwe, ev bangeşeyek e ji bo Foruma Delphiyê ya li Silêmaniyê. Em li bendê ne ku pêşwaziya we bikin û li wir bibin mêhvanên me. Li wir em dikarin zêdetir li ser wê biaxivin ka Kurd kî ne.
Ez bawer nakim îro di vê panelê de wextê me yê bes hebe da ku dîrokeke temam pêşkêşî we bikim—7,000 sal ku em kî ne û me çi kiriye. Lê niha, em di nava gelek pirsan de ne. Wekî Kurdekî Îraqê, em di navbera Îran, Tirkiye, Sûriye û herêmên din ên Îraqê de ne ku wekî hûn di nûçeyan de dibînin, di van demên dawî de gelek aloz bûye. Rast e em wekî şervanên serhişk tên naskirin û me di çend deh salên borî de şerên baş kirine lê em ji tenê "şervan"bûnê zêdetir in. Em di asta stratejîk, siyasî, aborî de, bi rêya kanalên dîplomatîk û nefermî di gelek eniyan de beşdar in lê hemû ji bo yek armancê ne: aramî, bipêşketin û dûrketina ji şer, nakokî, bêaramî û alozî. Em hewl didin lê cografya di vê erkê de nabe alîkarê me.
Pirs: Baş e, şerê Îranê çi bandor li ser Herêma Kurdistanê kiriye?
Qubad Talebanî: Şer bandoreke zêde li ser me kiriye. Ji ber ku gelekî nêzîkî me ye û em di navbera du qewareyan de ne ku pêwendiyên me yên kûr bi wan re hene. Bandora aborî û ewlehî li ser me hebûye, lê bandoreke derûnî jî wekî gelekî li ser me kiriye ku em beşek in ji welatekî ku di nav gelek şeran re derbas bûye. Li gel vê yekê, em destevala rûneniştine. Em çi ji destê me tê dikin da ku piştrast bin ku dan û standinên navbera Amerîka û Îranê didomin û em pêşwaziya vê agirbestê dikin. Her wiha em geşbîn in ku ev agirbest dê wê atmosfera pêwîst amade bike da ku em bigihîjin peymaneke herdemî ku di encamê de aştî û bipêşketinê ji bo me bîne.
Pirs: Gelo ti metirsiyek heye ku Kurdistan were kişandin nava wî şerî?
Qubad Talebanî: Me ji roja yekem ve gotiye û em gelekî şefaf bûn: Em ne beşek in ji vî şerî, em naxwazin bibin beşek ji vî şerî û em nabin beşek jê. Em hemû şiyana xwe bi kar tînin ji bo parastina welatiyên xwe, ji bo parastina Kurdistanê, ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê û wan tiştên ku me di nava gelek salan de ava kirine. Li gel vê jî, em amade ne ku bibin pirek, ne qada şer. Me di du mehên borî de çend caran rê li ber rûbirûbûnan girtiye û em dê li ser rola xwe ya erênî di vê rêyê de bidomin.
Pirs: Ez pir dixwazim zêdetir li ser vê mijarê kûr bibim lê wextê me nîne. Loma ez dixwazim piçekî li ser Sûriyeyê biaxivim. Mebesta min ew e, tiştê li Sûriyeyê qewimî û diqewime, çi bandorê li Kurdistanê dike? Hûn pêşhatên dawî çawa dinirxînin?
Qubad Talebanî: Binêre, tabloya Rojhilata Navîn diguhere. Bi berdewamî tê guhertin. Lê tiştekî sabit heye: Kesên ku jê re tê gotin Kurd hene. Em li Îranê ne, li Tirkiyeyê ne, li Sûriyeyê ne û li Îraqê ne. Niha pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê heye ku hikûmeta Tirkiyeyê, partiyên mixalefetê, Parlamentoya Tirkiyeyê û piraniya hêzên siyasî piştgiriya pêvajoyekê dikin ku dawî li şerekî 40 salî yê navbera PKK û Tirkiyeyê tîne. Ev geşedaneke erênî ye. Em piştgiriya vê geşedanê dikin û dixebitin da ku em piştrast bin ku bi ser bikeve.
Mijara Sûriyeyê nûtir e. Hikûmeta Sûriyeyê hîn mijûlî rêxistina xwe ye. Em dixwazin bibînin ku Kurdên Sûriyeyê bi temamî tevlî civak, hikûmet, aborî û dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê dibin. Kurdên Sûriyeyê di xetên pêşîn ên şerê li dijî terorê de bûn. Wan mil bi milê Amerîka û hevbeşên din ên navneteweyî li dijî DAIŞê şer kir. Xelata wê wêrekiyê nabe bibe piştguhkirin û nabe ji dewletê werin dûrxistin. Berovajî vê, xelata wê rolê divê dayîna roleke pêşeng û kursiyek be li ser maseya biryardanê ya li Şamê.
Pirs: Nexwe cografya her tim nabe alîkar lê mebesta min ew e, tu pir caran Kurdistanê wekî xwedî pêgeheke stratejîk di Rojhilata Navîn de pênase dikî. Baş e ev yek di warê siyasî û pratîkî de îro bi çi wateyê ye?
Qubad Talebanî: Ez bawer dikim dema tu lê dinêrî, eger tu 30 sal berê li Kurdan binerî, em civakek bûn ku em qurbanî bûn. Dibe ku yên din em wekî pirsgirêkek an serêşiyek pênase kiribin. Lê îro, em ne ti ji wan in. Me hesta qurbanîbûna pêşerojê derbas kiriye. Em bala xwe didin bipêşketina aborî, em dixwazin bibin pirek, piştgiriya pêvajoya aştiyê ya navbera PKK û Tirkiyeyê dikin, piştgiriya tevlîkirina Kurdên Sûriyeyê di Komara nû ya Sûriyeyê de dikin. Ez dixwazim bêjim ku me alîkarî kir da ku rê li ber zererên mezin ên li ser Kurdên Îranê were girtin di vî şerê navbera Amerîka û Îranê de. Di heman demê de, em roleke sereke di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de dilîzin, hikûmetek ku rêz li destûra xwe bigire, pêbend be bi bingehên federalîzmê û piştrast be ku polîtîkayên welêt xizmeta hemû xelkê welêt dikin û Îraqê dixe ser rêya rast.
Pirs: Piraniya xelkê, mebesta min ew e ku Îraq û Kurdistanê wekî welatekî dewlemend bi petrolê dibînin. Loma enerjî mijareke sereke ye lê stratejiya we çi ye, bi taybetî dema mijar dibe gaz? Çimkî ez bi başî dizanim ku Silêmanî yek ji dewlemendtirîn cihan e di warê gazê de. Baş e stratejiya we ya li ser enerjiyê çi ye?
Qubad Talebanî: Petrol ji bo aboriya Îraqê gelekî pêwîst e, ji ber wê ye dema Tengava Hurmiz tê girtin, aboriya Îraqê bi giranî zererê dibîne, her wiha ya Kurdistanê jî. Her çend em hemû dixwazin ji petrolê dûr bikevin lê rastî ew e ku em jê dûr nakevin. Lê tiştê em dixwazin bikin ew e ku em petrolê wekî çavkaniyeke dahatê ji bo piştgirîkirina sektorên din bi kar bînin: Çandinî, geştyarî, pîşesaziyên çandiniyê û gelek warên din ên pîşesaziyê ku şiyaneke wan a mezin a bipêşketinê heye.
Te behsa gazê kir. Belê, Kurdistan bi gazê dewlemend e û Silêmanî jî pir dewlemend e. Ji bo me, stratejî ew e ku em aboriya xwe ya navxweyî pê xurt bikin, sektora karebayê pê bihêz bikin û stratejiya me ji roja yekem ve ew bû ku em gazê veguherînin karebayê. Em di wê baweriyê de ne ku bi qasî pêdivî gaz bi me re heye da ku em bibin hinardekarekî karebayê ji bo tijîkirina kêmasiyên li herêmên din ên welêt yan herêma ku em tê de dijîn. Ev stratejiya me ye û em ji bo bicihkirina wê dixebitin.
Pirs: Ew beşa herî balkêş e, pêngava ber bi qonaxa piştî petrolê. Me dît ku welatên Kendavê jî hewl didin aboriya xwe cihêreng bikin. Ez piştrast im hûn jî heman tiştî dikin. Baş e stratejiya we ji bo gihîştina vê armancê çi ye?
Qubad Talebanî: Aloz e lê sade ye jî. Alozî di wê de ye ku em qewareyekî nîv-serwer in di nav welatekî de ku her di qonaxa guherînê de ye. Lê stratejî sade ye. Em xwediyê axa herî bi berhem in li herêmê ku ev yek me dike jîngeheke guncav ji bo bipêşketina çandiniyê û pîşesaziya çandiniyê. Ne tenê ji bo xizmeta Kurdistanê lê ji bo xizmeta hemû welêt; ne tenê ji bo xizmeta Îraqê lê da ku em bibin hinardekarê xwarinê, sewze û fêkiyan.
Yûnanistan bi zeytûnên xwe navdar e. Zeytûnên me jî gelekî baş in! Dibe ku ne bi qasî yên Yûnanistanê baş bin lê ew jî pir baş in. Hinarên me, hingiv û gûzên me pir baş in. Gelek berhemên me hene wekî hejîr û berhemên din. Bi hebûna weberhênana dirûst, stratejiya dirûst û hevbeşiyên dirûst wekî yên em li vir li Yûnanistanê ava dikin, berhemên Kurdî dikarin pir bi lez bigihîjin bazarên navneteweyî.
Pirs: Mebesta min ew e, dema mijar dibe bipêşketina herêmî, geşedaneke we ya nû heye. Tu dikarî hinekî din li ser vê nêrîna me biaxivî?
Qubad Talebanî: Ji sala 2003yan ve, piştî rizgarkirina Îraqê, em hîn jî jê re dibêjin rizgarkirina Îraqê, çimkî ji bo me, em qurbaniyên hovîtiya Sedam bûn. Ji wê demê ve em mijûlî avakirina aboriya xwe û binesaziya xwe ne. Lê niha em pê li serdemeke nû dikin. Ji bo cara ewil piştî wextekî dirêj em hîs dikin ku stratejiyeke me heye. Em dizanin em dixwazin ber bi kû ve herin. Niha mijar li ser çêkirina hevbeşiyan e; dertketina ji rehenda navxweyî ya Kurdî û çêkirina hevbeşiyê bi welatên wekî Yûnanistan, Ewropa, Amerîka û hêzên herêmî re da ku em bigihîjin asta ku şiyana me heye.
Ez bawer dikim niha em gihîştine xalekê ku xelkê me çaverêyiya zêdetir ji me dike. Em nikanin tenê "şiyaneke veşartî" bin; divê em bibin rasteqînî. Ev jî tenê pêdivî bi wê heye ku em ji qisê derbas bibin û bi kiryar bixebitin.
Pirs: Di van salên dawî de min dît ku li Silêmaniyê şiyaneke pîşesazî ya mezin heye. Stasyonên karebayê û pîşesaziya polayî hene. Hûn bingehê datînin ji bo teşwîqkirina karsazî û teknolojiyê. Nexwe Silêmanî dikare bibe navenda herêmê?
Qubad Talebanî: Belê, em dikarin. Me bala xwe daye ser karsazî, dahênan, piştgirîkirina ciwanan, anîna hişê çêkirî ji bo nav karê birêvebirina me û rahênana nifşê nû yê ciwanan. Lê ji bo vegerim ser pirsa te ya berê, me demeke dirêj nûjenkirina bajarên mezin ên Kurdistanê kir: Hewlêr, Dihok, Silêmanî. Niha em li bipêşxistina gundan dinêrin. Çawa em dikarin ji bajarên mezin derbas bibin? Tu çûyî Silêmanî û Hewlêrê, divê tu serdana Dihokê jî bikî. Bipêşketina li bajarên mezin diyar e lê niha em dixwazin herin navçe û nahiyeyan. Çimkî kilîta vekirina şiyana rastîn a Kurdistanê li wir e; axa çandiniyê û bipêşketina pîşesaziyê li wir e. Li wir nifûsek heye ku dibe ku teknolojî an perwerdeya nû negehîştibê destê wan ku bi dayîna keredestên dirûst dikarin aboriya Kurdistanê mezin bikin.
Dûv re ew aborî ne dabeşkirî ye. Em li giravekê nînin. Divê em sûdê ji wan pêwendiyan werbigirin ku li gel welatên hevsînor hene. Em di hinek waran de xwedî hêz in û dikarin wan valahiyên li Îran, Tirkiye, Sûriye û herêmên din ên welêt hene tijî bikin. Em bi vî rengî pêgeha xwe diyar dikin. Em naxwazin bibin pirsgirêk, em ne gef in li ser serwerî û yekparçeyiya xaka ti kesî. Em sermaye ne. Ez bawer dikim em sermayeyek in ku wekî pêdivî sûd ji me nehatiye girtin.
We di vê forumê de gelek gotûbêj li ser şerê Îranê kirin lê kêm kes hene ku ji me baştir Îranê nas bikin. Nexwe ev derfetek e ji bo welatên ku bala wan li ser Rojhilata Navîn e: Werin bi me re biaxivin. Li ser me neaxivin. Gelek caran ez dibihîzim ku li ser me diaxivin; carinan bi erênî û carinan bi nerênî. Lê werin bi me re biaxivin da ku em ji we re bêjin Rojhilata Navîn bi rastî çawa ye. Ev ne Rojhilata Navîn a salên heftê û heştêyan e. Ev rewşeke pir cuda ye û piştî vî şerî dê hîn cudatir bibe. Em li vir in û amade ne bi her kesî re biaxivin.
Pirs: Madem em li Yûnanistanê ne, Yûnanistan çawa dikare sûdê ji vê sermayeya bi navê Kurdistan wergire? Min dît ku tu bi Alîkarê Serokwezîr û nîvê kabîneya Yûnanistanê re civiya. Nexwe rêya paşerojê ji bo pêwendiyên Yûnanistan û Kurdistanê çi ye?
Qubad Talebanî: Ez bawer dikim ev rêyeke du-alî ye. Em dikarin sûdê bidin hev û piştgiriya hev bikin. Ez dizanin ku Yûnanistan dixwaze li derveyî sînorên xwe rol bigire. Carinan bûn bi beşek ji wê qewareya mezin a jê re tê gotin Ewropa dibe ku giran be yan bibe asteng. Lê hikûmeta Yûnanistanê dixwaze bibe xwedî rol, dibe ku piştgiriya pêvajoya aştiyê bike yan piştgiriya peymana Amerîka û Îranê bike. Em dikarin alîkar bin.
Ji aliyê din ve, gelek tişt hene ku em dikarin ji bipêşketina Yûnanistanê fêr bibin. Çawa Yûnanistanê karî krîza xwe ya aborî bi rê ve bibe û ji wê wêraniyê derkeve û îro di çi astê de ye, ev tiştekî balkêş e. Divê Yewnanî bi vê yekê serbilind bin. Em jî wekî nimûneyekê lê dinêrin. Tiştê Yûnanistan di pêvajoya dîjîtalkirinê de dike giring e. Ez bi wezîrên we re civîyam ku bi bikaranîna teknolojiyê û dîjîtalkirinê ji bo baştirkirina xizmetguzariyan serbilind in. Em jî li Kurdistanê vê dikin. Dibe ku ne bi qasî Yûnanistanê bilez be lê em di pêvajoya dîjîtalkirina xizmetên hikûmetê de ne da ku şefafiyet hebe û burokrasî kêm bibe. Nexwe em dikarin ji we fêr bibin. Hûn jî dikarin sûdê ji sermayeyên me yên li herêmê û şiyana me ya axaftina li gel Rojhilat û Rojava werbigirin.
Di warê aborî de jî bi taybetî gava xeta asmanî ya Aegeanê geştan ji bo Kurdistanê dike, em hêvî dikin geşt zêdetir bibin. Geştên zêdetir yanî geştyarên zêdetir; geştyarên zêdetir jî yanî weberhênerên zêdetir û hevbeşiyeke xurttir.
Pirs: Wekî edet, xelk tên forumên navneteweyî û gotûbêjan dikin lê encameke berbiçav nabe. Lê beşdarbûna te ya li Foruma Delphi encameke berbiçav da, ew jî Foruma Delphiyê ya li Silêmaniyê ye. Nexwe weşana wê ya duyem 6ê Hezîranê tê kirin.
Qubad Talebanî: Belê, forumên me yên wisa li Kurdistanê hene lê ev cara ewil bû ku forumeke navneteweyî ya bi navûdeng li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Serkeftineke mezin bû û ez hêvî dikim ya bê hîn mezintir bibe. Nexwe hûn hemû bixêr werin. Em dixwazin Kurdistanê li ber cîhanê vekin, ne tenê bi rêya siyasetê, lê da ku gotûbêjên ciddî li ser bipêşketina herêmî û aboriyê bikin. Em dixwazin xelkê teşwîq bikin da ku ji wê wêneyê klasîk a li ser Kurdan derkevin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin