Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Dostê min ê hêja û Kurdperwerê qerardar Ehmed Sezer jiyana xwe dest da

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

Ez bi mirina wî gelek xemgîn im. Ew dost û rêhevalekî min ê gelek nêzik û hêja bû.

Ew kurdperwerekî gelek dilsoz bû û rêhevalê rojên zehmet bû.

Ew parezvanekî Rêbaza Barzanî û serxwebûnxwazê Kurdistanê bû.

30ae2816-fd24-4c47-bb8d-305dc3e92eaf-001.jpg

Ew di ciwantiya de hevalbendê PDK-KUK ê bû. Ji dema ku PAK û TDK bûn yek, ji wê demê de endamê Partiya Welatparêzên Kurdistanê bû.

Ew dostê her kurderwerekî û rêxistinên ji bona Mîletê Kurd û Kurdistanê xebat dikir bû.

Ew kesekî gelek ça lakvan û geke mutewazî bû.

Di nav şertên xwe yên gelek zehmet de, bi meş be jî xwe digîhand çalakiyên neteweyî û dostên xwe yên kurdperwer yên di tengasî de

Ew dijminekî radîqal yê Dewleta Kolonyalîst û APARATA DEWLETÊ PKKê bû.

Ew ji bona rewşa Bakurê Kurdistanê û kiryarên PKKê yên li Kurdistanê bûye sedeme jenosîda bîyolojîk, zimanê û çanda Mîletê Kurd, gelek xemgîn bû.

Ew hestên wî bû sedem ku mirina wî jî dramatîk be.

Ez ji bona malbata wî ya fedekar û kurdperwer û dostên wî û mîletê me sersaxî û sebrê dixwazim.

Ew dê her dem di bîra min de bijî.

Ew hest û kelecaniya wî ya kurdperwerî dê her dem li ber
mavên min be.

Diyarbekîr, 21.04.2026

Önceki ve Sonraki Yazılar