Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

LI PAYTEXTÊ REWŞENBIRÎ Û HUNERÊ LÊPIRSÎNA EXLAQ Û WÎJDANÊ

A+A-

Cano AMEDÎ

Îro li bajarê Amedê şîna Pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê hebû. Di dema rêzgirtina şehîdan de, wêneyên Xezal Mewlan Çeperabad, Nada Mîrî, Samira Allayarî û Şahîn Azerberzîn wekî reze fîlmekî di ber çavên min re derbas bû. Di heman demê de hevokên rûreşî, bêbextî, bêxîretî û bê exlaqî weke pêlên aşîtê bi ser hevda hat. Ez di derbarê mijarê diponijîyam lê ji nişkeva çîroka Mustafa Selîm hat bîra min.

Mustafa Selîm 27ê Adarê 2020 an de ji zîndanê revîya û derbasî bajarê Silêmanîyê bû. Lê mixabin asayîşa Silêmanîyê Mustafa Selîm radestî dewleta Îranê kir û Mustefa Selim 11 Nîsanê 2020 an de hat îdam kirin. Ew wêneyên ku li ber çavên min, çîroka Mustefa Selim rê li ber pirs û lêpirsîna exlaq, wîjdan û pîvanên mirovahîyê vekir.

Belê bûyera ku li Silêmaniyê qewimî divê ji alîyê civaka Kurd ve baş bê nîrxandin û jê encam bigirin. Pêşmergeyeke jin rastî êrîşên dewleta dagirker bû lê mixabin ji alîyê nexweşxaneya Silêmanîyê ve nehat dermankirin û piştî wefata wê jî destûr nehat dayîn ku li mizgeftê bê şûştin. Ev helwest, ev bûyer di wîjdana civakê de rê li ber travm û şikestinek dêrûnî vekir. Ji ber van sedeman ev bûyer ne tenê mijareke “prosedûrê” an jî “nîqaşeke herêmî” ye. Ev rewş; xaleke şikestinê ye ku tê de hiqûqa modern, urf û adetên kevnar, qaîde û ûsûlên dînê îlahî û ya herî girîng jî rûmeta mirovî ya gerdûnîye ku di warê exlaq de ketîye ber lêpirsînek wîjdanî.

Ev bûyer cardin nişan da ku di warê exlaq û mirowîyê de îflas kirina wijdanê ye. Em hemû baş dizanin ku rêgeza herî bingehîn a exlaqê, alîkarîkirina kesên hewcedar û rêzgirtina li miriyan e! Dîsa em hemû baş dizanin ku li gorî sonda Hîpokrat û pîvanên hiqûqî yên Dînî jî, bêparhiştina mirovekî ji derfetên dermankirinê, rabirdû an jî nasnameya wî/wê çi dibe bila bibe, rizîbûna nîrxên civakî û hilweşîna exlaqî ye.

Çanda pêkvejiyanê, qaîde û adetên civaka me, exlaq û nirxên mirovî, jiyanê pîroz dibînin; ev helwesta hişk a di dema mirinê û piştî mirinê de nîşan dide ku qîblenama (pisûla) wijdanê ya civakê şaş bûye. Helwest û dûrxistina terme jinekê bi nasnameya “Pêşmerge” ya ku ji bo welat xwe, ji bo nîrxên mirovahîyê bi bîr û baweriyek mezin têkoşiyaye, nîşaneya wê ye ku li şûna prensîba “mirov bide jiyandin da ku hişmendîya neteweyî xurt bibe û bijî”, lê mixabin ev bûyerên hane dide xuya kirin ku nîrxên mirovahîyê di bin desthilatdarîya komên mafya û tawanbaran de, di nav sînorên teng ên îdeolojîk de çewa tên bin pê kirin.

Baweriya Îslamê, karên cenazeyê wekî “ferzê kîfaye” dibîne û rûmeta mirî bi rûmeta saxan re wekhev digire. Mizgeft, mala Xwedê ye û milkê tu fanî an jî komî nîne. Qebûlnekirina cenazeyekê li mizgeftê ji ber sedemên siyasî an îdeolojîk, bi bingehên “rehm” û “wekheviyê” yên dîn re bi temamî li dij e. Bikaranîna mekanên dînî wekî amûreke dûrxistinê, siyasîkirina manewiyatê ye; ku ev jî xirabiya herî mezin e ku li baweriyê tê kirin. Xalek din jî ew e ku mesûlên wan mizgeftan ji nîrxên mirovî û ji rehmê bêparin. Ew xwe weke “pasdarên dagirkeran” dibinin û tevdigerin.

Li gorî pîvan û prensîbên dîroka mirovahîyê û hiqûqa navneteweyî, gihîştina xizmeta tendurustiyê û jê îstîfade kirin mafekî gerdûnî ye. Dermankirina nexweşekê ji ber nasnameya wê, binpêkirina yasayên herêmî û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Li dijî vê rastî helwest girtin an tevgerek din tawanbarîya li dijî mirovahîyê ye.

Di çanda miletê me de, xwedîderketina li “mêvan” û “mirî” wekî deynê namûsê dibîne. Hiştina cenazeyê jinekê li kolanê an li ber deriyê mizgeftê, îxaneta li hemberî kevneşopiya çand û kultura Kurdewarîyê ye û bê wefatîya hezar salan a vê axê ye.

Di vê bûyerê de ya ku nehat şûştin û definkirina wê hat astengkirin ne tenê peşmergeyeke jin e; ya ku li ser wî kevirî li benda mayînê ye, bi rastî hestê edaletê, rehma civakê û vîna bi hev re jiyanê ye. Ev helwest bi xwe nişana wendabûna nîrxên esasî ye. Ev jî, tê wê wateyê ku li ser kevirê mirîyan nîrxê mirovî rawestîya ye.

Heke bajarek, civakek nikaribe mirovekî di dema wî ya herî bêparastin de lêxwedî derkeve, hembêz bike, ev tê wê wateyê ku stûnên exlaqî yên wê civakê li ber rizîbûnê ne. Tiştê ku divê em rexne bikin, derketina nasnameyên siyasî li pêşiya rûmeta mirovî ye. Neşûştina cenazeyekê ne tenê îhmalek e, taxrîbat û tarîbûneke wijdanî ya civakî ye. Rûmeta mirovî ewqas mezin e ku di nav tu nêrînên siyasî an qalibên teng de bi cih nabe; parastina vê rûmetê ne tenê berpirsiyariyeke hiqûqî ye, berî her tiştî erkeke exlaqî û mirovî ye.

Em dizanin ku bajarê Silêmanîyê weke paytextê rewşenbîrîyê tê nasîn û hatîye pesandin. Çê nabe ku hinek xêrnexwaz û xulamokên dagirkeran li dijî nîrxên mirovahiyê tevbigerin û bi wîjdana paytextê rewşenbîrîyê re bilîzin an birîndar bikin. Em hêvî dikin wê gelê Silêmanîyê bi zext û bertekên rewşenbirîyê ji wan tawanbaran hesap bixwaze û wan rûreşan di wîjdana civakê de mahkûm bike. Ev erk, erkê mirovahî, exlaqî, hiqûqî û neteweyî ye.

Em cardin di şexsê Xezal Mewlan Çeperabad, Nada Mîrî, Samira Allayarî, Şahîn Azerberzîn û Mustefa Selim de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Hemû rûmet û hêjayê me ne! Ew bêrêzîya li hemberî şehîdan tên kirin li hemberî hemû nîrxên Kurdistanê tê kirin. Hêvî dikin ku rojekî zûtirîn tawanbar û mesûlên vê/wan bûyerên hovîyane bên siza kirin ku cardin ev bûyer dubare nebin….

20.04.2026 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin