Xençera Kurd û Kurdistanê di hin ciyan de di dest neyaran de har e di pişta Kurdan de disa xwar e!..
Dîrokê Kurd û Kurdistanê de “Xençera Kurd” hem di aliyê xirabiyê de, hem jî ji aliyê mêrxasî û cameriyê de roleka mezin dileyhîze! Di dîroka Kurdan ya kevnar da mînakên mêrxasiyê û nemêrdiyê gelek in! Lê ez dixwazim çend mînakan ji sedsalên dawî de derbaz bûyîn, pêşwazî xwendeyan bikim!
Dema Împaratoriya Osmaniyan di şerê cihanê yekamîn de dixilê, têkdiçe û li ciyê wê pir dewletên nû ava dibin! Kurd jî dixwazin li ser erda bav û kalen xwe dewleta xwe ava bikin. Lê demek wûsa de pir Kurd hebûn ku li aliyê neyarên Kurdan de ciyê xwe digirtin! Ji wan re Kurdên welatparêz digotin:“Xençerên Xayîn!” yên li gel neyaran!.. Xençera Kurd ya xayîn wek bi navê navnetewî “Cembiya tê zanîn” jî di ew salên borî de û yên em tê de dijîn, wek “cerdewanên li gel neyarên Kurdan” kar dikin re jî ew xençera xayîn tê ye bi navkirin!.. “Xençera Kurd Ya Xayîn” bi sedan sale ku di çanda Kurdî de têye bi nav kirin!.. Ew xençer an jî Şûr bi gelemperî di şerên nêzîk de bi karanîna xwe têne nasîn!.. Ji ber vê jî ew werekiyê û cesarete jî temsil dikin!..
Li cîhanê du welat hene ku bi xençerên xwe têne nasîn. Ji wana ya yekem Kurdistan e! Welatê duwem jî Yemen e! Di sedsala dawî de du Kurdên werek û lêheng hene ku ewna bi xençerên xwe jî têne nasîn. Yê yekem Qiralê Kurdistan Şêx Mehmud Berzencî û kesê duwem jî lêhengê nemir ku ew Şahê Ciyayên Kurdistanê bû! Li cîhanê bi navê General Mela Mustafa Barzanî dihat nasîn! Her dû mêrxwas û lehengên Kurd di jiyana xwe de bi xençerên xwe ve, tev jiyane!..
Serokê Neteweya Kurdistan yê Nemir Barzanî, di hemu jiyana xwe de xençera xwe li gel xwe parastiye!.. Heya li gel nivîna balgiyê xwe de jî, wî xençera xwe di bin balîfê de li gel xwe dihîştiye!..
Ya herî neyaran dide tirsandin:”Neyarên Kurdan, Kurdan wek xençerek di sînga xwe de dibinin!” e. Lê hin Kurdên nemerd pir caran li gel neyaran, li diji gele xwe di nav karen qirêj de ciyê xwe diririn û dibin sîxurê (casus) neyaran! Xençerên Kurdan wûsa qirêj û bi jengarî (bi pas) di dema me de neyar wana li dijî Kurdan wek mînakên qirêj bi kar tînin!..
Ji ber wê ye ku min bi navê “Xençera Kurd” ya jengarî girtî ku neyar wana li dijî Kurdan, di pişta Kurdan de dixwaze bi kar bîne û ya bi kar tîne, di ew salên derbaz bûyî de (Tebax/1998) wek rojên îro dubare dibin, min ew li jêr bi navê „Xençera Kurd“ nivisiye û aniye ziman!..
Avrîl, 2026
Abuzer Bali Han
XENÇERA KURD
Gelî dinya-alêm
Hêdî me bibîzin!..
Bibîzin hewara me,
Hewara me Kurdan!
Ji her çar aliyan,
Ji her çar aliyan
Dora me girtin
Hemî neyaran!
Kemend lêxistin zendan,
Hîştin di nav qedera zelûl,
Û xiyeneta kemînên qehpe,
Di nav hev du de mil bi mil
Ji neyaran re bûye lihîstin
„Xençera Kurd ya xayîn“
Har e,
Bi zindî, zindî di singê de
Xar e!..
Hey xençera Kurd,
Xençera Kurd!
Ya tu bi xwe dike,
Ji bêtarê bêtartir e!..
Kula te ya bi nêm
Ya gemar bi xwîn
Hêdî derman nagire!
Ew qet tucar îfla nabe!
Ew derdekî wek bar e,
Hem bi şan û şeref e,
Belam:
Di pişta xwe de
Ew hatiye xar e!..
Bi şerê brakujî,
Bi şerê brakujî...
Ew e, ku ji vî û wî re bûye hacet,
Ji kê re bêjim, kê re pêşanîdim!
Ew derdê te, dîsa derdê min e,
Berjêr tûfkim rîş, berjor simbêl...
Ez dibêjim hêdî bes e!
Ya hero ye, an jî mero!
Ya bi hevra em hene,
An jî bi hevra tune ne!
Em hebin bi hevra ne.
Em carek mil bidin hev
Tev de hemî çiyan bihêjin!
Em hem netew in, hem gel,
Ji wan hezdikin, perwer in,
Refên xwe de em camêr in!
Ha xîret, ha xîret û bi bawer
Di nav de hawar kir Serwer!
Go: Gelî Kurdên tên çawisandin!
Bibin yek, hemî bi hevra azadbin!
Belam
Xiyanet!
Xiyanet di pêsîrê de maye,
Ew geh li pêş û geh li paş e!..
Hey gelê Kurd,
Hêdî derkev holê,
Ma tu li ku maye?
Yên bran bi baran didin kuştin,
Ewna ji zewqê harin û dipeqin!
Ey welatê ezîz, derdê te bipirsim,
Tu yê bibe Bîngol, xayîn û Şîn...
Qeder nîn e! Kurd, Kurdan bikujin!
Yên xayîn, ew in berdevkê dijmin!
Di nav van mercan de ma mirov dijît?..
Bes tu tenê heye di navbeynê neyînê de,
Ji alikî dîn di navbeynê mirin û jiyînê de,
Tu li ser pişta kêrê, di rewşa zîndî bûnê de
Tu berxwe dide, tu yê hîn berxwe bide!
Roja ronî nêzîk dibe di berbanga sibê de!
Ez çi bêjim jî, ji te re ewqas jî hindik e.
Caşên bêbext û xayîn, ewen xwefiroş!
Li pêş çavên dinê ewna xwe nizm dikin,
Bi wan re çi bêjim, neyarên eslê xwe ne!
Bîhna min teng dibe, hinavên min disotin,
Ey sebra dilan, jiyana giran tere soz didim.
Heke dijmin bimîne, emê tola te bistînin!..
Bi îznê Xwedê hemî rojên teng ortê radibin!..
Belam,
Şerê bran de
Brîn pir kûr e,
Fitîl qet nagire!
Navê ew derdê Kurd,
Derdê giran û bê çare:
Xençera Kurd, Xençer e!..
Ey xençera Kurd,
Ey xençera Kurd!
Ma tu yê bi xayîn
Heya kîngê bimîn
Di pişta brayan de!..
Ji xiyanetê re hezar car lanet be,
Bila bindest mayîn li dinê rabe!
Ji mirov re dad û azadbûn hebet,
Rewa ye bindestî heya qiyamet?!.
- BALÎ
(Mamoste)


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin