Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Deklerasyona Duhokê jibo Hukmê Osmanîyan!..

A+A-

 Siddik Bozarslan

”Tasek ji vê ava zelal, nadim bi hewza kewserê,

Levhatina Qesra Şîrîn, jê nabînim tu meferê.

 Piştî roja me bû tarî, mirin xweş e ji emberê.” (EHMEDÊ XANÎ)

Wek em dizanin, bi levhatina Qesra Şîrîn ku di 1639yan da di navbera dewletên Osmanî û Îranê da çêbûye, Kurdistan cara ewil bûye du perçe û di navbera wan du dewletan da hatîye parvekirin. Ev bûyera dîrokî jibo civata kurd, tofaneke herî mezin bûye jibo wê demê. Du dewletên ku Kurdistanê kirine du perçe, her du jî dewletên musulman in û gelê kurd jî bi piranî musulman in. Loma ev bûyer jibo Ehmedê Xanî, cîyê xemgînîyeke pir mezin bûye û bûye sedem ku ew Dastana Neteweyî Mem û Zînê binivîse. Wek em di van malikên jorîn da jî dibînin, Pêşevayê Nemir Ehmedê Xanî yê gewre, bi awazeke gelek bilind qêrîyaye û gotîye ku ew tasek ava zelal ji kanîyên Kurdistanê nade bi hewza kewserê ya musulmanan. Wî daye zanîn ku bi levhatina Qesra Şîrîn, jibo jîyana kurdan, rojên tarî despêkirîye ku ew bûye ji mirinê xirabtir, taltir û nexweştir û êşa xwe daye ser jîyanê û loma qet ew nayê qebûlkirin.

Abdusselam Barzanî II jî vê felsefeya Xanîyê Gewre baş hesibandîye û bi nefsbiçûkî daxwazên civata xwe ya herêmî di nava baxçeyeke biçûk da û di çarçoveyeka gelek masûmane da derxistîye zanînê û pêşnîyazê Hukmê Osmanîyên Îslamîst kirîye. Divê neyê jibîrkirin ku civata ku li derdora Abdusselam jî civîyaye, civateke nezan e, ne xwenda ye û tevayîya wê civatê jî derdora 35-40 hezar nufûs e. Jibo vê civatê her çi qas di destê me da kolandinên îlmî tunebin jî tespîta Bediuzzaman ku di 1918- 1919an da kirîye, ji hezar kesî yek nikaribûye rojnameyek (bi gotina Bediuzzamman qazeteyek) bixwîne. Ev tespît ne dûrê aqile ku jibo civata Abdusselam jî rastîyek be û loma em dibêjin, ew civateka nexwenda û nezan bûye. Abdusselam ji li gora wê rastîya civatî ketîye nav hewildanê û ji sloganan dûr û ji rastîyên civatî ra nêzîk, xwestîye çareserîyê bibîne. Bi tabîreka dî, ew realist bûye. Loma li jêr, wan daxwazan divê di wê çarçoveya kurdevînî û welatevînîyê da werin xwendin.

Şêx Abdusselam Barzanî II, jibo çareserîya teda û zulma hukmê osmanî, ew serekên eşîran zîyaret dike, digel wan diaxife û jibo dîtina çareserîyê di buhara 1907an da li gundê Birîfkan digel Serekê Tekya Kadirî Şêx Nur Muhammed Birîfkanî û serekên eşîran, li mala Brîfkanî civîyane û daxwazên xelkê herêmê tespît kirine. Loma dema Daxwznameya wan amade dibe, wan eşîran jî navên xwe li bin metna daxwazan nivîsîne û li ser navê hemîyan Abdusselam Barzanî wê îmza kirîye û ji Hukumeta Bab-î Alî ya Stanbulê ra şandîye. Ew daxwazname ji kurdên sîyasî yên Stanbulê ra û ji diplomatê kurd Şerîf Paşa ra jî hatîye şandin. Daxwazên wan bi kurtî weha bûne: 

1.Divê li herêmên kurdan zimanê kurdî wek zimanê resmî / fermî were qebûlkirin.

2. Zimanê perwerdekirinê divê kurdî be.

3. Ew kesên ku wek qaymeqam, mudurên nahîyeyan û memurên dî, dema werin taînkirin , divê ew di dereceya baş da kurdî bizanibin.

Eger mirov bi dîqet bala xwe bide daxwazên van 3 madeyên ewil, mirov hezkirina Abdusselam jibo zimanê kurdî dibîne ku ew parastin û pêşketina zimanê xwe bi îsrar dixwaze û wê radixe meydana sîyasetê û civata xwe. Li vir em rastê felsefeya ´.. Qanûna / yasaya tabîatê dibêje ku, divê her kes ew cîyê ku lê çêbûye, biparêze, ew qanûn me mecbûr dike ku em zimanê xwe jî biparêzin.” dibêje, tên. Bi tabîra xelkê, Abdusselam û cimeta wî, wan ji Hukmê Osmanî statuya zimanê kurdî û statuya civata herêmê xwestine.   

Abdusselam Barzanî jî li gora felsefeya Xanî yê nemir û yasaya xwezayî bi zanatî di sê  madeyên ewil da parastina kurdî li herêmê daye zanîn û pêşnîyazê hukmê Stanbulê kirîye. Di wê çarçoveyê da wî xwestîye ku kurdî divê bi huqûqê were parastin! Ji ber ku kurdî hezkirin e. Hezkirin jî, jîyan e!.. Lê nehezkirin jî mirin e!.. Lewra divê şola zimên û parastina wê, piralî were raxistinê, hem jibo raya civata kurdî ya musulman û hem jî jibo raya Hukmê Osmanî ya îslamîst. Dişê mirov bide xuyakirin ku ” di wê çarçoveyê da zanîna Abdusselam, ji şûr tûjtir bûye.” Wek em pê dizanin terqîna li ser mirîyan jî di Dînê Zerdeşt da bi kurdî ye, ma ev tişteke biçûk e? Mîsal dikarin zêde werin nîşandanê, lê ev ne pêwist e. Eger mirov vê mîsalê bi zimanê erebî ra muqayese bike, hê çêtir şola zimên derdikeve meydanê. Numûne; jibo piranîya kurdan ku qet ji erebî fam nakin; eger mirov jibo ceribandinê bi erebî ji wan ra xeberên nebaş bêje, heqaret li wan bike, heta çîrê wan jî bike, ew dê her bêjin: Amîn!.. Ji ber ku ew zimanê ku wan guhdarî kirîye, zimanê erebî ye, zimanê Qur´anê ye û jibo wan zimanê axretê ye û zimanê muqades e… 

Abdusselam II. dema girîngîya zimanê kurdî raxistîye meydanê û pêşnîyazê Hukmê Osmanî yê Îslamîst kirîye, ew di wê zanînê da bûye ku di Sûreyê Hucurat (49), Ayet 13an da wek hatîye nivîsîn; ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin miliyet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze…”  Wek di ayetê da xuya dibe, yên ku ji wê ayetê ra hurmetê nîşan nadin, ew di heman demê da kesên nejadperest in ku cudayetî dixin navbera mirovan. Loma li ba Xwedê jî ew kesên ku xwe û hebûna xwe diparêzin, cîuwarên xwe diparêzin, ew kesên herî bi qîmet in. Abdusselam jî di wê zanînê da bûye û ji osmanîyan ra bi kurtayî mesaja:” FERMO! Zimanê me di çarçoveya qanûnê da qebûl bikin ku ew bibe xwedanê statuyek. Lê na eger hûn vê daxwaz û pêşnîyaza me qebûl nekin; em jî dikarin bi ayeteka dî ji Qurana Pîroz li we vegerin û weha bêjin:”Sûreyê Kafîrûn(109), Ayet 6:”Her weha dînê we ji wera, yê min, ji min ra!” Wek pratikê nîşan da, osmanîyan, li hemberê wan daxwazên demokratik û adîlane, bi tang û topan û bi kuştinê bersîva kurdan û pêşevayê wan Abdusselam dan! Loma di derbarê kurdî da hestên Abdusselam Barzanî, mirov nikare bi çend hevokan bide zanîn û raxîne pêşîya we xoşevîstan!

Önceki ve Sonraki Yazılar