Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî pêşveçûnên deverê nîqaş kirin

Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî pêşveçûnên deverê nîqaş kirin

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Ebas Iraqçî ragihand ku, wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dawî pêşveçûn û guhartinên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Ebas Iraqçî re axivî û rewşa deverê nîqaş kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî li ser hesabê xwe yê Telegramê belav kiriye ku, di wê peywendiya telefonî de her du aliyan behsa dawî pêşveçûn û guhartinên siyasî û ewlehiyê yên deverê kiriye û dîtin û nerînên xwe li ser pirsên heyî li hev guhertine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî di peywendiyeke telefonî de guhartinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirin û tekez li ser giringiya parastina aramiya herêmî û pêşxistina peywendiyên dualî kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin