Çînê hişyarî da welatîyên xwe bi lez ji Îranê derkevin

Çînê hişyarî da welatîyên xwe bi lez ji Îranê derkevin

.

A+A-

Balyozxaneya Çînê li Tehranê bi weşandina daxuyaniyekê bang li welatiyên xwe kir ku herî zû ji Îranê derkevin û herin herêmên ewle.

Di wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku ew kesên hîn li Îranê mane, divê xwe ji nêzikbûna li cihên hestiyar, ji wan jî saziyên dewletî û leşkerî biparêzin.

Her wiha ji welatiyên Çînî hat xwestin ku di dema rûdana rewşên awarte de, yekser têkiliyê bi berpirsên navxweyî re bigrin û ji nûnertiyên dîplomatîk ên Çînê daxwaza alîkariyê bixwazin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin