
Yekşemê şandeke Parlamentoya Iraqê serdana PDKê dike
.
Serokatiya Parlamentoya Iraqê daxwaza vegera endamên Fraksiyona PDKê ji bo civînên parlamentoyê dike û komîteyeke taybet ji bo razîkirina wê partiyê erkdar dike.
Biryar e ku şandeke bilind ji serokên fraksiyonên Parlamentoya Iraqê li roja Yekşema bê, 26ê Nîsana 2026ê, li Hewlêrê serdana Fraksiyona PDKê bike, bi armanca peydakirina derfeta hevfêmkirinê û vegera wan ji bo nav hola civînan.
Ev tevgera dîplomatîk a nav parlamentoyê piştî wê yekê tê ku di civîna roja Çarşemê, 22ê Nîsana 2026ê, de Serokatiya Parlamentoyê daxwaz ji serokên fraksiyonan kiribû ku komîteyeke hevpar pêk bînin.
Erkê sereke yê vê komîteyê danûstandinên ligel Fraksiyona PDKê li ser wan asteng û sedeman e yên ku wesa kiriye ku PDK civînên parlamentoyê boykot bike.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêştir di daxuyaniyeke fermî de diyar kiribû ku, boykotkirina civînan wek nerazîbûnekê ye li dijî wan "binpêkirinên destûrî û qanûnî" ye yên ku di nav parlamentoyê de diqewimin û biryara wan dê heta demeke nediyar berdewam be.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin