Bîrdanka îşkencan û hovîtiyê: Zîndana 5 Nolîyê û Rûbirûbûna Civakî
Çi demê qala mijara zindana Diyarbekir dibe, îşkencên 5 Nolî tê bîra mirov. Gava mirov bala xwe didin ser wan rûpelên herî tarî yên dîroka 5 nolîyê; em zanin ku Girtîgeha Leşkerî ya bi navê 5 nolî tê nasîn, ne tenê cîyê îşkence û kuştinê bû, ev der di pergal û mekanizma tunekirina neteweyekê de laboratiwarek bi nav û deng e! Ev laboratiwara hanê, di dîroka miletê Kurd de rê li ber travmayên siyasî, civakî û dêrûnî vekirîye. Ev jî encamên sîstema mêtingerîyê ye. Zîndana Diyarbekir, ne tenê mekanek e, lê di hafiza kolektîf a miletekî de şopeke kûr hîştiye. Ev nivîs, ne ji bo kolandin û xurandina birînên berê, lê ji bo fêmkirina wê xeta zirav a ku "rûmeta mirovahiyê êşkence têkbiriye" û ji bo pêşketin û azadîya civakî, çima edalet pêdiviyek sereke ye.
Girtîgeha leşkerî ya Diyarbekirê, di rêzika navnetewî de di nav "10 girtîgehên herî xirab ên cîhanê" de, di rêza pêşîn de tê nîşandan. Tiştê ku wê bi kampên komkirinê yên Naziyan an jî navendên îşkencê yên dîktatoriyên Amerîka Latîn re wekhev dike, ne tenê doza tundûtûjiyê ye, lê birêvebirina vê tundûtûjiyê bi hûrbijariya "laboratiwarekê" ye. Tiştên ku di navbera salên 1980-1984an de li vir hatine kirin; ji lêdana fîzîkî gelekî wêdetir, projeyeke "asîmîlasyon û bênasnamekirinê" bû. Pêdiviyên herî bingehîn ên mirovî kirin amûrên îşkencê, zimanê dayikê hat qedexekirin û bi marş, tekmîl û rûreşkirina sîstematîk hewl hat dayîn ku kesên dîl ji hebûna xwe fedî bikin, ji nasnameya xwe ya neteweyî dûr bikevin û li xwe mukir bên, li hemberî celadên xwe stu xwar bikin û xwe radestî sîstemê bikin.
Armanc çi bû û çima mirovên ji her beşên civakê girtin û xistin wê derê? Armanca bingehîn a dewleta Tirk ew bû ku bi destê rejîma 12ê Îlonê daxwazên netewî, siyasî û çandî yên civaka Kurd di "parzûna êşkenceyê" re derbas bikin û bi mirovtiya wan re kurdbûna wan jî tune bikin. Ev ne tenê sizakirinek demkî bû, lê ji bo tunekirina miletekî pêngavek endezyariya civakî bû. Girtîgeh; wekî mekanîzmayek tirsê hat dizayn kirin/sêwirandin ku vîna hêzên dînamîk bişîkînin; bi rîya kesên hatibûn girtî, xwestin netewa kurd teslîm bigirin û ji her kurdekî re rêbidin: "heger hûn îtaat nekin, dawiya we jî dê ev be!" Armanca sereke, tunekirin û pûçkirina hêviya pêşerojê û nasnameya kolektîf a miletekî di nav wan çar dîwaran de bû. Ji ber ku em bi gelemperî bi dîtina darekê ve mijûl dibin, pirî caran em daristanê nabînin û ji rastîyan dûr dikevin. Divê em polîtîkayên pêvajoyên îşkencan û têkilîyên dewletê baş binîrxînin û ji bo armancên sereke, divê em seknek baş û têkoşînek di cîh de bidomînin.
Dema em bi nêrînek mirovî, exlaqî û wîjdanî li pêvajoyê û bûyerên qewimîne binêrin, ne pêkan e ku em tiştên li 5 nolîyê qewimîne bi tenê wekî "yek-du gardiyanên xerab, an bûyerek heremî" şîrove bikin. Îşkence li vir wekî "amûrekî dewletê" û ji bo stratejîyek tunekirina miletekî hat bikaranîn. Hiyerarşiya leşkerî ya wê demê, mertalên parastina yasayî û gotarên îdeolojîk, zemîna wan projeyên asîmlasyonê amade kir û bi şêwazekî sistematik bi cîh anîn. Ji ber vê yekê, cudakirina îşkencê û îşkencekiran ji polîtîkayên rêveberiya wê demê, tê wateya nedîtina taybetmendî û plansaziya zincîra tawanbaran. Îşkence, wekî teknîkeke birêvebirinê bi erkek navendî hat pêkanîn an jî hat sepandin. Ev plansazîya jenosaydê, ji destpêka damezrandina dewletata Tirk destpê kirîye û heta vê gavê bi şêweyên cuda hatiye domandin.
Ji bo bersîvên têr û tije divê em ji xwe û derdora xwe bipirsin, gelo em ê çawa bi vê mîrasa giran re rûbirû bibin? Ji bo avakirina hişmendiya civakî divê gavên çewa bên avêtin? Ji bo hişmendîya neteweyî û bertekên civakî geş bibe, pêwîstî bi nexşerêyên esasî û girîng heye. Dewlet dixwaze bi şêweyek sivik, bi amûrên derveyî pêvajoyê, li gorî xwestek û berjewendîyê xwe, dîrokê beravajî nişan bide. Ew bûyerên qewimîne, wek bûyerek heremî an demkî pênase dike û nişan dide. Bê dengîya civakê û bê helwestîya şahid û mexdûrên wê demê jî dibe sebeb ku rastîya heyî bê pûç kirin.
Em baş zanin ku veguhestina Girtîgeha Diyarbekirê bo "Muzeya Hafizayê" ji bo bîr û edaletê mekaneke sembolîk e. Ji bo mexdûr û şahidên wê demê, ev mekan wargeha “trawma”yan û rojên reş in. Tevlî hemû dekan û dolaban, tevlî hemû fen û fûtan, tevlî hemû daxwazên xapandin û siyaseta asîmîlasyonê, deng û axaftinên ji dîwaran dengvedide, qêrîn û xwîna ji qawiş û hucran diherike, derî li sîyaseta înkarkirina rastiyan asê dike. Têkoşînek domdar, daxwazên xwedî ked, zext û bandora civakî dikare rê li ber avakirina navenda Hafizayê (Bîrdankê) û Muzexanê xweştir û hêsantir bike.
Ji bo hişmendîya li dijî îşkencê geş bibe û weke çandek ji alîyê civakê ve bê pesandin pêwîstî bi perwerde û bernameyên xwendinê heye. Ji bo vê jî divê ev perwerdekirin di asta akademîk û dibistanan de were hînkirin ku îşkence wek sûcekî mirovahiyê baş bê fêr kirin. Divê ev hişmendîya hanê, di nav civakê de bibe wek çandek mirovî û herkes zanibe ku ev tawanbarî tu carî nayê jibîr kirin. Lewra ev sucên hanê, di rûpelên dîrokê de cîh digire û weke rûreşîyekê, dibe sembola hovîtîyê. Ev rûreşî, wek mîratek di her deman de di bîr û bala nifşan de cîh bigire û berpirsên wan pêvajoyan, bi şêweyekî bêdengî û bi bandor û helwesta civakê bikeve bin qeydê û di dîrokê de cîh bigire.
Ji bo em bigehîjin heqîqetê û rastîyan radestî dîrokê bikin, pêwîstî bi lêkolîn û xebatên sistematik heye. Divê platformên fermî werin avakirin ku dewlet û civak bi vê rastiyê re rûbirû bibin û mexdûr werin guhdarkirin. Divê mexdûr û şahidên wê demê, malbatên wan, parêzer û sazîyên ku mafê girtîyan diparastin bên gohdar kirin û di wan komisyonan de, bi şêweyekî fermî bên temsil kirin. Ji ber van sedeman, em dibêjin pêwîstî bi komîsyonên heqîqetê heye û divê li gorî rastîya pêvajoyê bê damezrandin.
Şahidiya mexdûran, çeka herî bi hêz e ku derewên dîroka fermî hildiweşîne. Lê divê ev şahidî bêyî ku trawmayê nuh bike, bibin belgeyên heqîqetê. Nivîs, fîlm, belgesel, bîranîn, pirtûk, şano û hemû şêweyên edebîyat û hunerê bi hêja ne û ji bo dîrokê weke belgenameyên zêrîn in. Ji bo paşeroja nifşên nû hafızaya tecrube û dîroka siyaseta dagirkerîyê ye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku heta îro tevlî kêmasî û lawazîyan, dîsa jî karên baş hatine kirin. Lê belê ev kar û xebatên hatine kirin, keda kesayetan e, têr nake! Piranî ew kesên ku di zîndanê de êşên giran dîtibûn, bi îmkan û derfetên xwe, berhem û belgename radestî dîrokê kirine û dikin, xebatek hêja û dicîh de dikin. Wê ev belge û arşiv di rojên pêş de bibe çavkanî ji bo huner û wêjeyê jî….
Pêwîstî bi xebatên Dîroka Devkî heye. Em zanin û dibînin ew kesên ku di wan pêvajoyên dijwar de mexdûr û şahidên wan rojan bûn yek bi yek kêm dibin. Gelek kes zanyarî û şahidîya xwe derbarê bûyeran de bi xwe re dibin, li pey xwe tiştekî nahêlin. Ji ber vê yekê îro îmkan û derfetên teknolojîyê têra xwe pêş ketîye. Herkes dikare di derbarê jiyana xwe û pêvajoyên tê re derbas bûye, bi nivîskî an bi deng belgeyan tomar bike. Em baş zanin ku tomarên vîdyoyî û hevpeyvînên akademîk, xwedî nirxê belgeyên dîrokî ne. Weke tê zanîn belgefilm, fîlmên sînemayê û romanên otobiyografîk, rêya herî bi bandor e ku mirov bi zimanekî gerdûnî behsa êşê bike. Ev jî hêza huner e ku dibêje: Nivîsandin, li hemberî jibîrkirinê berxwedanek e!
Pêwîst e ku otobiyografîya devkî rojekî zûtirîn di arşîva dijital de bi cîh bibe û bê qeyd kirin. Tiştên mexdûran, name û dengên wan divê di platformên dijîtal de ji raya giştî ya cîhanê re werin vekirin. Lêkolîner û kesên pêwendîdar divê karibin ji wê arşîvê sûd bigirin.
Wekî gotina dawîyê, gava ku em li pey xwe dinêrin, di warê berxwedan, têkoşîn û seknek esasî de, me mîratek girîng li pey xwe hişt. Tevlî hemû îşkence û kiryaran, me bi doza xwe re, bi miletê xwe re, bi nîrx û bawerîyên xwe re îxanet nekir. Li gorî şert û mercên demê, li gorî hêz û taqata xwe, li gorî tecrube û zanînên xwe, me bi hişmendîyek neteweyî, li hemberî pergala zulumkar rawestîyan û bi serbilindî em têkoşîyan. Îro jî li her derî, li her platformê û di heman demê de em diberxwe didin û mijara 5 nolîyê di rojevê de digirin û diparêzin. Gava ji me dipirsin: “5 nolî çi bi bîra we dixe?” Bersîva me her tim hişmendîya berxwedanê ye, li hemberî pergala dagirkerîyê serî netewandin û biryardarîya têkoşîna netewî ye.
Dema mirov dibêje: "Zindana 5 nolî yê an zîndana Diyarbekir!", di hişê me de tenê têgehek çêdibe: “Rûmeta Mirovahiyê!” Ew der, xala berxwedanê ya mezin e ku aliyekî bi rêbazên herî hov hewl dida ku mirov ji mirovatiyê derxîne! Lê aliyê din jî helwest nişan dida û digot: "Na, em hîn li vir in û tu carî ked û xebatên xwe ji bîr nakin!" Ji bo nebîyên me, ji bo nifşên nû, carek din bi van xerabiyan ve rûbirû nebin û di nav civakê de hişmendî û bertekên “Em carek din qet rê nadin vê hovîtîyê” geş bikin û ji bo vêya heta nefesa xwe ya dawîyê têbikoşin.
Heta ku civak biqîre û bibe xwedî hişmendîya “ÊDÎ BESE, EM QET QEBÛL NAKIN!” emê bipeyivin, biqîrin û li keda xwe, li derbasbûna xwe xwedî derkevin.
Emê weke pêvajoyên berxwedanê herdem bi qîrîn û bi dirûşmên” WÊ RÛMETA MİROVAHÎYÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!” bangî wîjdana raya giştî bikin ku li dijî sîstema îşkencê rawestin!
22.04.2026 Cano Amedî


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin