Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez bawerim peyva "Xaltî" bi "Xaliq" ve girêdayî ye û ji navê xwedayê Urartû "Haldi/Xaldi" kevntir e

A+A-

Di gelek pirtûk û lêkolînan de, peyva Xaltî rasterast bi Haldi (Xaldi), xwedayê sereke yê dewleta Urartû, tê girêdan. Ji ber ku navê Haldi di nivîsarên mîxî yên Urartû de tê dîtin, gelek lêkolîner guman kirine ku peyva Xaltî jî ji heman navê hatiye.

Lê gava ez qewlên pîroz ên Êzdî bi baldarî dixwînim, ez dibîn im ku, pirs evqas hêsan nîne. Ji ber ku di qewlên Êzdîtiyê de peyvekî din heye ku pir caran tê dubarekirin: Xaliq.

Di gelek qewlan de em dibînin:

"Êzdanê min wê ji enzelê zemana,
Xaliqê çendî dir û cana..."

Û di qewlekî din de:

"Tu Xaliqê min î her û here."

Her wiha di qewlên din de tê gotin:

"Kesê bendeyê Xaliqe."

Ev mînak nîşan didin ku di kevneşopiya Êzdî de Xaliq navê Afirînerê hemû hebûnê ye. Di qewlan de bi dehan caran tê gotin ku hemû tişt ji Xaliq hatine afirandin û mirov bendeyê Xaliq e.

Di heman demê de, di qewlekî din de tê gotin:

"Rojekê ez hebûm,
Ji erdekî xewle bûm,
Ji ax û av û agir û ba peyda bûm.

Xaltî bûm, û zana bûm,
Xwedêparêz bûm û mêrxas bûm,
Ji Ariya miletê xas bûm."

Li gorî min, ev qewl tenê navê kesekî nabêje. Ew nasnameya miletekî kevnar vedibêje. Herî balkêş jî ew e ku piştî gotina "Xaltî bûm", rasterast tê gotin:

"Xwedêparêz bûm."

Ev girêdan dihêle ku, ez bipirsim:

Ma Xaltî navê miletekî Xwedêparêz bû?

An jî bi gotineke din:

Ma Xaltî navê wan kesan bû ku, xwe bendeyê Xaliq dizanibûn?

Ez vê pirsê ji ber yek qewlê tenê nakim. Di gelek qewlên Êzdî de peyva Xaliq bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Ev nîşan dide ku navenda baweriya Êzdîtiyê her dem Afirîner, yanî Xaliq, bûye.


Girêdana bi Haldi / Xaldi ve

Heta niha gelek lêkolîner peyva Xaltî bi navê xwedayê Urartû Haldi/Xaldi ve girêdane. Lê şert e ku em pirsê ji aliyekî din jî binirxînin.

Dewleta Urartû tenê di sedsalên 9-an heta 6-an berî zayînê de derket ser dîrokê. Lê qewlên Êzdî bahsa demekê pir kevn dikin:

"Rojekê ez hebûm..."

Û paşê dibêjin:

"Xaltî bûm."

Ger ev qewl bîra kevnar diparêze, dibe ku peyva Xaltî jixwe berî serdema Urartû di nav gelan de hebûbe. Ger wisa be, hingê dibe ku navê Haldi/Xaldi jî ji heman bingeha kevn hatiye girtin.

Berawirdkirina peyvên sereke di qewlên Êzdî de

Têgih

Wateya di qewlan de

Role

Xaliq

Afirîner / Xwedayê her tiştî

Navenda baweriyê

Xwedê / Reb

Xwedayê yekane

Navê gîştî yê Xwedê

Bendeyê Xaliqe

Kesê xwe teslîm kirî Afirîner

Nasnameya bawerî

Xaltî

Nasnameya kevnar (hêj tê şîrovekirin)

Dibe ku nasnameya milet/bawerî

Haldi / Xaldi

Xwedayê Urartu (li gorî dîrokê)

Şîroveya derveyî

Kemal Tolan
Nivîskar û Lêkolînerê Êzdîtiyê

whatsapp-image-2026-06-12-at-12-20-28.jpeg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin