Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin

.

A+A-

 Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser belavbûna hinek belge û nameyên ku ji wezaretê re hatine şandin daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku wan ji bo tesbîtkirina çavkanî, şêwaz û berfirehiya belavbûna van belgeyan bi saziyên teknîkî û ewlehiyê re dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye.

Hat diyarkirin ku piştî rastî eşkere bibe dê li dijî kesên berpirsyar gavên yasayî werin avêtin û ew dê werin darizandin.

Kar û barên dîplomatîk didomin

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), wezaretê piştrast kiriye ku kar û barên wan ên dîplomatîk û xizmetguzariyên konsulxaneyan wekî berê bi awayekî asayî didomin.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo parastina ewlehiya agahiyan û belgeyên fermî yên dewletê hemû tedbîr hatine standin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bangî raya giştî kir ku tenê pişta xwe bi çavkaniyên fermî ve girê bidin.

Li gorî daxuyaniyê, hinek belgeyên ku hatine belavkirin hatine guhertin an jî bi rêyên dîjîtal sextekariya wan hatiye kirin da ku raya giştî bixapînin û agahiyên nerast belav bikin.

Çi hatine belavkirin?

Li gorî nûçeyan, nêzîkî 19 gîgabayt (GB) dane û belgeyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ketine destên hinek kesan.

Di nav van belgeyan de nameyên dîplomatîk, têkiliyên fermî yên navxweyî û derve, giştînameyên siyasî, budceyên darayî, qeydên meaşan û mafên dîplomatan hene.

Her wiha daneyên derbarê welatî û penaberên Sûriyeyî, belgeyên koçberî û rûniştinê û tapoyên mal û milkan jî di nav wan de hene.

Belgeyên Wezîrê Karên Derve yê niha jî hene

Platformên kontrolkirina rastiyan ên wekî platforma dîjîtal a "Teked"ê eşkere kir ku ev dane arşîveke dîrokî ya serdema desthilata Beşar Esed a rûxayî li xwe digirin.

Lê di heman demê de hinek belgeyên nû yên bi îmzeya Wezîrê Karên Derve yê niha Esed Şeybanî jî di nav wan de hene.

Ev yek jî rasterast bandorê li kar û barên qonaxa veguhêz a niha dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin