Antolojiya helbestên Rûsî
Yusuf Kaynak
Antolojî, pirtûkên ku bi hilbijartina perçeyên helbest an pexşanê têne berhevkirin in. Her çend bi gelemperî ji berhemên heman celebê pêk tên jî, antolojî dikarin berhemên bijartî ji cureyên cûda, yên ku di demên taybetî de hatine hilberandin jî di nav xwe de bigirin. Antolojî dikarin ji perçeyên ku ji edebiyata neteweyeke taybetî an ji edebiyata cîhanê hatine hilbijartin werin afirandin.
Taybetmendî û kevneşopiya herî girîng a antolojiyan rola wan wekî dîroka edebiyatê ye. Bi taybetî li Kurdiya nûjen de gelek berhemên ku piştî serdema sedsala bîstan hatine nivîsandine xwedî taybetmendiyên mîna antolojiyê ne. Taybetmendiyeke din a antolojiyan ev e ku ew raya giştî û tama berhevkar nîşan didin. Ev dihêle ku ew agahdarî û mînakên kurttir û têkildartir pêşkêşî xwendevan bikin.
Divê ez di serî de zelal bikim ku fikra wergerandina van helbestvanên Rûsî ji bo zimanê Kurdî çawa di serê min de çêbû; demek berê, dema ku min biyografiyên nivîskarên klasîk ên navdar ên wêjeya cîhanê dinivîsand, min helbestên van hebestvanan girîng dixwendin û ez pirr pê qayîl bûm, bûm heyranê wan helbestvana. Ji wir, fikra amadekirina antolojiyeke helbestan Rûsî di serê min de çêbû; ku helbestên girîng ên van helbestvanan digel biyografiyên wan ên kurt, mînak û analîzên wan pêşkêşî xwendevanên Kurd bikim. Min armanc danî ku van helbestvanên navdar û berhemên wan bi wêje a Kurdî bidim nasîn û bi dilgermî hêvî dikim ku xwendevan jî ji vê berhemê sûd werbigirin.
Ev antolojiya helbestên Rûsî berhemên gelek helbestvanên girîng dihewîne. Bi tevahî diwanzdeh helbestvan di vê berhevokê de cih digirin, ku ji Alexander Blok bigire heya Vladimir Mayakovsky helbestên wan hatine wergerandin. Jînenîgariyên kurt, agahiyên li ser jiyana wan a hunerî û her weha jêrenotên ku hin peyvên nenas yên di helbestan de rave dikin, ji bo alîkariya xwendevanên Kurd hatine amadekirin. Wekî din, hinek helbestên sereke hatine şîrovekirin û analîzkirin; di vir de bûyer û geşedanên wê serdemê hatine berçavgirtin ku ev helbest berî sedsalan hatine nivîsandin. Me helbestên van navên girîng berhev kirin, lê me wergerên wan ên orîjînal ên Rûsî an Îngilîzî nexistin nav vê lêkolînê, ji ber ku hingê dê qeberaya pirtûkê pirr mezin biba. Armanca me ew bû ku em berhevokeke helbestan pêşkêşî xwendevanên Kurd bikin, ne ku tenê li ser hunera wergerandinê bisekinin. Lêkolînek bi vî rengî, dibe ku di qada xwe de xebata yekem ya bi zimanê Kurdî be; danasîna helbestvanên wisa navdar ên cîhanê ji xwendevanên Kurd re, ji bo me serkeftineke mezin e.
Ev helbestvan bi berhemên ku afirandine, xwedan cihekî taybet in ku ev yek bûye sedema naskirina nirxê wan. Her çend wan xeyal û jêhatîbûna xwe bi kar anîbe jî, ya herî girîng, şiyana wan a xwerû û jîngeha wan a civakî qîmeta wan hîn zêdetir kiriye. Dema ku hûn helbestên wan bixwînin, hûn ê bibînin ka naveroka wan çiqas dewlemend e û şêwaza wan çiqas balkêş e. Di cih de tê dîtin ku ev helbestvan di serdema Rûsya û Sovyetê de ji dayik bûne û mezin bûne, û her wiha piraniya wan ji eslê xwe Cihû ne. Her çend hin ji wan ne arîstokratên serdema Çariyê bin jî, jîngeha ku ew tê de mezin bûne, jîngeheke ronakbîr bû. Ew ji pêşketinên siyasî haydar bûn û di helbestê de bi awayekî profesyonel pêşeng bûn; mînakî, tevlêbûna wan di herikînên wekî Sembolîzm, Realîzm, Lîrîzm, Futurîzm, Sosyalîzm û Akmeîzmê de, bû sedema geşbûna van tevgeran. Ew di heman demê de helbestvanên şoreşger û berxwedêr bûn ku li dijî zilma Stalînîzmê têkoşiyan û dengê xwe li dijî barbariyê, di 'kampên xebata bi darê zorê' yên nemirovane yên wekî Giravên Gulagê de bilind kirin.
Ew helbestvanên ku di bin şert û mercên dijwar de gihîştine asteke gerdûnî. Hin di temenê ciwan de dest bi nivîsandinê kirine, hin di temenê ciwan de di duelloyan de jiyana xwe ji dest dane, hin hatine sirgûnkirin û hin jî bi dramatîkî canê xwe ji dest dane. Bi kurtasî, jiyana wan pir kurt bûye; lêbelê bi berxwedan û berhemên xwe, ew bûn helbestvanên bi rûmet ku ji hêla tevahiya mirovahiyê ve tên naskirin. Di vê xebatê de helbestên wan helbestvanên di qada wêjeyê de girîng didîtin, û civandine!.
Ev antolojiya helbestvanên Rûs encama hewldaneke mezin e ji bo beşdarbûna li ziman û wêjeya Kurdî. Em hêvî dikin ku xwendevanên Kurd van helbestan bixwînin û teqdîr bikin. Em bi hêvîne ku
Kurdî têra xwe pêşketiye ji bo helbestên van nivîskarên mezin wergerîne û her çend hîn jî di dîtina peyv, îdyom, teswîr kirin û termên rast ji bo berhemên ji zimanên niviskarên klasîk û nûjen ve zehmetî hene jî, ev bi saya înternet û ferheng dijital û wergerên dîjîtal li gorî Kurdîya dehsalan berê ew rojana niha bi piranî hatine derbaskirin. Em niha dikarin bibêjin ku me berhevokek helbestvanên Rûsî me li pirtûkxaneya Kurdî zêde kir. Ji ber vê yekê, em ê ji bo berhemên pêşerojê jî jê hêvîdar in.
Yusuf Kaynak Lahey, 12-06-2026
Têbinî: ''Antolojiya Helbestên Rûsî'' ji bo weşandinê şand weşanxanê di rojê pêş me de tê weşandin.



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin