Berhem Salih: Koçberiya demdirêj zererê dide tenduristiya penaberan

Berhem Salih: Koçberiya demdirêj zererê dide tenduristiya penaberan

.

A+A-

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hişyarî da ku mayîna penaberan a demdirêj a li koçberiyê dê bandorên cidî yên fîzîkî û derûnî çêbike.

Serokê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Berhem Salih ragihand ku her çend hejmara koçberan li cîhanê daketibe 117,8 milyon kesî jî, hîn jî ji sedî 70yê penaberan ku hejmara wan 41,6 milyon kes hatiye tomarkirin, di koçberiyeke demdirêj de asê mane.

Berhem Salih diyar kir ku girêdayîbûna berdewam a bi alîkariyên mirovî û nebûna derfetên asayî yên jiyanê, zerereke mezin digihîne tenduristiya fîzîkî û derûnî ya penaberan.

Salih destnîşan kir ku bêpaşerojî û mayîna li kampan bandoreke gelekî xirab li jiyana wan dike.

Çareserî: Tevlîbûna pergalên niştimanî

Salih wekî çareseriyekê xwest ku penaber li pergalên niştimanî yên welatên mazûvan werin zêdekirin.

Komîserî bi taybetî dixwaze ku penaber rasterast tevlî pergalên xizmetguzariya tenduristiyê, perwerde û bazara kar bibin.

Komîseriyê armancek diyar kiriye ku bi rêya xurtkirina şiyana xwetêrkirinê, jiyana bi milyonan penaberan bi awayekî mayînde ber bi başiyê ve biguherîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin