
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
.
Piştî girtina Tengava Hurmizê û qutbûna rêyên deryayî yên veguhastina enerjiyê ya ji ber şerê Amerîka û Îranê, Sûriye hewlên xwe zêdetir kirine ku bibe alternatîva wê rêya stratejîk.
Sûriye dixwaze wekî navendeke mezin a veguhastina enerjiyê ya li herêmê derkeve pêş.
Cografyaya Sûriyeyê wiha kiriye ku ev mijar li Washingtonê bibe cihê bala hinek navendên lêkolînê.
Di heman demê de hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û piştgirên wê jî girîngiyeke zêdetir didin vê mijarê.
Di vê çarçoveyê de, Peymangeha New Linesê ya li Washingtonê gotûêjeke taybet a bi navê "Destpêşxeriya Girêdana Çar Herêmên Avî" saz kir.
Di civînê de projeya ku Sûriye bibe navenda vê girêdanê hat nirxandin.
Projeya "Girêdana Çar Avên Sereke"
Lêkolera Peymangeha New Linesê Dana Arassiyê diyar kir:
"Niha aboriya cîhanê ji ber Tengava Hurmizê rûbirûyî astengî û qutbûnan bûye.
Ji ber van aloziyan pêdiviya me bi rêyeke din heye ku em xwe nespêrin Tengava Hurmizê.
Em li vir kom bûne ku rêyeke alternatîv pêşkêş bikin çimkî bandora vê krîzê ne tenê welatên Kendavê, Amerîka û Îranê û hemû herêm li xwe girtiye."
Dana Arassiyê li pey çû û ragihand:
"Ev rêya alternatîv di bingehê de ji girêdana çar herêmên avî yên sereke pêk tê: Deryaya Navîn, Deryaya Ereban (Kendav) û Deryaya Xezerê.
Ev yek dê bi rêya korîdoreke bazirganî be ku ji Sûriyeyê dest pê dike, ber bi welatên Kendavê û Tirkiyeyê ve dirêj dibe û ji wir jî diçe Ewropayê."
Mercên veberhênana Amerîkayê
Axaftina li ser vê mijarê ya li paytexta Amerîkayê xwedî girîngiyeke taybet e.
Yek ji armancên herî girîng, kişandina bala Washingtonê û bidestxistina piştgiriya siyasî ye.
Bi taybetî di demekê de ku hîn beşek ji cezayan li ser Sûriyeyê mane, veberhênerên Amerîkayî ji bo veberhênana di vê sektorê de pêdiviya wan bi garantiyên zêdetir heye.
Şirovekarên Sûriyeyî jî di wê baweriyê de ne ku welatê wan berê jî di veguhastina petrol û enerjiyê de xwedî roleke sereke bû lê belê ji ber rûdanên sala 2011ê, şerê bi salan û cezayên aborî, Sûriyeyê ew pêgeha xwe winda kir.
Niha hikûmeta nû ya Sûriyeyê dixwaze heman rola dîrokî ji bo welatê xwe vegerîne.
Vîna siyasî û baweriya bi paşerojê
Kerem Şearê Birêvebirê Navenda Şêwirê ya Kerem Şear anî ziman:
"Di rastiyê de Sûriye daxwaza wê pêgehê dike ku berê wekî welatekî transît hebû, bi taybetî ji bo veguhastina petrolê.
Boriyên Sûriyeyê bi dehan salan xebitîn. Wekî mînak, Boriya Gaza Ereban yek ji wan bû ku Sûriye kiribû navendeke girîng lê tenê ji ber şer û aloziyan ji kar ket.
Her wiha boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê jî heye ku heta salên 90î yên sedsala borî hatiye bikaranîn."
Kerem Şear destnîşan kir ku vegera Sûriyeyê ya vê pêgehê bi çend sedeman ve girêdayiye û got:
"Bi baweriya min, vîna siyasî ya herî girîng e, li gel hebûna baweriya bi paşeroja Sûriyeyê."
Gelo ev girîngî demkî ye yan stratejîk e?
Heta ku Tengava Hurmizê girtî bimîne, girîngiya Sûriyeyê ya wekî navendeke alternatîv a veguhastina enerjiyê dê zêdetir bibe.
Her vê yekê wiha kiriye ku berpirsên Şamê zêdetir giringiyê bidin vê mijarê û li gel Amerîka û welatên din jî li ser vê mijarê dan û standinan bikin.
Lê belê çavdêr balê dikşînin ser wê yekê ku eger Tengava Hurmizê vebe, dibe ku ev proje wê girîngiya xwe ya lezgîn a niha winda bike.
Bi taybetî ku bicihanîna wê pêdivî bi veberhênanên mezin û piştgiriya siyasî ya bihêz a herêmî û navneteweyî heye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin