HEWLÊR - Li Balekayetiyê dronek ket

HEWLÊR - Li Balekayetiyê dronek ket

.

A+A-

 Li gundê Darûselamê yê li navçeya Gelaleyê ya herêma Balekayetiyê ya parêzgeha Hewlêrê dronek ket xwarê.

Bi ketina wê dronê re agir bi pel û pûşên derdora gund ket.

Dron îro demjimêr derdora 12:10an ket xwarê.

Heta niha nayê zanîn ew dron a kîjan welatî ye.

Berpirsê Binkeya Parastina Sivîlan a Sêmîlanê Nizar Çeto li mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"Di dema ketinê de agir ji dronê bilind bûye û ji ber vê yekê agir bi pel û pûşê herêmê ketiye."

Nizar Çeto derbarê şewatê de ragihand ku tîmên wan li cihê ku dron lê ketiye xwarê ne û niha agir hatiye kontrolkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin