Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Çend Gotin jibo Serdema Neolitik û Kolandinên Xirbêreş (Göbeklitepe)!

A+A-

Siddik Bozarslan

Kolandinên Arkeolojik ên herî dawîyê nîşan didin ku erdnîgarîya (coxrafya) welatê me, yek ji wan erdan e ku li rûyê dinyayê bûye xwedîyê medenîyetên ewilîn. Her çiqas ev şol, babeteke dîroka civata me û welatê me ye ku ez di beşeke dî da bi hûrgilî li ser radiwestim jî; li vir tenê wek çend anekdot ez dixwazim wan raxim pêşîya we xoşevîstan. Divê were nîşandan ku 2000 salên ku germayîya îqlimê di navbera 16.000-14.000 sal berê di Jorayîya Nîvê Bakurê Erdê da guhertinên germayîyê qewimîne û di encama 16.000 sal berê da Serdema Cemedê temam bûye (dawî lê hatîye). Ew cemedên ku li jor helîyane, ber bi jêr ve hatine û di encamê wan qewimandinan da li jêr herêmên gelek mezin yên jibo çinandinê û zîraetê hatine meydanê. Lê paşê jî dîsa serma û germayî çêdibe û di navbera 11.000-10.000 sal berê da, 1000 salên sermayê ya bilêz tê xuyakirin. Jibo wê Serdemê jî jeologan bi navê Zuhayîya hê Ciwantir bi navkirine.

Kêm-zêde ji vir 2 milyon sal berê Serdema Paleolitik (Serdema Kevirî ya Kevin) despêkirîye  û 10.000 sal berê dawî lêhatîye. Dîrokzanan dema wan serdeman ji hev cuda kirine û bi nav kirine; jibo Serdema Kevirî ya Ortê ya li Ewrupayê, gotine Mezolitik; jibo ya Asya Pêşî jî gotine Epipaleolitik. Mirov dikare bêje ku li gora herêmên Bakurê Ewrupa û Bakurê Asyayê, li erdnîgarîya başur ku di navbera hevêrkên berahîyê (enlem, paralel, erd. Cox. Çemberên ji Ekwadorê pê da li bakur û başur belav dibin) 42. û 28.an da li Asya Pêşî germayî û guherînên mezin çêbûne jibo pêşketina jîyana mirovî. Li Ewrupayê civatên Mezolitik, heta derdora 3000 sal Berîya Zayînê (BZ) jîyana xwe domandîye. Li Asya Pêşîyê kultûra Serdema Kevirî 10.000 sal berê bi dawî bûye û Serdema Neolitik despêkirîye. Yanî mirovên ku di Serdema Cemedê da dijîn li alîyek; li alîyê dî jî mirovên ku di îqlima Asya Pêşî da baştir û hêsatir jîyanek domandine, dinya bûye şahidê wan. Di îqlimê da Serdema Holosen ku li gora şertên îroyîn ew derên binem (rutûbet) bûne sedem ku cîyên hişkayî û avî jibo cîwarbûna mirov kêrhatî bûne. Di heman demê da ew bûne sedem ku êdî mirov jîyana koçberîyê li alîyek bihêle û jibo jîyaneke mayînde cîwar bibe.

Di despêka Serdema Holosenê da li Anatolyayê golên ku ava wan xilas dibû, li derdorên wan cîwarbûnên Neolitik hatine meydanê. Rewşa Îqlima Iliman li Mezopotamyayê bûye sedem ku hatinîyên çandinîyê geş bibin û ew bibin sedem ku jîyana bazirganîyê jî despêke û senet û zenaatkarî bi pêşkeve. Ev herêmên ku li Zagrosan û li kenarên Deryasipî peyda bûbûn û ji wê ra Hîlala Bibereket hatîye bi navkirin; her tim bûne navêndên balkişandinê bo dîrokzanên kultûrî. Ev dused sal zêdetir e ku arkeologan bi hezaran kolandin çêkirine û bi taybetî jî li Jorê Firatê li herêma Xirbêreş (Göbeklitepe-Herêma Riha / Urfa ye) bermayîyên balkişandinê derxistine meydanê ku dîroka ronayîbûna medenîyetê raxistine pêşîya me. Mirovatî lê heyîr mane ku li vê erdnîgarîya navenda kurdan ku kolandinên nû derketine meydanê û ew bûne sedem ku salê bi sedan kolandinên nû çêbin.

Li gora kolandinên arkeolojik yên dawîyê ku li herêma kurdan hatîye dîtin û jê ra wek Serdema Neolotik hatîye bi navkirin; ew rastê pêvajoya ku mirov derbasî dewra çinandinê jibo bakût ku jîyana xwe pê bidomîne, ew li Başurê Anatolyayê li Bakurê Mezopotamyayê derketîye meydanê, geş bûye û paşê belav bûye jibo herêmên derdorê yên nêzîk. Ev di navbera pêvajoyeke BZ 12.000-7000 salî dirêj da pêkhatîye. Ew îqlima germ û baranê li Asya Pêşî, bûye sedemên ku bi mîkdarên pir / zêde ceh, genim û gelek çinandinên dî berhev bikin, Çinandin, berhhevkirin û komkirina van berhemên xwarinê, bûne sedemên esasî ku mirovên wan deran êdî jibo jîyana cîwarkirî hilbijêrin ku pêwistî bi jîyana koçberîyê nemînin. Di wê demê da mirovatî derbasî qonaxa nêçîrvanîyê û cotkarîyê bûye ku her yek ji wan îcadan wek şorişên civatî rolên xwe jibo geşbûn û pêşveçûnê anîne şûnê. Loma di esasê xwe da despêkirin û xilaskirina Serdema Neolitik, mirov nikare bi awayê hêsa bi sînorkirî nîşan bide. Ji wê zêdetir ev pêvajo, wek kultûrek dikare were bi navkirin.

Li gora lêkolînên ku li ser genim hatine çêkirin; navenda çinandin û derxistina genim, Qerejdax (Karacadag) e ku di navbera erdên Riha û Amedê da ye. Erdçinîn / cotkarî /ziraet di Kurdistanê da derdora 10.000 sal berê despêkirîye. Ev rewş li Başurê Rojhilatê Asyayê 8000 sal berê, li Navenda Amerikayê 5000 sal berê despêkirîye.  Lê çinandina cureyên tiştan jî di demên cuda da pêkhatine. Li Rojhilatanavîn genim û ceh; li Başurê Rojhilatê Asyayê birinc û li Navenda Amerikayê jî misir, hasilatên ewil bûne ku hatine çinandin. Loma Cordon Childe jibo karanîna van heyîyên erdçinînê di dîroka mirovatîyê da wek şorişek bi navkirîye û jibo wê serdemê gotîye Şorişa Neolitik. Lê piştî pêkanîna erdçinînê jibo mirovatîyê pêşveçûneke dî yê dîrokî jî, kedîkirina lawiran bûye. Kûçik, heywanê pêşîn e ku di Serdema Mezolitik da hatîye kedîkirin û li dinyayê wek lawireke pêşî tê qebûlkirin jibo kedîkirinê. Di Serdema Neolitik da jibo xwedîkirinê heywanên ku pêşî hatine kedîkirin mî, bizin / gîsk, beraz û çêlek bûne. Mirov şîr û pûrtên / mûyên / pirçên wan bi karanîne; fêdeyî xwarina goştê wan jî jibo domandina jîyanê xebitandine.

Kolandinên ku di Xirbêreş da hatine dîtin yek jê, di derbarê bîrûbawerîyê da ye ku xebatên li ser mabedên olî û goristanên Serdema Neolitik da derketine meydanê jî balkêş bûne. Wan xebatan dane nîşandan ku mirovên wê demê li wir jîyane, hin lawirên dijwar yên kedîkirina wan jî pir zehmet e, wan lawiran ji xwe ra kirine Xwedê û bawerîyê bi wan anîne. Ew lawir di goristanên ku 70.000 - 50.000 salî kevintir in û ber bi paşve dihere. hatine dîtin. Urfadetên mezelan / goran di jîyana mirovan da gelek kevn e û ber bi paş ve dihere. Li Asya Pêşî di salên 12.000 -15.000î yên BZ jibo cesedan du tiştên hatine binaxkirin ango xebitandin; heman tiştan mirov li goristanên Xirbêreş nabîne. Li herêmê piştî salên hezarî da muameleya jibo mirîyan hatîye kirin, wekî ku dema Zerdeştî da hatîye kirin e. Di vî derbarî da yekî ku lêkolîn li ser wan kirîye, Yrd. Doç. Dr. Kürkçüoğlu ye û weha gotîye: ”Em ji encamên kolandinên li Xirbêreş (Xerabeya Reş) hîn dibin ku urfadetên ku li derên dî jibo mirîyan hatine nîşandan, di kolandinên Xirbêreş da ew tunin. Mesela em dibînin ku wek çivîkek (qertalek) ku navê wî Akbaba ye û goştxur e em li ser kevirên mezel dibînin ku însên dixwe; lê em di kolandinên Çatalhöyükê da dibînin ku mirî ber bi rojê ve hatîye daleqandin ku ew bûye urfadetên kultûra Serdema Neolitik. Mirî di hewa vekirî da tê hiştin û çivîk tên, mirî dixwin. Dibe ku bawerîyek hebûye ku, dema mirî ber b asîman ve bilind kirine, van çivîkan bawerî pê anîne ku ruhên mirîyan jî ber bi asîman ve bilind bûne.” Bi awayeke giştî jibo definkirina mirîyan ya Serdema Neolitik, bi du şikilî bûne: 1. Bi awayê şewitandinê, mirî hatîye definkirin. Li wir amanc ew bûye ku mirî were şewitandin. Mirî li ser agirê êzingan ango tezekan hatîye şewitandin. Li benda sarkirina / sarbûna hestîyan, nesekinîne, bi kumê, run, av û şerabê hatîye sarkirin. Tiştên ku di dawîya şewatê da ji cesed maye wek hestî û xwelîya mirî xistine nava kupek û devê wê bi kevir qapax kirine. Di demên ji mêjve ew awayên definkirinê di nava malê da hatine bi karanîn û li qorzîyeke malê hatine binaxkirin. Di salên piştî wan deman da adetên mezel / gor despêkirîye… 2. Definkirina bi neşewatinê. Li ser cesed, tu tahrîbat nehatine kirin û cesed bi çi awayî hatine danîn, bi wê halî karê definkirinê çêbûye. Bi awayeke giştî cesedê mirî bi awayeke ku di zikê dayîkê da bûye, hatîye veşartin.

Wek di kolandinên Newala Çorî (Çayönü) da hatîye dîtin ku ew der nêzîkî Amedê / Dîyarbekir ye; serîyê mirî ji cesed hatîye veqetandin û xistine nava qabeke taybetî. Di dawîya Serdema Neolitik da definkirina cîyê mirî, ji nava malê hatîye cîyêkirin û li goristanan hatine veşartin. Yanî goristan, jibo mirîyan bûne cîyên definkirin û veşartinê.

Di Serdema Neolitik da nasnameyên etnikî jibo mirovan nehatine eşkerakirin û hê zûbûye jibo tespîtên civatê yên wê demê ya nasnameyî bê bi karanîn. Lê piştî demên neolitik ji salên BZ 4000î da hatîye despêkirin ku nasnameya civatên herêmê li gora etnikî were bi karanîn. Ji ber ku aletên çêkirinê jibo çandinîyê, rêvebirinê, oldarîyê û kultûrê hatine geşkirin û pêşketin. Bi gotineka dî, êdî jibo mirîyan cîyên ku wek goristan hatine bi navkirin, di jîyana civatê da cîyê xwe yên taybetî girtîye.

Digel dîroka nivîskî ve li Asya Pêşîyê jibo civatên ku lê jîyane, di Serdema Pêşîyê da tesnîfkirina çînayetî hatîye bi karanîn. Di BZ 3000 salî da li Mezopotamya Jêrîn jibo Sumerîyan û li rojhilatê wan li Kurfezê Elamîyan, li Mezopotamya Jorîn Hate û Hurîyan, li Bakurê Rojavayê Îranê Alanîyan, Elaman û piştî salên 2800î Bz, li başurê herêmê Samîyan û li bakurê rojava civatên Aryan, di merhaleya pêşîn da hatine naskirin.  Heta salên 2500an yên BZ, cudayîyên bîrûbawerîyê û çandinîyê yên civatên (gelên) herêmê, hê jî bi me nedane zanîn jibo nasnameyên wan ên etnikî. Lê ji BZ 2000 salî virve, civatên ku li herêmê zimanê Hint-Ewrupî axifîne, derketine meydanê. Hititîyên Rojavayê Aryan, ji Ewrupayê derbasî Anatolyayê bûne. Pêştaçûna wan ya Anatolyayê, rasterast li qeraxên Feratê, rastî Mîttanîyên Rojhilatê Aryan tên ku Hint-Îranî yên dî bûne. (3)

Pisporên Arkeologiyê di salên 1960an da li herêmên Bakurê Mezopotamyayê, yanî li Kurdistanê dest bi xebatên arkeolojik kirine. Bi saya serê wan xebatên ku li herêmê hatin kirin; hin haydarîyên di derbarê Serdema Kevirî da derketin ronayîyê ku mirovên li wan herêman jîyane, ew hê berîya demên çinandiyê û cîwarbûyîyê jîyane ku divê li ser were rawestandin ku ew jibo mirovatîya hemî dinyayê giring bûye. Wan lêkolînên nû bûn sedemên ku divê arkeolog xwe ji bin tesîrên dînan / olan rizgar bikin û li gora îlmê zanistîyê bikevin nav hewildanên lêkolînî. Yek ji wan tespîtên ku di Încîlê da hatîye kirin, di bin navê ”Welatê Muqades” da di Încîla Îbranîtîyê da, di madeya ”Xulqandin”ê, di rêzên 15.18-21an da weha hatîye nivîsîn:

”Ew roj Xwedê bi Abram (Pêxember Îbrahîm) ra peymanek çêkir û got ku; ew erdên ku ji çemên Nîlê heta  Feratê hatine, erdên Kenîteyîyan, Kenîzetîyan, Kadmonîteyan, Hîtîtîyan, Persîyan, Rephaîyan, Amorîtan, Cananîtîyan, Girgasîyan û Jebsîtîyan in ku bi koka xwe ji wan erdan hatine, divê ji wan ra were dayîn. ” 

Ew arkeologên ku bawerîyê bi Încîlê dianîn û li ser şopa Încîlê tevdigerîyan; wan demek wextên xwe yên xebatê bîlasebeb xerc kirin û erdên Şerîaya Rojava yên ku li nik Çemê Urdunê bûn ku jê ra Eriha dihat gotin, xwedêgiravî wê derê kifşkirin û bê ku zêde serê xwe biêşînin, ew bajarê kevnar ê Urdunê wek derê ku ewilîn car li dinyayê bûye cîyê cîwarbûnê, êlan kirin. Lê kolandinên paşê nîşan dan ku ew tespîta wan ne rast bûn û derket meydanê ku ew derên ku bûne cîyên cîwarbûna mirovatîyê yên ewilîn li cîhanê; di çarçoveya kolandinên li Xirbêreş derketine meydanê, bixwe ne ku rastîya dîroka mirovatîyê pê ra derketîye holê. Ew derên nûkifşkirî nîşan dane ku di heman demê da wan deran jibo erdnîgarîya cîhanê bûne dergûşana bingehê medenîyeta mirovatîya cîhanê ku ew der, erdên Kurdistanê ne.

Divê were desnîşankirin ku nufûsa dinyayê ya wan deman, yanî yên Serdemên Paleolitik û Neolitik hem hindik bûne û him jî zêdebûna nufûsê hêdî hêdî bûne. Li gora texmînkirina nufûsa dinyayê jibo Serdema Paleolitik 2,8 milyon bûye û jibo Serdema Neolitik jî 10-30 milyon bûye û di Tarîxa Mîladî da jî ew bûye qasî 150-300 milyonî. Tê gotin ku nufûsa Asya Pêşî jibo hemî demên dîrokê, %10yê 1ê yê tevayîya dinyayê bûye. Dibe ku ev hejmar, li herêmê di derbasbûna Serdema Cemedê (Paleolitik) jibo Serdema Neolitik, ew derên ku ewilîn car bûne cîyên cîwarbûnê jibo Serdema Kalkolitik û jibo demên koçberîyê, zêdebûna nufûsê wek guhertin hatîye qebûlkirin. Lê faktora esasî jibo zêdebûna nufûsê, erdên kêrhatî bûne ku jibo jîyana mirovatîyê hêsa bûye û ew hêsabûn jî bi xwe ra cîyê cîwarbûnê anîye ku ew jibo mirovatîyê bûne cîyê mayînde û dawî li jîyana koçberîyê jî anîne.

Êdî zelal bûye ku cîyên şikeftan (maxare) jibo mirovên wan deran bûne cîyên sitarê yên cîwarbûnê di dîroka mirovatîyê da. Dîsa zelal bûye ku ew der jibo erdên kêrhatî ku çîya û deştên têrfireh hebûne da ku mirov jibo çinandinê û heywanxwedîkirinê bi karbîne da ku debara jîyana xwe baştir bidomînin. Van erdên bibereket ku ji Korfeza Basrayê despêdike, tevayîya Mezopotamyayê û Rojavayê Kurdistanê, çîyayên Amanos û Torosan û heta kenarên Derya Sipî digire nav xwe û heta Lubnan, Îsrail û Misirê berdewam dike; lewra arkeologê Amerikî James Henry Breasted jibo tevayîya vê herêmê ”Nîvheyvê ya Bibereket” (Bereketli Hîlal) bi navkirîye. Divê were xuyakirin ku van deran di Kitêbên Muqades (Încîl-Tewrat-Qur´an) da jî haine nîşandan ku hemî Pêxember jî li ser van erdan hatine dinyayê û dînên xwe êlan kirine. Belam bereketa van erdan di serî da Pêxemberê Pêşîn Zerduşt û hemî Pêxemberên dî, bûne çavkanîya îlhamê. (end. Lê jibo min balkêş e ku ev medenîyeta Nîvhîva Bibereket, dergûşanîya Demokrasîya ku li Fenike-Grekland (Yunanistan) û Romayê geşbûye û di sedsala nu da jî berdewam kirîye; çima li erdnîgarîya Pêxemberan ev pêvajo nehatîye domandin; ez dê hewil bidim ku vê babetê di mijara demokrasîyê da bigirim dest.

Xaleka balkêş jî ew e ku Îbadetgeha (Îbadetxane) Ewilîn a Dinyayê ku 12.000 sal BZ li kolandinên Xirbêreş hatîye dîtin e. Mirov dikare vî derî jibo jîyana îroyîn ya musulmanan wek cîyê Hecê bi navbike ku musulmanên nuha her sal diherin vatinîyên xwe tînin şûnê. Bi girêdayê vê babetê nuqteyeka giring jî ew e ku van derên bibereket, li gora tespîtên ku di 1948an da bi rîya radyo karbonê (carbon) ve hatine çêkirin; di navbera salên BZ 10.000- PZ (Piştî Zayînê) 1000î da koçberîya ji derve bo herêmê, timî çêbûne lê, jibo derve qet koçberî nehatine tespîtkirin ku di mijara demokrasîyê da ez dê li ser wê rawestim.

Wek herî dawîyê jibo vê nuqteyê divê were gotin ku kolandinên heta 1970yî, Medenîyeta Sumerî jibo hemî cîhanê, wek medenîyeta pêşî hatibû qebûlkirin; lê kolandinên ku di 1995an da li Xirbêreş hat kirin, adeta kolandinên jibo Medenîyeta Sumerîyan serubino kir û mohra xwe lêxist ku berewajê kolandinên berê, Medenîyeta ku jibo dinyayê bûye dergûşan, Medenîyeta Xirbêreş e ku 20 kilometre nêzikî bajarê Rihayê (Urfa) ye. (4)

Önceki ve Sonraki Yazılar