Tespîtên çar bîyanîyan jibo kurdan
Siddik Bozarslan
Jibo van sê kesên ewil, tespîta Mamosta Beşikçi bi kurtayî weha ye: Pisporê Teror û politika Navberneteweyî Prof. Dr. Yona Alexander – Universiteya George Washingtonê- di seminera ”Li Rojhilatanavîn teror û balansa hêzan” da li ser kurdan weha dibêje: ”Neteweyê ku jibo patronên dî şer dike.”
Her dîsa Jill Hamburg, di kovara ”The Nation” da bi navê ”Gelê Jibîrkirî, Cîhan û Kurd” nivîsarek nivîsîye û jibo kurdan dibêje: ”Eskerên her kesî!” û didomîne ku kurd heta nuha jibo rizgarîya neteweyî ya xwe nebûne xwedîyê tevgereke bi hêz.(Sabah- rojnama tirkî 28.08.1989) Van dîtinan encamên lêkolînên îlmî yên li ser kurdan in û dîtinên balkêş in.
Yüzbaşı P. Auryahov ku di dawîya sedsala 19an da li Qafqasyayê di Orduya Qeyser da leşker bûye, di bîranînên xwe da li ser kurdan weha dinivîse: ”Hest û hîsên neteweyî yên wan pir lawaz in an hîç nînin.”
”Bi bawerîya min ev haydarî (informasyon) dikarin bi du alîyan bên karanîn. Ya pêşî, dibe ku hinek hêz bêjin ”Madem kurdan heta nuha tim û tim jibo xelkên dî şer kirine, bila demekê jibo me jî têbikoşin.” û bixebitin ku kurdan jibo berjewendîyên xwe têxin şer. Jibo gihiştina vê amancê, bêtifaqîyê di nav kurdan da belav bikin. Politika Turkîyê, Îranê, Îraqê û Surîyê ev e. Kêm, zêde pêşnîyazên Prof. Yona Alexander jî di vê çarçoveyê da ne.
Ya duyem, dibe ku weha bê gotin: ”Şerê jibo kesên dî”, bêrûmetî ye. Divê kurd jî wek neteweyên (miletên) dî di şertên wek hev da bi nasnameya xwe ya neteweyî bijîn. Bê guman ev dîtin, dîtina welatperwer, demokrat û şorişgêrên kurd e.
Bêşik di nav sînorên pêywendîyên nû yên li cîhanê, Rojhilatanavîn û li Turkiyê, dê dîtina duyem qadiran li dora xwe bicivîne. Lê jibo ku dîtina duyem bikaribe pêş bikeve û cîyê xwe qeîm bike, divê di warê edebîyat, kultûr û folklorê da xebatên baş bicî bên. Divê li ser zimanê kurdî, edebîyata kurdî, folklora kurdî lêkolîn bên çêkirin. Divê berhemên edebî, ziman, kultûrî û folklorî yên ku hatine talankirin, ji nû ve bigihin xwedîyên xwe yên rastîn.
Îro di civata kurdî da kirina herî şorişgêr, parastina ziman û kultûra kurdî ya ku di bin nîrê terora dewletê da ye. Ciwantirîn, bi tesîrtirîn, kûrtirîn rîya vê parastinê jî axiftina bi kurdî ye, nivîsandina bi kurdî ye. Ji ber vê yekê hinek gundîyên kurd, melayên kurd, li nik (cem-ba) min, şorişgerên pir baş in. Lê hinek ”rewşenbîrên” ku marksizmê, leninizmê ji xwe ra kirine benîşt, na.
Divê mirov bi mejîyekî teng, an bi tenê di warê eskerîyê da li gotinên ”Neteweyê ku jibo kesên dî şer dike”, ”eskerên xelkê dî” nenêre. Îro gelek kes hene ku bi esil kurd in, lê avê dibin ser aşê zimanê tirkî, kultûra tirkî, edebîyata tirkî. Piranîya van eslê xwe înkar dikin, dibêjin em tirk in. Loma jî di nav entelektuelên neteweyê serdest da, entelektuelên neteweyê kolonyalist da dibin xwedîyê qedir û qîmetê.
Ev kesên xwenda, yên xwedî diplomayên universiteyan, heta hinek profesor çawa pişta xwe dane hebûna xwe ya neteweyî? Ev dezgeh, çawa dixebite? Ez bawer dikim ku mirov dikare li ser kesên weha, kesên ku ji alîyê objektif kurd in, an ji bab û dayîkeka kurd hatine dinê, lê ji alîyê subjektif xwe tirk dihesibînin, lêkolînên ciddî bikin. Mirov dikare li ser wê gengeşe bike ku kolonyalizm şiklekî çawa dide avahîya rûhîya kesên ji welatê kolonî ne.” (18)
Diplomatê Amerikayê Peter Galbraith dibêje:”Di têkilîyên min ên ji 40 salî zêdetir da ez rastê kurdek nehatim ku bêje ew li beramberê hevwelatîya Kurdistana Serbixwe, dide bo hevwelatîya Îraqê. Di nava wan da çar kurdên ku serekatîya Îraqê jî kirin, hene. Yanî, hemî kurdên Îraqê, serxwebûna kurdistanê dixwazin. Lê rêvebirîya Bush wê fam nekir. … Li Surîyê jî ez rastê kurdek nehatim ku Serxwebûna Kurdistanê biparêze.”
Ev tespîta Diplomatê Amerîkî jibo nasnameya Kurdistanevînîyê û kurdevînîyê cîyê lêgerînê ye û gelek girîng e. Çima li perçeyeke Kurdistanê hemî kurd, dewleta serbixwe dixwazin, lê li perçeyeka dî jî tu kurdek dewleta kurdî naxwaze. Bi rastî hewqas kedîkirina mirovan, mirov nikare texmîn bike, lê mixabin ew tespîta jorîn rastîyek û cîyê xemgînîyê ye. Li perçeyek qasî 2 milyon kurd hebin, lê hemî hevwelatîya Surîye bixwazin û jibo xwe dewlet naxwazin. Jibo nasnameya welatevînîyê, ev tam malxirabî û trajediyek e. Mirov dikare rewşa bi milyonan kurdên Bakurê Kurdistanê ku bi rîya PKK, tirkbûnê qebûl kirine û dikin; bi helqeya ku Peter Galbraith nîşan daye, zêdetir bike û her weha wê helqeyê fireh bike.

