Nezir Akat

Nezir Akat

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Berdewamîya dîrokî û domdarîya Neteweyî: Çarçoveyek ramanî 

A+A-

Nezîr Akat

Di maqaleya xwe ya berê de, min li ser bingehên teoriyên sereke yên netewe, pênaseya avakira netewe û ji perspektîfa van teoriyan jî pênaseyek giştî ya epistemolojîk ya neteweya Kurd pêşkêş kiribû.

Di sedsala 21'an de, ji bo Kurdan, minaqeşeya ku Kurd netewe ne yan na, êdî bidawî hatîye. Di vê qonaxa nû de; pêdivîyên sereke wekî netewe, bi kîjan  mafên û amoreyên kolektîf yên neteweyî hene wek pêvajoyek sîyasî ya rojeva neteweyî ye.

Wek teorîyek gelemperî, bi bawerîya ku bi perspektîfa tenê yek ji teorîyên li ser mijara ku neteweyan pênase dike, bersîva pêvajoya neteweya Kurd nade. Her yek teorî li gora pênaseyên xwe yên gelemperî, destnîşan dikin ku Kurd dikarin wekî neteweyekî dîrokî û siyasî bê nirxandin. Lêbelê, li ser vê nirxandinê çi mafên kolektîf bivê nevê ye û teqabulî asta neteweyî dike yan nake, hînê jî nezelaliyek teorîk ya berbiçav e.

Ji ber vê nezelaliyê, daxwazên neteweyî carinan tenê bi mafên demokratîk ên takekesî têne sînorkirin. Ji ber vê yekê jî, hewcedariyên dezgehî yên ku divê hebûna kolektîf û berdewamîya dîrokî ya neteweyî biparêzin, di plana duyemîn de dimînin.

Prensîba Berdewamîya Neteweyî û Dîrokî

Pirsa ku kîjan prensîbên neteweyî dikarin hebûn û berdewamîya neteweyeke dîrokî bi ewleyî bikin û biparêzin, wek pirseke sereke derdikeve rojevê. Divê bi bersivek ji bersivên amadeyî û şablonî bidûrketî were bersivandin û di nav paradîgmayeke teorîk de were bicîkirin. Ev dikare bibe rêvekirina pêvajoyê. 

Pirsgirêka neteweyî û siyasî ya neteweya Kurd tenê wekî bidestxistina zêde, yên mafên demokratîk pênasekirin şaşiyek dîrokî û beyhudeyek sîyasî ye. Pirsgirêka bingehîn ji bo neteweyeke di dîrokê de bi înkar, parçekirin û polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû maye, mafên kolektîf û statuyek destûrî û siyasî were afirandin dê bikaribe bibe egera berdewamîya neteweyî.

Statuyek neteweyî ya meşrû wek dezgeh û rêkxistineke strukturî ku paşerojê bi îro û îro jî bi siberojê û nifşên nû re girêdide bersîveke bi rojevê ve guncav e. Ew dezgeha strukturî û sazûmanî ya berdewamîya dîrokî û temînata pêşeroja neteweyî ye.

Garantiya berdewamîya neteweyî divê bi sîstemên neteweyî re guncav be.. Daxwazên meşrû yên neteweyekî dîrokî divê mekanîzmayên sazûmanî, siyasî û hiqûqî yên ku berdewamîya netewe  diparêzin di nav xwe de bipêçe.

Prensîbên ku berdewamîya neteweyî ava dikin, yekîtîya sê aliyên demî amade dikin:

●  Parastina paşerojê: Parastin û xurtkirina bîra dîrokî, ziman, çand, hişmendiya welatê hevpar û nasnameya hevpar zindî dihêle.

●   Xurtkirina îroyî:  Şertên netewe ku bikaribe dezgehên xwe pêş bixe, xwe bi azadî îfade bike û îradeya xwe ya kolektîfî nîşan bide di rojevê de dihêle.

●  Garantiya siberojê: Afirandina garantiyên sazûmanî yên mayînde ku ziman, çand, perwerdehî, nûnertiya siyasî û neteweyî ya jiyana hevpar ji nifşên îroyî ber bi nifşên nu ve veguheztine .

Daxwazên neteweyî, divê daxwazên dezgehî û rêxistinî yên temînata berdewamî  û ewleyîya pêşeroja neteweyekî dîrokî be. Bi vê mijarê ve girêdayî, daxwazên neteweyî ne tenê pêvajoya daxwazên dadwerî ne. Divê daxwazên dezgeh û rêxistina strukturî, berdewamîya hebûna neteweya dîrokî bin. Pîvana teorîk ya nirxên gelemperî yên kapasîteya ewleyîya ji nu ve  nûjenîya neteweyê dîrokî; ne tenê ji nu ve nûjentîye, divê ew berdewamîya dîrokî ya ewleyîya neteweyî bike navenda perspektiva  xwe ya sereke. Lewra netewe ne projeyek tenê ya pêşerojê ye, ew herweha di navbêra berdewamîya dîroka neteweyî ya paşeroj û pêşerojê de girêdaneke esasî ye.

Prensîba Nûjenkirina Neteweyî

Armanca bingehîn ya neteweyekî ku bi zordariya asîmîlasyonê re rû bi rû maye ne tenê parastina hebûna xwe ye, lê herwiha ew ji nu ve nûjenîya xwe, bixwe ye.  

Daxwazên neteweyî divê garantiyên sazûmanî yên ku netewe dikare bi wan xwe ji nû ve hilberîne di nav xwe de bipêçîne. Di sedsala 21'an de erkên teorîk yên herî girîng li pêşiya siyaseta Kurdan ew e ku têkiliya di navbera têgeha "netewe" û "mafên neteweyî" de ji nû ve were pênasekirin. Teorî û hewildanên ku di nav salên dawîn de di nav siyaseta Kurdan de hatine pêşxistin, gelek caran bûne sedema tevliheviyek teorîk. Ji ber vê yekê em neçar in ku ji nû ve vegerin ser mijara netewe û mafên wî.

Tenê qebûlkirina hebûna dîrokî ya netewa Kurd têr nake. Ev qebûlkirin divê bi mafên kolektîf û garantiyên sazûmanî yên ku şertên azad yên nûvekirina neteweyî pêk tînin were temamkirin.

Daxwazên neteweyekî divê mafên kolektîf ên ku şertên nûvekirina wî ji aliyê dîrokî, çandî, zimanî û siyasî ve pêk tînin di nav xwe de bipêçin. Meşrûbûna daxwazên neteweyî ji hevahengiya wan ya taybetmendiya netewebûnê tê.

Prensîba domdarîya Neteweyî

Berdewamîya neteweyî tê wateya ku neteweyek hebûna xwe ya dîrokî heta îro parastiye. Domandina neteweyî jî tê wateya ku ev hebûn ji bo pêşerojê jî were garantîkirin. Statûya neteweyî yek ji mekanîzmayên siyasî û hiqûqî ye ku ji bo pêkanîna vê domandinê tê dîtin.

Statûya neteweyî ne armanc e; ew amûrek e ku domandina neteweyî garantî dike. Di navbera domandina neteweyî û statûya neteweyî de têkiliyek organîk heye. Berdewamîya dîrokî gihîştina neteweyê ji paşerojê heta îroyê îfade dike; domandina neteweyî jî armanc dike ku ev hebûn bi ewlehî ber bi pêşerojê ve were veguhestin. Ji ber vê yekê, statûya neteweyî ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê yek ji garantiyên sazûmanî yên domandina neteweyî ye.

Berdewamîya neteweyî tê wateya ku xeta dîrokî ya neteweyî qut nebe. Ziman, çand, bîra dîrokî, nasnameya kolektîf û hişmendiya "em" ji nifşekê bo nifşa din têne veguhestin. Li vir girîng ew e ku girêdana di navbera paşerojê û îroyê de were parastin.

Domandin yan jî domdarîya neteweyî, tenê parastina vê girêdanê nîne. Ew kapasîteya neteweyî ye ku di pêşerojê de jî hebûna xwe bidomîne. Ji ber vê yekê ev têgeh ji berdewamîya dîrokî zêdetir dînamîk e.

Neteweyek dikare ji aliyê dîrokî ve hebûna xwe biparêze; lê heke nikaribe domandina xwe garantî bike, bi demê re dikare ji ber asîmîlasyon, koç, windabûna ziman an jî belavbûna çandî taybetmendiya xwe ya neteweyî lawaz bike.

Ji bo Kurdan ev cudahî bi taybetî girîng e. Gelek teoriyên netewe û netewayetîyê hebûna dîrokî ya Kurdan qebûl dikin. Lê pirsa bingehîn ew e ku ev hebûna dîrokî çawa dê di pêşerojê de were parastin û domandin, kêmasî û nezelalîyekê peyda dike.

Di teoriyên neteweyê de têgeha "berdewamîya dîrokî" gelek tê nîqaşkirin; lê "domandina neteweyî ya ber bi pêşerojê ve" gelek caran wekî sernivîsek teorîk ya serbixwe bi awayekî sîstematîk nehatiye pêşxistin.

Teoriya Statûya Neteweyî

Armanca statûya neteweyî ew e ku berdewamîya neteweyek dîrokî garantî bike. Ji vî alî ve, statûya neteweyî çarçoveyek sazûmanî ye ku berdewamîya neteweyî û dîrokî ya neteweyek ku di dîrokê de ava bûye diparêze.

Netewe ne tenê mîrasgirên dîrokê ne; di heman demê de emanetdarên dîrokê ne jî. Her nifş ne tenê berpirsiyar e ku ziman, çand, bîra hevpar û îradeya siyasî ya ku gihîştiye destê xwe biparêze, lê herwiha divê wan pêş bixe û radestî nivşên nu bike. Ji ber vê yekê, statûya neteweyî ne tenê modelek rêvebirinê ye; ew emaneteke sazûmanî ye ku hebûna neteweyê di nav demê de diparêze. Erkê bingehîn ê statûya neteweyî ew e ku berdewamî û domdarîya neteweyek dîrokî biparêze

Pêdiviya statûya neteweyî ji bo berdewamîya neteweyî û dîrokî encama mentiqî ya hebûna neteweyî ye ku bingeha teorîk ya nûvekirina neteweyî ava dike. Berdewamîya neteweyekî  dîrokî tenê bi mafên kolektîf û statûyek neteweyî ya ku şertên nûvekirin, pêşxistin û veguhestina mîrasa dîrokî ji nifşekî ji bo nifşên din garantî dike, were parastinê ye.

Daxwazên neteweyekî divê bi pênaseya wî neteweyî re li hev bikin. Heke daxwaz nikaribin bingehên ku neteweyî pêk tînin biparêzin, ew êdî daxwazên neteweyî nînin; ew tenê daxwazên demokratîk an çandî dimînin. Her daxwaza neteweyî divê bi garantiyeke sazûmanî ya ku ji nû ve hebûna neteweyê pêk tîne re têkildar be.

Neteweyek dê xwe wekî mijara siyasî bi kîjan statûya sazûmanî îfade bike? Daxwaza dewleteke serbixwe, federalîzm, xweserî, xweseriya çandî an jî modelên destûrî yên din dikarin werin nîqaşkirin. Lê ji aliyê teorîk ve ev prensîb dikare were parastin:

Mafên kolektîf ên neteweyekî bi mafên takekesî tenê nayên temamkirin. Neteweyek hewceyî statûyek sazûmanî ye ku wî di mijara siyasî de binaskirin bide. Ji ber ku qebûlkirina hebûna neteweyekî û qebûlkirina mafên kolektîf ên ku wê hebûnê bidomînin ne yek in. Wekî vê yekê, garantiyên sazûmanî yên ku neteweyê ji nû ve hilberînin jî pêwîstin. Ji ber vê yekê mafên neteweyî garantiyên sazûmanî ne ku bingehên neteweyê diparêzin û berdewamî û veguhastina wan ji nifşekê radestî nifşên din dike pêk tên.

Statûya neteweyî çarçoveya destûrî û siyasî ye ku ziman, çand, bîra dîrokî, welatê hevpar, îradeya siyasî û jiyana sazûmanî ya neteweyekê ji paşerojê ber bi pêşerojê ve bê qutbûn bidomîne. Ji ber vê yekê divê statûya neteweyî ne tenê wekî rêkûpêkek idarî were dîtin, lê wekî garantîya sazûmanî ya berdewamîya dîrokî ya neteweyê were nirxandin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin