Nivîskarê Rus Halfin kî ye?
Halfin, navê rastî Naftula Aronovich Khalfin e, bi Kurdî wekî Xelfîn te xwendin û nivisandin. 18ê Cotmeha 1921ande li Kîevê jidayikbû û di 4ê Tebaxa 1987an (65 salî) de li Yekîtiya Sovyetê wefat kir. Khalfin dîroknas, rojhilatnas û doktorê zanistên dîrokî yê Sovyetê yê navdar bû ku di reqabeta sedsala 19an de di navbera Rûsya û Brîtanî de li Asyaya Navîn, Afganistan û Rojhilata Navîn pispor bû.
Xelfin li Fakulteya Fîlolojiyê a Zanîngeha Kîevê xwendiye û ji Enstîtuya Pedagojiyê a Osetyaya Bakur mezûn bû. Wî perwerdehiya xwe a dîrokî li Zanîngeha Tomskê wergirt, dersên zanista arşîvê girt.
Ji sala 1945an heta 1956an, Naftula Aronovich Khalfin rêveberê Arşîvên Dîrokî yên Dewleta Navendî ya Sowyetê ya Ozbekistanê bû û li Zanîngeha Dewleta Asyaya Navîn ders da, di heman demê de li Enstîtuya Dîrok û Arkeolojiyê ya Akademiya Zanistî ya Sovyetê a Ozbekistanê jî xebitî.
Di sala 1956an de, N. A. Xelfîn tevlî Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê bû, li wir, piştî parastina teza xwe ya doktorayê, serokatiya koma lêkolînên Asyaya Navîn kir.
Ew serokê Beşa Têkiliyên Dîrokî û Çandî yên di navbera Rojhilatê Sovyetê û Derve de li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê û serokê desteya edîtorî ya rêzepirtûkên “Asya û Afrîka di Çavkanî û Materyalan de” bû. N. A. Xelfîn nivîskarê gelek monograf û gotarên akademîk e li ser dîroka têkiliyên navneteweyî li Asyaya Navîn di sedsala 19an û destpêka 20an de, reqabeta Anglo- Rusyayê li Rojhilat/Asya, Şerên Anglo-Afganî, û mijarên din, û her weha jiyan û berhemên dîplomat û rojhilatnasên Rûs û Brîtanî. Ew pispor û weşangerê belgeyên arşîvê ye.
Xelfin nivîskarê zêdetirî 150 weşanên akademîk e, di nav de 20 monograf. Balkêşiya wî ya sereke ya lêkolînê dîroka tevlîbûna Asyaya Navîn bi Rûsyayê û siyaseta kolonyalîst a Brîtanî li Rojhilata Navîn e.
Di nav berhemên Xelfîn de, heta di biyografiya ku min dîtiye û lêkolîn kiriye de jî, behsa pirtûka wî ya li ser Kurdan tune bû. Berhemên wî bi piranî bi Rojhilatê Asyayê ve girêdayî ne. Lêkolînên dîroknasên Rûsî li ser Kurdan ji sedsala 19an vir ve wekî komek xebatên berfireh hene, û ev lêkolîn di asta akademîk de hatine kirin; heta beşên lêkolînên Kurdî jî li welêt hebûne. Bi gelemperî ev lêkolîn ji hêla kesên xwedî paşxaneyên leşkerî û dîplomatîk ve hatine kirin. Naftula Aronovich Khalfin /Xelfin leşker nebû, lê ew zanyarekî Sovyetî bûye ku demekê wekî dîplomat xizmet kiribû.
Xebata wî ya li ser Kurdan, “Şerên li ser Kurdistanê di Sedsala 19an de”, tam bi serdema ku tevgera Kurd li Başûr çalak bûye re hevaheng e; piraniya zanyarên Rûsî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, an jî bi rasttir, piştî Komara Kurd ya Mehabadê li ser vê yekê sekinîn. Mînakî, Minorsky, Bazil Nikitin, Khalfin, A. Caba û N. Marr û gelekên din di vê serdemê de bi Kurdan re nas bûn, bi wan re eleqedar bûn, û hewcedariya nivîsandina li ser wan hîs kirin. Bê guman, ev ne serbixwe ne ji siyaseta giştî ya Sovyetê û tevgera Kurd ya Barzaniyê Iraqê ya 1958an; ew girîngiya wê serdemê nîşan didin.
Pirtûka N.A. Xelfîn di 1976an de ji hêla “Weşanên Komal” ve hate weşandin, ji pirtûka Xelfin a ku wergerandine Erebî ji wê wergerandine Tirkî. Di pirtûkê de hin sererastkirinên zimannasî hene; bo nimûne, nivîskarê “Vegera Deh Hezaran” bi Erebî wekî Zeynefon hatiye nivîsandin lê bi Tirkî wekî Ksenofon hatiye wergerandin, û her weha hin navên taybet û cihan jî hene. Çapa yekem ya Tirkî ya vê pirtûkê ji aliyê Weşanên Komal ve pêncî sal berê hatiye weşandin; Ez nizanim ka çapên piştre ên Kurdî an Tirkî hene an na. Tevî kêmasiyên xwe, ev pirtûk agahdariyên pir bikêr li ser eşîrên Kurd ên sedsala 19an, têkoşîn û têkçûnên wan dihewîne. Pirtûk 136 rûpel û bîblîyografiya dirêj dihewîne.
Bê guman e ku Halfin bi vê pirtûkê serdemek dîroka Kurdan ronî dike. Niviskar di pêşgotina xwe ya dirêj ji bo capa ewwil de ku ev xebata berfireh nivîsandiye, jixwe di destpêkê de navê pirtûkê “Barbo zo Kurdistan”, bûye ku tê wateya “Têkoşîna ji bo Kurdistanê”, danîbû, lê yên ku ew bi erebî çap kirine, sernav wekî “Têkoşînên li ser Kurdistanê di sedsala 19an de” wergerandine.
Di pêşgotinê de, Xelfîn sedemên ku heta niha lêkolîn û lêkolînên li ser Kurdan ewqas sînordar bûne rêz dike:
"Cûrbecûr bûyerên zordar û wêranker rê li ber Kurdan girtin ku dewletek neteweyî ava bikin."
Ji destpêka Serdema Navîn ve, Kurd di navbera împaratoriyên Îran û Osmanî de hatine dabeş kirin. Hin ji wan di destpêka sedsala 19an de di nav sînorên Rûsyayê de man, û yên din jî li axên Iraq û Sûriyeyê man, ku sînorên wan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatine xêzkirin. Bi rastî, ev welatên wan ên berê bûn.
Van şert û mercên asteng rê li ber lêkolînek pêwîst û saxlem a dîroka Kurdan girtine û hîn jî rê li ber digirin.
Ronîkirina dîroka Kurdan di demên nûjen de jî pir qels maye. Nivîskarên burjuva, ku bi hezaran pirtûk li ser derbasbûna bi deh hezaran Yewnaniyan ji nav Kurdistanê an jî seferên Îskenderê Mezin nivîsandine, pir kêm li ser dîroka Kurdan û têkoşîn û qehremaniya wan a li dijî zilm û koletiya ku di sedsalên 19 û 20an de li ser wan hatiye sepandin nivîsandine, bi zanebûn ji gotina rastiyê dûr dikevin.
Xelfîn rexne li burjuvaziya Rojavayî dike û dibêje ku Curzon (1), nûnerê wan di warê dîrokê de û bi taybetî bo lêkolîna pirsa Kurd û di rastiyê de bo pêşvebirina kolonyalîzma Brîtanî hate erkdarkirin.
Curzon di heman demê de Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bû û sernavê nûnerê Padîşah li Hindistanê digirt (2).
Lord Curzon lêkolînên xwe ku ji Rojhilat berhev kirine û weşandiye. Lêbelê, çarçoveya wan ne tenê ne zanistî ye, lê di heman demê de tahrîfkirî ye jî. Armanc tenê xizmetkirina siyaseta kolonyalîzma Brîtanî û şovenîzma Brîtanî ye. Lord Curzon li ser Kurdan wiha dibêje; “Dîroka Kurdan nayê zanîn! Belkî ev milet bê dîrok û bê edebiyat be. Ji ber ku di nav neteweyên ku her tim dijminatiya bêwate nîşan didin de dijiyan, di pêkhateya wan a civakî de tevlihevî û kaosek çêdikir. “Eger derfet bê dayîn Kurd di bin desthilatdariya destekî xurt û adil de bijîn, ew ê teslîmî fermanê bibin û îtaetkar bin.”
Bi awayekî xwezayî, armanca "destê xurt û dadperwer" kolonyalîzma Îngîlîz bû.
Nêrînên din ên D. Curzon ên derbarê Kurdan de ji yên berê ne kêmtir girîng bûn. Û ewî wana usa şirovekir: "Xelk bi rastî cahil û cahil e... Ewqasî ku nizane xwendin, pirtûk û mekteb çi ne. Ji deh hezarî yek jî nizane baş bixwîne û binivîsîne. Ew ji gelên din yên li vê derê rebentir û xapînoktir in" (3).
Ev Lordê siyasî û zaniyarî behsa jiyana dijwar a gelê Kurd, sedemên rastî û rola Îngilîstanê di parçe kirina bereketên Kurdistanê de bi hevkariya Îran û Împaratoriya Osmanî ya dem bi dem nake û bi bêdengî derbas dike. Lê gelê Kurd ne neteweyek bû ku xwedî adetên xerab û bi qazanciyê dijîyan, wek ku kesên ku ji bo berjewendiya dewleta xwe hatine Kurdistanê lêkolînan dikin. Berevajî vê, ew gel ji bo parastina hebûna xwe bi gelek zehmetiyan têdikoşiyan û neçar man di şert û mercên herî hêsan de bijîn.
Halfîn di berdewamiya pêşgotinê de wiha dibêje: Ne mentiqî ye ku mirov bipejirîne ku Curzon ji nivîsên Henry Trotter (4) di salên 1880an de konsulê Brîtanyayê li Kurdistanê bû, li ser asta jiyan û rewşa civakî ya guran û rastiyên ku wan eşkere kirine, diaxive, ne mentiqî ye.
Henry Trotter, di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdên Asyaya Biçûk” de dibêje:
“Li Wanê, hevdeh serokên Kurd/serok êşîrên Kurd daxwaznameyeke pêşkêş kirin ku li ser navê çil/çel hezar welatiyên Kurd yên ku li wir dijîn, ji nûnerê Sultanê Osmanî re hatibû amadekirin, ku wê demê li Wanê bû ji bo reformên îdarî yê Osmanî. Di vê daxwaznameyê de, Kurdan daxwaz kirin ku hikûmet bi lêçûnên xwe dibistanan ava bike, ew ji xizmeta leşkerî ya mecbûrî werin azad kirin, û di berdêla wê de, pergala tezmînatê ya ku ji bo Xiristiyanan tê sepandine ku ew ji bo wan jî were sepandin, heta diyar kirin ku ew amade ne ku ji Xiristiyanan bêtir bidin. Kurdan, ji bilî muameleya dijminane ya ku li wan dihatiye kirin, xizmeta leşkerî ya mecbûrî pir dijwar didîtin û nedixwestin xwe li dijî yên din di şerên Osmaniyan de biparêzin ku li wir mîna koleyan dihatin muamelekirin”. (5)
Henry Trotter bêyî ku nêrînên xwe lê zêde bike, rastiyê wekî xwe nîşan da: “Li gorî Henry, tevî bîranîn, têbiniyên û belgeyên cûrbecûr yên personelên leşkerîye, dîplomat, nûnerên hikûmetê û mîsyonerên ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî Amerîka, Almanya, Îngilîstan, Yekitiya Sovyet û dewletên din ve hatine şandin ku hatine Kurdistanê, dîroknasên burjuwayî ne tenê ji nîşandana rastiya pirsgirêka Kurd û dîroka Kurd wekî xwe dûr ketin, lê di heman demê de ji ravekirina tevahî ya xêzên sereke yên vê pirsgirêkê jî dûr ketin. Li hember daxuyaniyên rast yên hejmareke pir kêm kesan, yên din her gav pirsgirêkê di rêça berjewendiyên xwe de pêşkêş kirin. Wan ev yek nîşan da ye”.
Li gorî Xelfîn, lêkolînên li ser arkeolojîk, etnografîk û fîlolojîk yên Kurdistanê ji hêla rojhilatnasên Rojavayî û Rûsî ve tenê di demên dawî de dest pê kirine. Pêdiviya lêkolînek bi rastî berfireh ya van mijaran tenê di demên dawî de eşkere bû. Bi taybetî, zanyarên Rûsî, bi berçavgirtina nêzîkbûna Kurdistanê, xwe neçar hîs kirine girîngiya pêwîst bidin vê mijarê û rastiya ku hin Kurd li Rûsyayê dijîn.
Ji nîvê duyemîn ê sedsala 19an û pê ve, pirtûkên li ser vê mijarê dest bi weşandinê kirin. Berê jî lêkolîn hatibûn kirin, lê ji akademîk dûr bûn. Ew bêtir bo pêkanîna hewcedariyên siyaseta navxweyî û derve bûn. Paşê, pirtûkên akademîk yên ku li Saint Petersburgê hatine weşandin, nifûsa Kurdan, wargehên wan, eşîr, dîrok û zimanê wan lêkolîn kirin. Bi bingehîn...Lêkolînên herî girîng ji hêla A. Caba ve hatine kirin. Caba di dema wezîfeyên xwe yên dîplomatîk li Asyaya Biçûk de li Erziromê, Kurdistanê, lêkolîn kir. Beşa Lêkolînên Kurdî li Enstîtuya Lêkolînên Rojhilat bi August Caba (6) re hat damezrandin. Bi vî rengî, lêkolînên Kurdî li Rûsyayê destpêkirin û arşîvek mezin hate afirandin.
Zanyarên din ên Rûsî yên wekî J. Orbeli (7), N.M. Marr (8) û beşdarî ronîkirina aliyên berê nenas ên avahiya civakî ya gelê Kurd bûn. Zanyarên Rûsî, ku ji hêla ramanên pêşverû û nêrînên çepgir ve bandor bûn, piştî salên 1930an xebatên xwe yên li ser Kurdan û dîroka wan di cildên berfireh de weşandin. Van lêkolînan paşê gelek zanyar û rojhilatnasên nû yên Kurd, wekî Qanadê Kurdo û Cemîle Celîl. Niha du dibistanên ramanê- Rojavayî û Rûsî - li ser Kurdan lêkolînên akademîk dikin.
BULETÎNA Enstîtuya Lêkolînên Rojhilat, Akademiya Zanistên Rûsyayê ji bo biranina sedsaliya Xelfin: Dîroknas û rojhilatnasê Sovyetî yê berbiçav Naftula Aronovich Khalfîn rêzenivîsêe amede kirin. Ev gotara analîzek li ser çalakiyên wî di salên 1957-1971an de ango piştî tayînkirina wî wekî serokê Beşa Enstîtuya Lekolinen Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê pêşkêş dike. Gotar agahî li ser Beşa Pirsgirêkên Dîrokî û Çandî yên Rojhilata Sovyetê nîşan dide. Beşa Têkiliyên Dîrokî û Çandî yên di navbera Rojhilata Sovyetî û Biyanî de di Serdema Nû û Hemdem de dihewîne. Bi berçavgirtina profîla beşa nû, berjewendiyên zanistî yên Xelfîn di vê serdemê de ji pirsgirêkên kolonyalîzmê dîsa ber bi pirsgirêkên Asyaya Navîn û Afganistanê ve çûn, ku wî li Taşkentê dest bi mijûlbûna bi wan re kiriye. Ji salên 1970an vir ve, wî hejmarek monograf û hejmareke mezin ji gotaran li ser aliyên cûda yên dîroka vê herêmê weşandiye û berdewam kiriye ku li ser weşanên Sovyetî û biyanî nirxandinan binivîse. Xelfîn beşdarîyeke girîng di lêkolîna biyografiya rojhilatnasê Rûsî yê berbiçav N. V. Xanîkov (9) de kir. Mijara Afganistanê, ku gelek berhemên N. A. Xelfîn, tevî yên gelêrî jî, lê hatine veqetandin, piştî sala 1979an bi taybetî girîng dibe. Di vê serdemê de, Xelfîn, ji bilî xebatên xwe yên zanistî, wekî nivîskarê vegotinên dîrokî an jî belgefîlmên li ser têkoşîna gelê Afganistanê li dijî Brîtanîyan tê nasîn. Gelek berhemên wî bo Îngilîzî û zimanên Afganistanê hatine wergerandin. Wî her wiha berhemên li ser kesayetiya navdar a «kolonyalîzma Brîtanî» Curzon weşand. Ji bilî berhemên xwe, Xelfîn gelek xebat li ser weşandina berhemên rêzenivîsa «Asyaya Navîn di Çavkanî û Materyalên Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an de» kir, ku tê de ew wekî edîtor, nivîskarê pêşgotin û notan, û her weha rêzenivîsa «Yekîtîya Sovyet û welatên Rojhilat» kar kir. Ji ber ku yek ji lêkolînerên herî girîng yên siyaseta Brîtanî li Asyaya Navîn û Afganistanê ye, N.A. Xelfîn beşdarî civînên hevbeş ên zanistî yên navneteweyî bû.
(1)Lord Curzon (11ê Çile 1859 -20ê Adarê 1925an), dewletmedar, siyasetmedarê muhafezekar û nivîskarekî Brîtanî navdar bû. Bi navê D. Curzon ji tê nasîn, navê wî yê rasteqîn George Nathaniel Curzon bû,
(2)Hindistan ji sedsala 17an û pê ve bû koloniyeke Brîtanî, bi çalakiyên bazirganî dest pê kir û di bin desthilatdariya rasterast a Brîtanî (British Raj) de ji 1858an heta 1947an berdewam kir.
(3)D Curzon, Faris û meseleya Farsan (Persia and the Persian issue),cild 1; rûpel 533-550/522-555
(4)Henry Trotter (1841-1919) efserê Artêşa Hindî ya Brîtanî di Endezyarên Qraliyetê de, nivîskar û kifşkerê Asyaya Navîn bû. Henry Trotter (ku pir caran jê re Henri Trotter tê gotin) a rastî di sala 1879an de, ew wekî konsulê Kurdistanê hat tayînkirin. Ji sala 1880an pê ve, wî wekî konsulê Erzurumê, bajarekî girîng ê herêmê, xebitî. Paşê wî wekî ataşeyê leşkerî li Konstantînopolê û konsulê giştî li Sûriyê xebitî. Di 1919an de mir.
(5)H. Trotter, Kurds of Asia Minor (Kurdên Asyaya Biçûk) cild:7, rûpel:11/Rapora Brîtanî (28 tîrmexê 1880)
(6)August Caba (1801-1894), ji nîşana Caba, rojhilatnas û dîplomatekî Polonî bû ku di xizmeta Rûsyayê de bû. Wî li Saint Petersburg, Rûsyayê (1824–1828) zimanên rojhilatî xwend. Di navbera salên 1848–1866an de, August wekî wergêr li konsulxaneyên Rûsyayê yên li Jaffa û Îzmîrê û wekî konsul li Erzurumê xebitî.
Caba li ser adet, wêje û zimanê gelê Kurd lêkolîn dikir û di sala 1861an de, encamên wê di kovara bi zimanê fransî ''berhevoka agahdarî û çîrokan ji edebiyat û eşîrên Kurdistanê'' de weşand. Ew her wiha nivîskarê Dictionnaire kurde-français e, yekem ferhenga fransî-kurdî (1879).
(7)Joseph Orbelî (1887-1961), rojhilatnas û kesayetiya giştî û akademîsyenekî Sovyet-Ermenî bû ku di lêkolînên îranî, fîlolojiya ermenî û kurdî û arkeolojiyê de pispor bû ku di dîroka serdema navîn a Transkafkasyayê de jî pispor bû û ji sala 1934an heta 1951an Muzexaneya Hermitage li Lenîngradê birêve bir. Ew damezrîner û serokê yekem ê Akademiya Neteweyî ya Zanistan a Ermenistanê bû (1943-1947).
(8)Nikolai Yakovlevč Marr (1864-1934), zimannasekî Rûsî-Gurcî yê navdar û nakok, Kurdan wekî neviyên xwecihî yên nifûsa destpêkê ya berî-Hind-Ewropî ya herêma Rojhilata Nêzîk dihesiband.
(9)N.V. Xanikov: Nikolai Vladimirovich Khanykov, dîplomat, rojhilatnas, erdnîgar û etnografekî navdar ê Rûsyayê yê sedsala 19an bûye û di 24ê Çiriya Pêşîn a 1819an de jidayikbûye û di 15ê Çiriya Paşîn a



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin