DERBARÊ RÊWÎTIYEKÊ DE
Di bin germahiya tîrêjên meha Tîrmehê de, li gorî peyman û bawerîya wefadarîya doza neteweyî, ez û hevalê min ê fedakâr û hêja Rifat Sefalî, me berê xwe da wê erdnîgariya asê ya Çewlîgê (Çepaxçûr). Armanca me ya sereke ew bû ku em bi dost û hevalan re bicivin, sohbet bikin; hêja û nîrxên xwe yên hevpar bibîrbînin.
Carnan dema ku ez bi heval û dostan re derdikevim rêwîtiyekê, ez hewl didim ku di dirêjahiya rê de şopên dîroka têkoşîna siyasî û civakî ya wê erdnîgariyê bibîrbînim, li dû van şopan biçim û di dema rêwîtiyê de lûtkeyên çiyayan, hêsirên çem û newalan, qêrîn û hawarên şikeftan; hêrsa dengvedanên rûbaran bi baldarî bişopînim. Bi giranî hemû hewldanên geştîyarî û rêwîtiyên dûr û dirêj li ser bingeha hişmendîya neteweyî û ji bo armancên sereke didome.
Çendî ku rê dirêj dibe, di nav kûrahiya geliyan de, li ser xaçerêya rêyên bêdawî û di nav hevraz û gazên difitilin de em bi hestekî niştîmanperwerî xwezayê hembêz dikin. Di berwarê çiyayên xwe dispêrin asoyên berfireh, ew aktorên ku ji bo berdewamiya têkoşîna neteweyî ala ku radestî nifşên pey xwe kirin û bûn stûnên pira nav nifşan, dişopînim. Ew enerjî û kelecanîya bi nîrxên bingehîn ku nifşan bi hev girêdide û şopên li pey xwe hiştine bala me dikşîne. Di vê rêwîtiyê de, her ku rê dirêj dibin û erdnîgarî hişk û asê dibe, ez/em hewl didin zanînên di hişê xwe de, vegotinên devkî yên derbarê heremê û bûyerên dîrokî bi hevre şîrove bikin.
Wekî ku tê zanîn, erdnîgarî carinan ne tenê xak e, nexşeya berxwedana miletekî nîşan dide. Çewlîg (Çepaxçûr) û çiyayên wê yên asê, ciyekî girîng ê erdnîgariya me ye; devereke wisa ye ku damara berxwedana siyasî, hişmendiya neteweyî û têkoşîna siyasî lê hatiye jiyîn. Em dizanin ku hêzên mêtinkar ji bo xerakirina tevna civakî ya vê herêmê hewldaneke mezin dane.
Di destpêka salên 1900’an de, yek ji çivên dijwar ên dîrokê, li ser xeta Gimgim û Çewlîgê ya ku li herêma Serhadê deng veda, Xalid Begê Cibrî, Şêx Seîd, Şêx Şerîf, Yado Paşa, Salih Begê Hênê, Dr. Fûad, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Evdilqadirê Nehrî û hevalên wan meşaleya hişyariya neteweyî û tevgera Azadiyê vêxistin; di salên 1965’an de Seîd Elçî û hevalên wî ew çirûsk ji nû ve geş kirin. Di salên 1970 û piştî wê de jî Zekî Adsiz, Mehmet Hayrî Durmuş, Cîhat Elçî, Îsmaîl Hakkı Mütevalizade, Dr. Seîd Çûrûkkaya, Îdrîs Ekîncî, Ahmet Aytemur, Ahmet Kasımoğlu û gelek qehremanên bênav ên ku navên xwe li rûpelên zêrîn ên dîrokê nivîsandine; di her qonaxa vê têkoşînê de mînakên herî berbiçav ên fedakarî, lehengî û dilsoziyê nîşan dan. Hinekan di zindanan de serî da, lê sir nedan, hinekan li kolanan û hinekan jî li serê çiyayan alaya vê doza pîroz hildan. Mîna gelek herêmên Kurdistanê, bi dehan kadro û aktorên siyasî di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girtin û wekî pêşbazên pêşbaziya alayê, li ser erdên ku bi agir dihatin ceribandin, ber bi paşerojê ve têkoşiyan.
Îro dema em li paş xwe dinêrin, em zanin ku ev hemû geşedanên qewimîne, ne rêzefilmên trajedî û pêvajoyên ji hev qutkirî ne. Ev zincîra pêvajoyan, bi rengekî, berdewamiya pêlên har ên çemekî bêrawestan e ku nîşana berdewamiya wê têkoşîna ku em tê de cih digirin û ji bo wê şahidîyê dikin.
Ji ber vê yekê, ji bo bibîranîn, rêzgirtin û anîna ser hişmendiyê ya kesên ku di refên têkoşîna azadiya neteweyî de li her devera ku em tê re derbas dibin jiyana xwe ji dest dane, dem bi dem seredana goristanan bi feyde ye. Divê em ji bîr nekin ku ev kadro kevirên bingehîn ên pira ku berdewamiya têkoşîna navbera duhî û sibeha gelê Kurd îfade dike. Ew kadro ne ku di dema bayê herî dijwar de jî ala azadiyê nexistin erdê.
Ji bo ku keda û mîrasa van zarokên leheng ên miletê Kurd ji nifşên paşerojê re were veguhastin, xwedîderketina li nirxên têkoşîna azadiyê û diyarkirina çarenûsa xwe wekî pêdiviyek neteweyî, berpirsiyariya bingehîn a her welatparêzî ye. Bi vê boneyê, em careke din hemû şehîdên Kurdistanê di şexsê zarokên hêja yên Çewlîgê; Seîd Elçî, Zekî Adsiz, M. Hayrî Durmuş, Îsmaîl Hakkı Mütevelizade, Cîhat Elçî û Dr. Seîd Çûrûkkaya de bi rêzgirtin bi bîr tînin.
16.07.2026
Cano Amedî


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin