Divê statuya kurdî (kurmancî- zazakî) bi huqûqê were parastin!
Siddiq Bozarslan
Bi taybetî jibo bawermendên kurd û bi giştî jî jibo hemî çîn û tebeqeyên kurd ez dixwazim di çarçoveya pênasîya zimanê kurdî da çend gotin û tespîtên ku di Kitêbên Muqaddes da (Tewrad, Încîl, Qur´an) hene, pêşkêşî we hêjayan bikim. Ez li vir dişê bidim zanîn ku xwendevanên hêja divê şola zimanê kurdî jî di çarçoveya pênasîya kurdî û mafên neteweyî û demokratik da vê şolê û çareserîya wê bigrin destê xwe û di wê çarçoveyê da bikevin nav hewildanan û têbikoşin. Lê di mercên îro da dibe ku çarçoveya pênasîya mafên neteweyî û demokratik jibo kurdan, ne hêsa be û gelek rêxistin beşdarîya vî karî nekin. Loma ez bi taybetî pênasîya zimanê kurdî ku bibe zimanê resmî û perwerdeyê, bila ev were bi sînorkirin da ku di çarçoveyeka firehtir da rêxistinên me yên ku li Amedê dijîn (û rêxistinên hemî derên Kurdistanê); beşdarîya vî karî bikin. Vaye çend numûne ji kitêbên muqaddes, li jêr in û divê xwendevanên bi rastî oldar in, van ayetên Kitêbên Pîroz bi diqet û baldarîyeke mezin bixwînin û resmên xwe û civata xwe di nav wê çarçoveyê da raxînin meydanê û muhasebeya xwe ya wijdanî bikin ku ew bikaribin bigihin hin encamên dersjêderxistinê:
Kitêba Muqaddes Tewrad, ”Xwedê, jibo beşer- însên di navbera çemên Dîjle û Ferad da baxçeyekê cennetê (bihiştê) ava kirîye.” nivîsîye. Bi awayeka dî Xwedê, dîroka mirovatîyê ji erdên Kurdistanê daye despêkirin.
Xwedê, jibo beşê XII.an û tevokên 8-15yan ên Kitêba Hz. Musa Tewradê weha nivîsîye:
”Xwedê, bihişta (cennet) xwe li rojhilatê ew derê ku jê ra ´Îyden´ hatîye gotin, ava kirîye. Vaye Xwedê, însên jî li wir afirandîye û daye bicîkirin. Paşê Xwedê, ew derê ku jê ra ´Îyden´ hatîye bi navkirin, çemek çêkirîye, ku bi ava wê baxçeyê xwe bidin avdan. Ji wan yek Çemê Baysan e, yek jî Çemê Kehan e, yên dî jî Çemên Dîjle û Ferad in.”
Piştî ku me di Tewratê da dît, îcar em dişê li Încîlê binêrin. Di Kitêba Duyemîn a Hukumdaran da, yanî di Încîlê Beşê 17yan, tevoka 6an da weha dinivîse: ”Di sala 9yan ya Pêxemberîya Hoşya da, Hukumdarê Asur, herêma Sumerîyan dagirtîye. Bi vî awayî tevayîya cihuyan dîl (esîr) dikin û wan mecbûr dikin ku li bajarên Habûr û Halahê cîwar bibin. Ku ew der, derdorên Çemê Kuzanê û herêmên ku bajarên Medyayê lê ne.”
Di Qur´anê da jî herêma Kurdistanê, wek ”cîyê mubarek, cîyê bibereket” hatîye nîşankirin. Ev nîşankirin, ji alîyê Hz. Nuh Pêxember ve hatîye bikaranîn. Xwedê weha ferman kirîye: Sûreyê (23) Mumînûn, Ayet 29: ”Dîsa bibêje: Xwedayê min! Min li cîyekî pîroz û bi bereket bi cî bike û her Tu yî çêtirînê bicîkeran.”
Sûreyê (11) Hûd, Ayet 44: ”(Piştî ku kafir binav bûn, ji erd û asîman ra) hate gotin: Hey erdê! Ava xwe daqurtîne. Ya esmano! Avê bigire, nebarîne. Av kêm bû û çikîya, ferman bicî hat, keştî jî li ser Cûdî rawestîya û hate gotin: Helak jibo qewmê zalim be!” (28)
Li gora rîvayetê, di keştîya (gemî) Hz. Nuh da 84 zilam û 40 jin hebûne. Ji dervayê wan kesan, hemî kesên dî binav bûne û tu kes li jîyanê nemane. Van kesên ku ji keştîyê hatine xwarê, li herêmê dest bi jîyaneka nû kirine; wan deran jibo xwe kirine cîyên avdanîyê, ziraetê, bazirganî û senatkarîyê. Ev der jî wek xwendekar pê dizanin, Bakurê Kurdistanê herêmên Cudî û Araratê ne.
Eger mirov tenê li van du Ayetên Qur´anê (Sûreyê(30) Rûm, Ayet 22: ”Ji qudreta Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine.” Sûreyê(49) Hucûrat, Ayet 13: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze” binêre û kirinên dagirkerên Kurdistanê wek Turkîye, Îran, Îraq û Surîye ku li ser kurdan pêkanîne, muqayese bike; mirov bi awayeke zelal dibîne ku van nîzaman di eslê xwe da Qur´anê û dînê îslamê jî avêtine bin pîyên xwe û loma ew di emelê xwe da jî Xwedênenas in. Di vê hevokê da zelal xuya dibe ku ew kesên an civatên ku şexsîyetên xwe neparêzin, qîmeta wan li cem Xwedê jî nîne. Yanî kesên ku pênasîya xwe ya kurdînîyê naparêzin û jibo çêkirina dewleta xwe nakevin nav hewildanên têkoşînê, tu qîmeteke wan nîne û ew bixwazin nexwazin dê wek koleyan bijîn.

