Li Kobaniyê li dijî biryara li ser zimanê Kurdî xwenîşandan hat lidarxistin

Li Kobaniyê li dijî biryara li ser zimanê Kurdî xwenîşandan hat lidarxistin

.

A+A-

 Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, welatî, xwendekarên dibistanan û yên Zanîngeha Kobaniyê li dijî sînordarkirina dersên zimanê Kurdî xwenîşandanek li dar xist.

Xwenîşanderan nerazîbûna xwe li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê nîşan da ku dersên zimanê Kurdî di hefteyekê de bi 3 dersan sînordar kiriye.

Xwenîşander ji Qada Jina Azad heta Qada Aştiyê meşiyan.

Wan xwest ku perwerdeya bi zimanê Kurdî wekî berê berdewam bike û biryara sînordarkirina dersên Kurdî were betalkirin.

Di nav xwenîşanderan de her kesî ev biryar red kir û hat diyarkirin ku Kurd qebûl nakin perwerdeya bi zimanê Kurdî di hefteyê de tenê 3 ders bin.

"Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em dev ji zimanê xwe bernadin"

Îbrahîm Ehmedê 71 salî yek ji wan welatiyan e ku beşdarî xwenîşandanê bûye.

Ew nexwende ye û nikare bixwîne yan jî binivîse lê îro ji bo zimanê xwe di nav xwendekaran de ye.

Îbrahîm Ehmed daxwaza xwe wiha anî zimên:

"Ez dixwazim zarokên birayên min û hevalên min bi giştî bi Kurmancî bixwînin."

Welatiya bi navê Leyla Ehmed jî nêrîna xwe parve kir û got:

"Me ew qas berdêl da û me nirxên xwe parastin heta vê kêliyê ji bo ziman û zimanê me yê zikmakî were parastin. Ew razî bin an ne razî bin, helwesta me ev e."

Her wiha welatî Salih Şekiro jî diyar kir ku ev biryar neheqiyeke mezin e û wiha pê de çû:

"Em vê neheqiya li ser vî miletî qebûl nakin. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em dev ji zimanê xwe bernadin.

Zimanê dayîkê ye, çi bibe jî em dev ji zimanê xwe bernadin."

"Mebesta me redkirina biryarê ye"

Xwendekarê bi navê Mahir Elî yê ku beşdarî meşê bûbû, bi kurtasî got, "Ez ji bo zimanê Kurdî hatime vir."

Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê Dr. Şervan Mislim jî tevlî xwenîşandanê bû û xwest wekî berê perwerdeya bi zimanê Kurdî berdewam bike.

Dr. Şervan Mislim li ser armanca xwenîşandanê ev tişt anîn zimên:

"Mebesta me ew e ku em wê biryara dema dawî qebûl nakin ku dersên zimanê Kurdî bi 3 waneyan sînordar dike.

Her wiha em li hemberî vê biryarê helwesta xwe didin diyarkirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin