
Dijeterora Kurdistanê: 10 dron li asmanê Hewlêrê hatin têkşikandin
.
10 dronên bombekirî li ezmanê bajêrê Hewlêrê hatin xistin û ti ziyanên giyanî li pey xwe neanîn.
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, berbanga îro 2ê Îlona 2026an, 10 dronên bombekirî li asmanê bajêrê Hewlêrê hatine xistin.
Li gorî daxuyaniyê, ew 10 dron di navbera saet 01:13 û 03:31ê berbangê de, ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatine xistin.
Derbarê ziyanên giyanî û madî de jî Dijeterora Kurdistanê diyar kir: "Xweşbextane ji êrîşan ti ziyanên giyanî çênebûne."
Ev di demekê de ye ku derengiya şeva borî Amerîkayê êrîşî çend baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran li başûrê Îranê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşan de ragihand, êrîşên wan yên "mezin û bihêz" wek bersivekê bûn bo "hewldanên biserneketî yên Îranê yên bo çandina mînan li Tengava Hurmuzê" û herwiha avêtina heşt mûşekan ser baregeha wan a leşkerî li Urdinê, ku hemû hatine têkbirin.
Supaya Pasdaran a Îranê jî wek bersivekê bo êrîşên şeva borî yên Amerîkayê, bi dron û mûşekên balîstîk êrîşî welatên Kuweyt, Urdin, Behreyn û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, ku di dawiya meha Sibata îsal de bi êrîşa ser Tehranê û kuştina Rêberê berê Elî Xamineyî dest pê kiribû, gihîştiye asteke xetimînê. Agirbesta demkî ya di navbera her du welatan de piştî êrîşa ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê bi dawî hat.
Niha Îranê Tengava Hurmizê girtiye û Amerîka jî dorpêça li ser benderên Îranê tundtir kiriye. Trump tekez kir ku rêkeftin ji bo wî ne giring e û her dema ku pêwîst bike, dê bi tundî li Îranê bidin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin