Şerê Amerîka û Îranê gurtir dibe: Şeva borî kê li kû derê xist?

Şerê Amerîka û Îranê gurtir dibe: Şeva borî kê li kû derê xist?

.

A+A-

Şer û pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de ji nû ve dest pê kir û şeva borî gelek êrişên cuda pêk hatin.

Hêzên Amerîkayê piştî çend hefteyan êrişî platformên berdana mûşekan ên Îranê yên li Girava Larkê kir.

Washingtonê ragihand ku armanca vê êrişê ew e ku rê li ber Îranê bigire da ku mayînan li rêyên sereke yên deryayî neçîne.

Îranê jî bi êrişkirina ser çend deveran bersiv da.

Artêşa Amerîkayê şeva borî pêleke tundtir a êrişan bir ser binesaziya leşkerî ya asmanî û deryayî ya Îranê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan êrişên xwe yên li ser pergala parastina asmanî, radar, dezgehên deryayî, şiyanên mayînkirinê û baregehên ragihandinê yên Supaya Pasdaran bi dawî kirine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ev êriş bersivek e li hemberî hewldanên Îranê yên ji bo çandina mayînên deryayî.

Trump her wiha da zanîn ku êrişa b’ heşt mûşekan a li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Urdinê jî sedemeke din a êrişan e û ew mûşek hemû hatibûn têkbirin.

Li nav Îranê dengê teqînan hat bihîstin

Li hemberî vê, televîzyona fermî ya Îranê belav kir ku li bajarên Bende Ebas û giravên Qîşm û Lavanê dengê gelek teqînan hatine bihîstin.

Divê were gotin ku Lavan wekî stasyoneke hinartina petrolê tê zanîn.

Her wiha Balafirgeha Cîroftê ya li parêzgeha Kirmanê jî hatiye hedefgirtin lê ti zerer negihiştiye cihê firînê û avahiyan.

Li aliyê din, 4 mûşek li deverên Çabehar û Konarekê ketin.

Berpirsekî Xuzistanê jî eşkere kir ku Amerîkayê bi mûşekan êrişî derdora Ehwaz û Axacariyê kiriye.

Heyva Sor û medyaya fermî ya Îranê jî ragihand ku paşmayên mûşekeke Amerîkayê li bajarê Kuhestekê yê girêdayî parêzgeha Sîrîkê li nav dawetê ketine.

Di vê bûyerê de 4 kes mirine ku yek ji wan zarok e û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Berdevkê CENTCOMê Tim Hawkins ev tohmet red kirin û anî zimên ku artêşa Amerîkayê berevajî Supaya Pasdaran sivîlan nake hedef.

Tim Hawkins got, ev êriş wekî bersiva wan êrişên Îranê ne ku keştiyên bazirganiyê û leşkerên Amerîkayê kiribûn hedef.

Operasyonên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê

Piştî van êrişan, medyaya Îranê ragihand ku hêzên wan ên çekdar li hemberî hêzên Amerîkayê "operasyoneke diyarker" daye destpêkirin.

Berbanga îro (2yê Îlona 2026an), Supaya Pasdaran bi mûşek û dronan dest bi pêleke êrişan a li ser “berjewendiyên Amerîkayê” yên li Urdin, Kuweyt, Behreyn û Herêma Kurdistanê kir.

Supaya Pasdaran li Urdinê bi mûşekên balîstîk êrişeke tund bir ser baregeha rahênanê ya hêzên deryayî yên Amerîkayê (Kampa Titinê) ya li Kendava Eqebeyê ku nêzîkî sînorê Îsraîl û Siûdiyê ye.

Artêşa Urdinê ragihand ku wan 10 mûşekên Îranê li asman têk birine û 3 mûşek jî li deverên vala ketine.

Hat zanîn ku di vê bûyerê de ti kes nemiriye û ti zererên canî çênebûne.

Artêşa Kuweytê jî daxuyand ku pergala wan a parastina asmanî bersiv daye êrişeke bi mûşek û dronan.

Artêşê ji welatiyan xwest ku li gorî fermanan tev bigerin.

Piştî ku li Behreynê zengilê hişyariyê hat bihîstin artêşa Îranê ragihand ku wan li Baregah Asmanî ya Şêx Îsa bi dronên bombebarkirî êrişî radar û navendên kombûna hêzên Amerîkayê kiriye.

Hewlêr

Heman berbangê, Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de got ku wan bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, navendeke çaksaziyê, depoyên kel û pelên teknîk û pergala bilindkirina balonên sîxuriyê yên Amerîkayê “hatine wêrankirin.”

Artêşa Pasdaran angaşt kir ku depoyên sotemeniyê yên baregehê jî şewitîne û “hinek leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.”

Hişyariyên tund

Bi destpêkirina vê operasyonê re, berpirsên bilind ên Artêşa Pasdaran aa Îranê hişyariyên tund dan welatên herêmê.

Di daxuyaniya Artêşa Pasdaran de hat gotin ku Amerîkayê berê li Mînab û Lamêrdê nêzîkî 200 zarokan kuştine û li ahenga Sîrîkê jî nêzîkî 70 kesî xistine nava xwînê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Loma dema bidawîanîna desthilata Amerîkayê hatiye."

Supaya Pasdaran rasterast hişyarî da welatên Ereban, bi taybetî jî hişyarî da Kuweyt, Behreyn û Urdinê.

Îranê destnîşan kir ku heke ew hêzên Amerîkayê ji welatên xwe dernexin û baregehên wan ji wan nestînin, dê rûbirûyî bersiveke kujer û wêranker bibin.

Di heman demê de, Biryargeha Xatemûlenbiyayê ragihand ku operasyonên wan ên li dijî Amerîkayê dê berdewam bikin.

Biryargehê hişyarî da ku her welatê alîkariyê bide artêşa Amerîkayê, "divê encamên wê yên metirsîdar bide ber çavê xwe."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin