Amerîka yan Îran?

Amerîka yan Îran?

.

A+A-

Mecîd Nizamedîn Gilî/Rûdaw

Pirseke çewt e û nabe were kirin, lê biryarbidestên kurd piştî êrişên moşek û dronan ên vê dawiyê vê pirsê pir dikin. Ji ber vê ez ê hewl bidim bersiva wê didim û paşê bêjim, çima çewt e em vê pirsê bikin li gor zanyarî û çavkaniyên navneteweyî ku min di vê demê de guftûgo bi wan re kir.

Tişta yekem bila ez ji bersivên çewt ên vê pirsê dest pê bikim ku serwext im bi cidî qala wan tê kirin.

Yekem bersiva çewt: “Heke nikarin me biparêzin, bila ji Kurdistanê herin”.

Sûda hebûna hêzên Amerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê girtina rê ye li ber her planeke şiî ji bo dawîanîna li Herêma Kurdistanê wek qewareyeke siyasî. Ev rastiyeke stratejî ye û ne nerîn e û tênegihiştina jê kawikiyeke konevanî ye. Amerîka ne amade ye û ne dikare biçûktirîn pirsgirêka ewlekarî ji te re çareser bike. Ne problem e, here ji wan bixwaze ku wan kêşeyan ji te re çareser bikin, lê Herêma Kurdistanê ku bi sed hezaran çekdarên Heşdê dorpêçkirî ye, nikare bi hişmendiya mercdar wek "Heke nikarin me biparêzin, ji Kurdistanê derkevin" biaxive. Dibe ku Bexda û Riyaz bikarin vê gotinê bêjin, lê dibe ku ji bo Hewlêrê baca wê pir giran be.

Min ev şiroveya xwe li ser bingeha nêt û merema amerîkiyan ava nekiriye. Hêzên wan li wir in: 1. Ji bo sînorekî ji Îranê re danin. 2. DAIŞ û 3. Heke gelek serêşiyan ji wan re çê neke, parastina hevalbendên xwe mîna kurdan. Lê nêt û merema Amerîka çi dibe bila bibe, tenê hebûna wan a leşkerî li Iraqê ango garantiya şikestanîna her planeke şiî ye ji bo dawîanîna pratîkî li Herêma Kurdistana Iraqê wek qewareyeke siyasî ya xwedî biryar û desthilat. Heke ji destê wan were, biryarbidestên şîe her tiştî dikin ji bo dawîanîna li Herêma Kurdistanê. Heke tu ne di wê baweriyê de yî ku biryarbidestên şiî wî karî pêk tînin, herin ji suniyan bipirsin û bibînin çawa şîe tew reh û şîrêza civaka wan hilqetandin ku ji serdema xîlafeta Ebasî ve, kêm zêde wek xwe mabû.

Duyem bersiva çewt: “Bila ya ku Îran dixwaze, em bikin”.

Daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê bikin û dirûşma "Mirin ji Îsraîl û Washingtonê re" bilind bikin. Ev daxwaza Îranê ji serkirdatiya kurd e. Hinek piştî êrişan tirsiyane, li sazişkirin û qebûlkirina wan daxwazan difikirin, qaşo "bilindkirina wê dirûşmê ti bandorê li ser siyaseta amerîkiyan nake û ma em ê çi zirar bikin?"

Lê bandora wê li ser nerîna amerîkiyan li hindava kurdan dibe. Ya ku wiha li amerîkiyan kiriye carinan te ji jinavçûna bivê-nevê biparêzin, ev baweriya li Washingtonê ye ku "Kurd hevalbendên Amerîkayê ne". Yek vîdyoya xwepêşandaneke li Hewlêrê ku bi stîla îranî ala Îsraîl û Amerîkayê hatibin binpêkirin û yek daxuyaniya fermî ya Herêma Kurdistanê ku daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê bike, çê dibe bibe mezintirîn çek di destê lobiya aliyên neyarên kurdan de li Washingtonê. Heke tu di wê baweriyê de yî ku li Amerîkayê lobiyên çend welatan nîn in ku li dijî kurdan kar dikin, tu hingê pir çewt î.

Piştî vê, bila em bêjin te saziş ji bo Îranê kir û tu çûyî bereya "Mirin ji Amerîkayê re" û te daxwaza vekişîna hêzên wê kir, tu yê çi bi dest bixî gelo? Rast e dibe ku ji bo dema çend mehan çend naşiyekî şîe bi du pîkaban bi moşekan Hewlêrê nekin armanc; lê ma ew "destkeft" ew qasî tîne ku tu navdariya xwe li Washingtonê têk bidî? Navdariyeke ku bi pratîkî çend caran Herêma Kurdistanê ji ser fêza mirinê vegerandiye. Navdariyeke ku ji salên şêstî ve kurdan dinyayek qurbanî jê re dan heta çê bû. Navdariyeke ku bi saya biryarên aqilmend ên çend serkirdên niha û berê yên kurd çê bû, ku guhdariya wan dengên kurtbîn nekirin dema digotin "di sala 1974an de xayîntî li me kirin, bila em bi wan re kar nekin" û "Amerîka ne cihê baweriyê ye".

Erê rast e Amerîka ne cihê baweriyê ye û îro bergiriyê li te dike û sibe pişta xwe dide te, lê hebûn û nebûna baweriyê ne giring e ji bo biryardana di vê rewşê de. Hest û reftara amerîkiyan ne ew qasî giring e li gor wê rastiya ku hebûna eskerî û dîplomatîk a Amerîka kelem e li pêş wan welat û aliyên ku nemana Herêma Kurdistanê yek ji berjewendiyên wan ên stratejî ye.

Tew nêta amerîkiyan jî ne giring e di vê rewşê de. Amerîka û welatên rojavayî ji salên 70yan ve dibêjin "Rojhilata Navîn êdî ne ew qasî giring e ji me re û serkirdatiya me biryar daye ku pêşgaviya me ne Rojhilata Navîn e û em ê vekişin". Ji Jimmy Carter û Clinton heya Obama û Trump, hemûyan "biryara stratejî ya vekişîna" ji Rojhilata Navîn dane. Ji xêncî serdema George Bushê law û bav û ligel du salên destpêkê yên serokatiya Ronald Reagan, Amerîka bêhtirî 40 salî ye "nêta wê ya vekişîna" ji Rojhilata Navîn heye, lê çi qasî kurd serkeftî bûne ku bibin dewlet, ew qasî jî Amerîka di vekişîna ji navçeyê de serkeftî bû.

Di rastiyê de egerek heye ku meydana hevrikiya bê ya navbêna Çîn û Amerîkayê Rojhilata Navîn be ku çavkaniyeke enerjiyê ya sereke ye ji bo Çînê. Hêj ji bo bi kêmanî 20 salên din jî petrol her wek berhemeke stratejî dimîne û Amerîka dizane Çîn bi çavkaniyên enerjiyên wek ba û tavê nikare rikeberiya aborî pê re bike.

Bi her hal, di dema biryardana derbarê helwesta li ser hebûna hêzên Amerîka, çi qas giringî bi nêt, merem, bawerî û van mijaran neyê dan çêtir e. Ev awayê fikirîna li mijarên stratejî gelek caran fêde nake. Giring rastiyên leşkerî û siyasî ne, her wiha berjwendiyên alî û welatên din in.

Min di serî de got pirsa "Amerîka yan Îran?" çewt e, çunkî di rastiyê de ev bijarte ji Herêma Kurdistanê re ne berdest e. Îran welatekî cînar ê giring e ji bo berjewendî û aramiya Herêma Kurdistanê. Hewldana ji bo baştirkirina têkiliyên bi Tehranê re giring e. Rast e nûnerên Tehranê hewl didin bi kurd û hemî aliyên iraqî wiha nîşan bidin ku baştirkirina têkiliyên bi Îranê re, pêdivî bi dijatîkirina Amerîkayê heye.

Lê îraniyan ji zû ve ew rastî jî fam kirine ku kurd û piraniya aliyên iraqî nikarin dijatiya Amerîkayê bikin. Ew balansa hêzê û piştgiriya ku Amerîka dikare li Iraqê berdest bike, îranî nikarin bikin. Ne li berjewendiya Îranê ye û ne jî dikare man û aramiya Herêma Kurdistanê misoger bike li hember armancên ku li ba piraniya serkirdên şîe li Iraqê hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin