Mihemed Hesko

Mihemed Hesko

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ziman…Mercê Man Û Nemanê Ye!?

A+A-

Ji sala 2000`an ve, û li serpêşniyara Dewleta Bengiladişê ku ji Rêxistina UNESCOyê reya bi ser Neteweyên Yekgirtî ve pêşkêş kiribû û têde daxwaz kiribû ku roja 21`ê meha Reşemî bibe Roja Zimanê Zikmakî Ya Cihanî, û bi pejirandina wê pêşniyarê ji aliyê Rêxistina UNESCOyê ve, salane Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî tê pîroz kirin.

Wek tê zanîn, di sala 1952`an de li dijî biryara qedexekirina zimanê Bingalîyê herêma Bengladişê ku beşek bû ji Dewleta Pakistanê, û neraziyek kete rojevê û ji bo şermezar kirin û derbirîna neraziyê li ser wê biryarê, xwendekarên zankoya bajarê Dekayê dest bi xwepêşandanên neraziyê kirin û rastî guleyên polîsê Pakistanê hatin û di encamê de 5 xwendekarên zankoyê canê xwe ji dest dan. Silav bo canê wan xortan ku ji bo zimanê xwe, xwe kirin qurbanî.

Girîngî û bandora zimên li ser avakirin û pêkanîna kesatiya mirov bi rola bingehîn û sereke radibe, wek Karl Markis dibêje: Zimanê zikmakî, kilîta rizgarbûn û dahêneriyê ye? Birastî ev gotin di cî de ye, bi taybetî bo gelê me, jiber ku zimanê kurdî lawê erdingariya Kurdistanê ye, zimanê me, ziman halê axa welête, erd û ezmanê me ye,jiber ku ziman stûn û hêzanê netewe ye?

Sedema bingehîn û sereke ya mayîna kurd, zimanê kurdî ye, divê em spasiya dê û bavên xwe bikin ku, ev ziman ji hezaran sal ve ji me re parastin, zimanê me hilgirê tirajîdî, efsane û destanan e û ev yek û wê yekê nîşan dide ku, çendî bingeha zimanê me xort û bihêze, jiber ku tevî ku zimanê kurdî bindeste û bêparêzbende, dîsan jî em gihandin sedsala bîst û yekê!

Wek çawa ziman stûna netewe ye, di heman demê de yekem pêngava pişaftina milet e, û bi qedexekirina zimên destpê dike, lewra dagîrkerên Kurdistanê vê yekê xweş dizanin, û li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê zikmakî qedexe kirin, jiber ku dizanin ziman navika ku mirov bi dîrok, çand, erd û canê bav û papîran ve girêdide ye, ziman kana kurdewarî û canê netewebûnê ye, nasname û dahêneriya dê û bavan e, lewira bi pilan û pîlan, bi kotek û darêzorê û bi hemû awayên dirinde û hovane, bernameya helandin û pişaftina gelê kurd darijtine û hîn jî ew bername berdewame.

Bi pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî re, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê me yê şîrîn rihîna bav û kalan dibin gefa nemanê de ye, ev rewşa lawaz ku bi serê zimanê me de hatiye, pêdivî bi qîrînek û hişyariyeke neteweyî heye, zimanê me dike qîrîn û hawar, divê em li hawara zimanê xwe werin, da ku zimanê xwe ji nemanê biparêzin, jiber ku neman ziman, nema name ye.

Tê gotin ku, jiyan raman û helweste, xwedî hest û rûmet wate xwedî raman û helwest e, divê mirov li hember her karekî an riftareke çewt û ne rewa û li dijî mafên mirov xwedî helwest be, dibe ku em bêkiryar û pilandarêj bin, lê divê em karvedanê ji destnedin û li hember her karekî, karvedaneke erênî hebe! Ma mirov bêhest û helwestdanake ve asta ajelan gelo?

Di dawiyê de dixwazim gotara xwe bi hêvî û hawara rewşenbîr û dilsozê bêhempa yê gelê xwe Dr. Nûredîn Zaza bi dawî bînim,``Kurdino eger hûn dixwazin ji hevtar û mar nebin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, û eger hûn dixwazin bibin yek û serkevin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Dr. Nûredîn Zaza.

 

21.02.2020. Almanya

 

Önceki ve Sonraki Yazılar