Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Yekitî, Enî û Tevger çawa pêk tê???

A+A-

Heger hûn rastiyê bixwazin Siyasetmedar ên vê nizanibin tune ne. Lê çima ev pêk nayê, divê em êdî li ser wê rawestin. Ji bona fêmkirina vê, min xwest hin nerînên xwe bi we re parve bikim.

Ji bona mebesta vê nivîsî şaş neyê fêm kirin êdi vê ez jî pir bi zelalî  û eşkere bêjim ku ez bi xwe ne endamê tu partiyên ku îro li bakurê Kurdistanê hene, me. Min çend sal berê jî ev bi nivîsekê diyar kiribû û gotibû; ´Ew partiyên helwest û nerînên wan kurd û kurdistanî be, ez endamê wan im´. Ez hêjî li ser wê gotina xwe me´.

Kîjan partî, tevger û rêxistin jibona kurd û kurdistanê kar û xebatê bikin, helwest û nerînên wan. Gotin û kiryarên wan Kurd û Kurdistanî be ez bi wan re me û ew partiya mine jî.

Niha bi çend rêzan be jî dixwazim di vê derbarê de dîtina xwe bêjim. Helbet mafê her rewşenbîrekî, nivîskarekî, welatparêzekî, hunermendekî û siyasetmedarekî ye ku ji bona azadiya kurdistanê nerîn û dîtinên xwe bêjin. Dema em dibêjin û dinivîsînin, divê partiyên me jî agahdarî van nivîsana bin da ku bikaribin fêdeyekê ji wan bibînin.

Ji ber ku li bakurê Kurdistanê hêzeke neteweyî, xurt û bi qawet tuneye, lewra jî yekîtî, Enî û kongreyên neteweyî pêk nayê. Li gor min karê îro ji vê bêtir divê xurtkirina hêzek an partiyekê be…

Ji bona pêkanîna van jî divê em hemî bi hevre hewl bidin, kar û xebatê bikin, di warê madî û maneyî de bibin piştgir da ku em bi hevre berê partiyeke weha li ser erda bakurê kurdistanê bixuliqînin. Bêpartiyeke weha em, ew an partiyên heyî çi bikin jî wê taliya wan kar û xebatên wan î hêja di ber avê de here.

Mînakênvêemdikarinji sala 1979an bi destpêbikin UDG Hevkariya demokratîk ya neteweyî (Ulusal Demokratîk Güçbirliği) bigirin. Ev li bakurê kurdistanê yekem gav avêtina bi hevre bû. Ev ji jî KUK (Rêzgarîxwazin neteweyî Kurdistan). Rêya Azadî û DDKD pêk hatibû. Vê kêfxweşî û bawerî da gel. Lê taliya wê bû, bêhêvîtî û qediya.

Ji wê demê û heta îro Gelek yekîtî, hevkarî û tevger pêk hatin û yek jî bi ser neket. Piştî her perçebûnekê herkesan dest bi paşgotiniyan û hevdu kêmkirinê kirin. Mesele dirêj e, lê ez ê kin bibirim.

Hemî hevkarî û tevgerên li bakurê kurdistanê çi li welêt û çi jî li derveyî welêt bi serneket. Kesan gorê xistinên me li ser asasê pêknehatina wan nesekinîn. Tenê bi hevdu sûçdarkirinê mesele qedandin.

Asasê meselê ew bû ku li bakurê kurdistanê rêxistin, partî an tevgereke xurt û xwedî hêz tunebû ku bikarîba van karên delal bibin serî. Ji bona van daxwazên me û ya gelê me pêkbê di vê em êdî dev ji hemî karê xwe bedrin ji bona rêxistinek bi hêz, bi qawet, xwedî îmkan û li ser xeta neteweyî peyde bikin da ku ew jî daxwaza me ya bi salane pêk bînin.

Heger em dixwazin vana pêkbînin partiya herî nêzîkî van, di şert û mercên îro de Partiya Azadiya Kurdistanê PAK e. Ka werin em wê xurt bikin da ku ew jî bikaribe daxwazên me pêk bîne.

Çima PAK?

Ji ber ew xwe weke bine mala hemî tevger û rêxistinên Kurdistanî dibîne. Ji ber ew di daxwazên xwe de Kurdistaneke serbixwe dixwazî. Ji ber ku ew xwedî helwestên neteweyî ne. Ji ber ew xwedî serokekê ji hemî serokên heyî ciwantir e. Bi qasî temenê xwe zana û jêhatîye. Bê tirs e û di helwestên xwe de zelal û neteweyî ye. Kurdiya wî xweş û gavên wî bi pîvan in.

Pêkanîna eniyeke neteweyî daxwaza gelê me ya azadî û serxwebûna bakurê Kurdistanê ye. Ev ew qasî zelale ku yên vê nebîne ya korr ya jî ne dilxwazên gelê xwe ne.

Çima vê dibêjim;

Ez ji tecrubeyên salên 1979an û heta niha ku van daxwazan çima pêknehatiye dibêjim. Êdî divê rêxistinên me yên heyî jî vê bibînin. Bibînin û li gor wê bikaribin bibin xwedî helwest.

Hema ji bona carekê jî be, divê serok û rêberên partiyên me dîroka gelê xwe bixwînin û bibînin ku çima heta niha yekîtiya gelê kurd ya li ser xeta neteweyî pêknehatiye.

Li gor min sedem, tunebûna partî an hêzeke xurt ku bikaribe yên din hembêz bike, wan ser wextî meselan bike, bi hêz û qaweta xwe bikaribe. Li  hember êrîşên dagirkeran bêhelwest nemîne.

Divê em vê yekê baş bizanibin ku Gelek tevger û serîhildanên ji bona azadiya bakurê kurdistanê pêkhatine, lê yek jî bi ser neketiye. Ji ber ku dema hinan şerê azadiyê didan, hinan jî ji bona çend kurtîlan brayê xwe, dikuştin. Ew jî ji ber tevger nexwedî hêzeke ku piraniya gel hembêz kiribana bû.

Sedemeke din jî li gor min ew bû ku her serokek dixwaze hemî kar weke wî bibe, yekyekî din qebûl nake û alîkarî nake da ku yek weke serok bibe sembola bakurê kurdistanê. Jibîr dikin ku di her welatekî de serokek peyde dibe.

Di tevgerên azadîxwaz de serok roleke girîng dilîzîn. Ji ber ku kurd gelekî girêdayî serokên xwe ne. Serok çi bêje li gor wane wa rast e. Bawer dike ku ne ew serok be dê kurdistan azad ne be. Loma jî çi demê serokêkî yan partî an rêxistina Kurd hatibe cangorîkirin an darvekirin ew tevger jî hema hema têkçûye. Dijminê me, dagirkerên me jî vê yekê baş dizanin û heta ji wan tê vê pêktînin û anîne.

Tenha ev di tevgera Barzaniyan de nebûye. Ji ber ku wan bi kar û xebatên xwe yên dûr  û dirêj de, ji bona xwe ji bona me, destûr, bername û rêbazek pêkanîbûn. Ew rêbaz tim bû findek û şevreşa kurdan ronî kirîye. Em îro dibînin ku bi saya wê rêbazê li başûrê kurdistanê di nava xwe de bûne dewlet. Hemî dem û dezgehên dewletbûnê hatine avakirin. Lê…

Azadiya îro jî bi saya wê eniya ku bi serpereştiya nemir Îdrîs Barzanî pêkhatibû. Nemir zanî bû û fêmkiribû ku bê yekîtiya kurdan, kurd nikarin xwe azad bikin. Ev xalek û pêkanînek girîng bû di dîroka hemî kurdan de. Loma divê ev neyê jibîr kirin. Lê mixabin kurd dîroka xwe nizanin û naxwînin ku fêr bibin.

Heger ne ji ber hin problemên nava xwebûna û xencera di 16 cotmeha 2017an li pişta Barzaniya û kurdan neketibe îro wir wê Kurdistaneke serbixwe da ku me hemî kurdan jê fêde bidîtana û nihajî li gor vê hebûnê jî dibînin.

Heger em ji nû de dîroka xwe bixwînin em ê bizanibin hemî kêmaniyên bûne ji ber bêhêzbûna tevger an partiyan bû. Ji bona êdî em weke kurd xwe ji wê kêmaniyê xilas bikin, tevgereke xurt, bi hêz, kurd û kurdistanî li ser xeta neteweyî pêkbînin da ku em jî êdî ji koçberiyê, ji malwêraniyê, ji kuştin û girtinê xilas bibin. Li ser erda xwe bi azadî bijîn. Ev mafekî me ê rewa ye.

De ka werin em ew şansa ku îro heye têxin jiyanê. Dibe ku her tiştên PAKê ne li gor dilê me be. Dibe ku hin tiştên wê ne bi xweşiya me be. Lê divê bê zanîn tu rêxistineke ku sedî sed li gor dilê herkesan be tune ye.

Altarnatîfa min xurtkirina PAKê ye. Dibe hin altarnatîfên din jî hebin. Lê çi dibe bila bibe, heger em di demek nêzîk de li bakurê Kurdistanê eniyeke neteweyî danemezrînin,  em ê hemî bi hevre wenda bikin. Îro tu şert û mercên kongreyeke neteweyî tune ye. Loma divê êdî kurd serê xwe bi vê re neêşînin…

Jixwe em kurd heta niha fêrî wendakirinê bûne loma nizanin qezenc bikin. Ka vê carê jî em ji bona qezencê hemî bi hevre kabên xwe bavêjin. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê hêzeke neteweyî, xurt û bi qawet tune ye, loma jî yekîtî, enî û kongreyên neteweyî pêknayê. Heger em dixwazin vana pêk bînin divê zûtirîn dem emeniyeke ji rêxistin neteweyî difikrin pêk bînin.

Kurdno divê em jibîr nekin û bibînin bê niha dagirkerên me çawa welatê me dişewitînin, malan bi ser serê me kurdan de hildiweşînin, bê çawa me  digirtin û kuştinê. Heger em hêzek xurt, neteweyî û çalak li hember vê malwêraniyê dernexin em ê av û av herin…

Vê ji bîr nekin bi partiyeke çend endamên wê hene, em nikarin tu welatan pê azad bikin. Lê hin dikarin bi saya wê malbata xwe pê xilas bikin ew jî tiştekî din e ku roj bê wê hesabê vê jî bidin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar