Nameya şermezarkirinê û piştgiriyê ji bo gundê Bacinê..
Ez bi biryara ku mer’a gundê Bacinê ji bo Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) were guhertin pir xemgîn bûm û wê bi tundî şermezar dikim — û bi vî awayî bi tam dil piştgiriya xwe ji “Meclisa Gundê Bacinê” re diyar dikim!
Ez wek nivîskar û lêkolînerê Êzdî, vê nameyê bi dilê birîndar û bi hestên kûr dinivîsim. Biryara ku mer’a gundê Bacinê ji bo Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) were veguherandin, ji min re tenê biryarekî qanûnî nîne; ev biryar di rastiyê de derbeyek li ser dîrokê me, çanda me û jiyana Êzdiyan e.
Bacinê tenê gundek nîne. Ew cîhekê Êzdiyane yê ku êş, koç û bîrên xwînî yên salên 90’an hîn jî di nav xwe de digire. Ew mer’a ku îro dixwazin wê têkbirin û li ser wê santralek ava bikin, li ser wê sedsalên jiyana Êzdiyan hatiye avakirin. Ew erd bîr, nasname û rûmeta civakekê ye ku gelek caran hate zordar kirin lê belav nebû.
Ez dizanim ku enerjiyên nû û paqij pêwîst in. Lê ez jî wek Meclisa Gundê Bacinê dibêjin: Em ne li dijî pêşketinê ne, lê em li dijî tunekirina welat û xweza xwe ne.
Projeya panelên rojê li derdora Bacinê tenê projeyeke energetîkî nîne; ew dikare xweza, zevî û cihê jiyana gelek heywanan têk bibe. Çayîr û zeviyên Bacinê, bi dîmena wan a bedew, tenê erd nînin; ew beşek ji dîrok û jiyana me ne.
Bi vî rengî, bangê Meclisa Gundê Bacinê jî bangekî rast û girîng e:
• Bacinê biparêzin
• Xweza me biparêzin
• Li derdora gundê me panelên rojê na
Çimkî rastî li vir e: Xweza carekê ku tune bû, veger tune ye.
Ev peyv tenê hestek nîne; ev hişyariyek li hemberê rûniştina me ya îroyîn e. Em nikarin pêşketinek ku li ser tunekirina xweza û jiyana civakê hatiye avakirin qebûl bikin.
Ez bi berpirsyariyeke civakî û bi dilsozî, bang li hemû kes , mal, komel û „meclisên gundên Êzdiyan“ dikim: Divê hûn jî li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin. Divê dengê me bibe yek û bilind be. Divê em emanetê me yê erd, xweza û dîrokê biparêzin — ne tenê ji bo me, lê ji bo nifşên pêşerojê jî.
Bi hev re ji bo welat, xweza û pêşerojê.
Bi rêz û bi xemeke kûr,
Kemal Tolan,
Nivîskar û Lêkolînerê Êzdî
12.05.2026



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin