
Hewlêr û Bexda li ser çar xalên sîstema ASYCUDA nakok in
.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser cîbicîkirina sîstema gumrikê ya elektronîkî ya bi navê "ASYCUDA" gihîştin rêkeftinê. Li gorî peymanê, ev sîstem dê di nava çar mehan de li hemû dergehên sînorî were destpêkirin. Lêbelê, berpirsên bazirganiyê hişyariyê didin ku ev guhertin dê nirxê kelûpelan di bazaran de bilind bike.
Serokê Jûra Bazirganî ya Hewlêrê Geylan Hecî Seîd îro 13ê Gulana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, heta niha sîstema ASYCUDA li Herêma Kurdistanê nehatiye cîbicîkirin.
Hecî Seîd sedemê vê yekê bo danûstandinên berdewam ên navbera Hewlêr û Bexdayê vegerand û got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li dijî yekkirina pênasên (tarîfên) gumrikê ye, lê em li benda biryara Encûmena Aborî ne. Cîbicîkirina vê sîstemê û pênasên nû yên gumrikê, bêguman dê nirxê kelûpelan di bazarê de biha bike."
Ji aliyê xwe ve, Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Newzad Xefûr aşkere kir, her du hikûmet li ser 14 xalên bingehîn gihîştine rêkeftinê, tenê 4 xalên teknîkî mane ku hîn nakokî li ser hene, lê biryar hatiye dayîn ku di nava çar mehan de, Herêma Kurdistanê dest bi bikaranîna vê sîstemê bike.
Sîstema ASYCUDA çi ye?
ASYCUDA (Automated System for Customs Data), sîstemeke elektronîkî ya cîhanî ye ku ji bo birêvebirina daneyên gumrikê, kontrolkirina bacê û birêkûpêkkirina dahatê tê bikaranîn. Ev sîstem niha di zêdetirî 100 welatan de tê bikaranîn.
Hikûmeta Federal a Iraqê bi armanca yekkirina pênasên gumrikê li hemû dergehên sînorî (di nav de yên Herêma Kurdistanê jî) û ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiyê, biryara cîbicîkirina vê sîstema nû daye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin