Îskan Tolun

Îskan Tolun

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pîroz be!..

A+A-

İSKAN TOLUN / Köln.

Nivîsa Dawî / Hê Nû:

PÎROZ BE!..

(15 / 05 / 2026)

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye. Ez van her du rojên bimbarek bi dil û can pîroz dikim!..

Bê guman, xwendin û nivîs bi zimanê dayîkê xweşe. Lê zimanê kurdî gelek dewlemende û xwendin û nivîsa wî jî pir xweşe. Belê, îro roja Cejna zimanê kurdîye. Bi hêvîya rojên serkeftî û azad, bê êş û elem û statuyek mayînde Cejna zimanê kurdî pîroz be!..

(Wê rojê pirtûkên kurdî li cem min qedîyan û ez çûme Köln’ê, Gala kitabevi, pirtûkxanê. Min éwilî çawên xwe li pirtûkên şairê nemir Cegerxwîn, birêz Fırat Cewerî û Mehmet Uzun gerand. Lê mixabin tune bûn, qedîya bûn. Ku min ew ne dîtin, di pirtûkxanêde çi qas pirtûkên bi zimanê kurdî, yên ku min hêja ne xwendibin, hebûn, min tev dane hev û anîn: Deh heb.)

Baş tê zanîn ku xwendina zimanê kurdî pir xweşe, dewlemende û her wisa nivîsa wî jî. Bi vî zimanê xweş û dewlemend, min sê pirtûk / roman nivîsîye; ji we xwendevanên delal û hêja re:

Rovîyê Xasûk, Gavanê Kal û Para Şêr

(Ev pirtûk, li hemî pirtûkxane û li ser platformên internetê hene.)

Ev her sê pirtûk / roman, ji bo Zarokan / Ciwanan hatine nivîsandin. Lê, ez baş zanim ku mezin jî bi kêf û coş dixwînin.

Li ser daxwazîya, min pirtûka yekem, ya bi navê Rovîyê Xasûk qelapte zimanê Almanî jî: Der schlaue Fuchs.

Belê, Rovîyê Xasûk-Peyvên Felsefî û Çîrok (Bi zimanê Almanî: Der schlaue Fuchs-Philosophische Worte und Geschichten), pir dewlemende. Bê guman, her wisa romana Gavanê Kal û Para Şêr jî.

Ji van her sê pirtûk / romanan, tenê çend peyvên kesên nemir:

Pirtûka yekem, ya bu navê: Rovîyê Xasûk, bi peyva birêz Yaşar Kemal dest pê dike: “Meriv, di kozmosêde ne hinge gewdê xwe, hinge dil ê xwe cih digre!..”

Pirtûka duyem, roman, ya bi navê: Gavanê Kal bi peyva şairê nemir Cegerxwîn dest pê dike: “Bixwênin, biben hoste û dezgevan. Çima hûn ê li ber pez bivin şivan.”

Û pirtûka sêyemîn, roman, ya bi navê: Para Şêr jî, dîsa bi peyva şairê nemir Cegerxwîn dest pê dike: “Tu kurmancîya xwe ji bîra nekî, eger baş nizanî, divê zêdekî…”

Bi hêvîya rojên azad û statuyek mayînde Cejna zimanê kurdî pîroz be!..

Silav û rêz!..

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin