Pîr Deyan Cehfer: Grûpên çekdar li Çiyayê Şingalê tunelên wisa çêkirine ku tir tê de derbas dibin

Pîr Deyan Cehfer: Grûpên çekdar li Çiyayê Şingalê tunelên wisa çêkirine ku tir tê de derbas dibin

.

A+A-

Kesayetiyekî kurdê Êzidî eşkere dike ku grûpên çekdar li Çiyayê Şingalê tunelên mezin çêkirine û barhilgirên mezin (tir) di nav de derbasî welatên derve dibin.

Kesayetiya Êzidî Pîr Deyan Cehfer ji BasNewsê re ragehand: "Milîsên çekdar li nav Şingalê ajandayên welatên biyanî bi cih tînin û rêgiriyê li vegera koçberan dikin ku hejmara wan 270 hezar koçber e.”

Herwiha got: "Ew koçber ji ber zilm û zora milîsên çekdar newêrin vegerin ser cih û warên xwe.”

Wî kesayetiyê Êzidî tekez kir ku: "Êzidxan wek çand, kultur, ziman û cografya ji Kurdistanê cuda nabe.”

Derbarê grûp û milîsên çekdar de jî Pîr Deyan Cehfer dibêje: "Ew grûp ji bilî ku rêgir in li pêşiya vegera koçberan û ajandayên derve bi cih tînin, herwiha bi salan e li Çiyayê Şingalê tunelên wisa çêkirine ku tir (barhilgirên mezin) tê de diçin welatên derve.”

BasNews 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin