
Trump û Xi Jinping civiyan: Çi peyam dan hev?
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li Pekînê dest bi hevdîtin û gotûbêjan kir.
Trump li Pekîna paytexta Çînê bi germî hat pêşwazîkirin û peymanên dostane dan lê Xi Jinping hişyariyeke tund da.
Xi Jinping got ku eger mijara Taywanê bi awayekî xelet were birêvebirin, dibe ku her du welat "li hev bidin û heta têkevin nav şerekî jî."
Lûtkeya ku zêdetirî du saetan ajot, gelek pirsgirêkên aloz ên wekî bazirganî, şerê Îranê û Taywanê li xwe girt.
Pêşwaziyeke germ
Donald Trump bi karwanekî otomobîlan gihîşt Salona Mezin a Gel a li Pekînê.
Xi Jinping pêşwaziyeke germ li wî kir û her du serokan dest dan hev.
Şandeyeke Amerîkayî jî li bendê bû.
Di nav vê şandeyê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Şer Pete Hegseth hebûn.
Her wiha çend birêvebirên payebilind ên wekî Elon Musk, Jensen Huangê ji şîrketa Nvidia û Birêvebirê Berê yê Appleê Tim Cook jî amade bûn.
Du nêrînên cuda
Di destpêka guftûgoyan de, her du serokan du nêrînên cuda anîn ziman.
Donald Trump pesnê mêhvandariyê da û ji Xi Jinping re got, "Ev şerefek e û yek ji wan kêm tiştan e ku min heta niha dîtiye.
Ji bo min şeref e ku ez bi te re me. Ji bo min şeref e ku ez hevalê te me.
Pêwendiyên Çîn û Amerîkayê dê ji her demê baştir bibin."
Trump soz da ku dê "paşerojeke her du welatan a gelekî baş hebe."
Li aliyê din, Xi Jinping ragihand ku ew ji pêşwazîkirina Trump kêfxweş e.
Xi Jinping anî zimên ku Cîhan gihîştiye xaçerêyeke nû û divê Çîn û Amerîka "hevpar bin ne hevrik" û wiha domand:
"Pêwendiyeke xurt a Çîn û Amerîkayê ji bo cîhanê nîmetek e.
Hevkarî sûdê dide her du aliyan lê rûbirûbûn zererê dide her du aliyan."
"Taywan xeta sor e"
Demeke kurt piştî destpêkirina hevdîtinan, medyaya fermî ya Çînê daxuyaniyeke tund a Xi Jinping belav kir.
Ev daxuyanî li ser Taywanê bû û ji bo Trump bû.
Xi Jinping da û got, "Mijara Taywanê di pêwendiyên Çîn û Amerîkayê de pirsgirêka herî girîng e.
Eger ev pirsgirêk bi awayekî xelet were birêvebirin, dibe ku her du netewe li hev bidin an jî bikevin nav şerekî.
Ev yek dê hemû pêwendiyên Çîn û Amerîkayê bixe nav rewşeke gelekî metirsîdar."
Berteka Taywanê û bidawîbûna guftûgoyan
Wekî bertekekê li hemberî vê hişyariyê, hikûmeta Taywanê daxuyaniyek da.
Taywanê ragihand ku Amerîkayê "piştgiriya xwe ya zelal û xurt" ji bo giravê ducare kiriye.
Berdevka Hikûmeta Taywanê Michelle Leeyê ji rojnamegeran re got, "Aliyê Amerîkayê gelek caran piştgiriya xwe ya zelal û xurt ji bo Taywanê ducare kiriye."
Piştî nêzîkî du saet û 15 xulekan, rayedarekî Koşka Spî ragihand ku guftûgoyên di navbera Trump û Xi Jinping de bi dawî bûne.
Ev hevdîtin 35 xulekan ji hevdîtina wan a berê dirêjtir bû.
Ziyareta Perestgeha Asmanî û peyama ji bo bazirganan
Xi Jinping û Trump piştî bidawîbûna guftûgoyan bi hev re Perestgeha Asmanî ya dîrokî ya li Pekînê ziyaret kir.
Trump li wê derê ji rojnamegeran re got "Çîn gelekî xweşik e" û ew cih jî wekî "bêhempa" pênase kir.
Pişt re Xi Jinping bi bazirganên Amerîkayî re civîneke taybet kir.
Wî ji wan re ragihand ku dê deriyê Çînê ji bo şîrketên wan "vekirîtir be" û dê derfetên wan ên berfirehtir li welêt hebin.
Armancên lûtkeyê
Wekî ku Trump bi xwe jî gotibû, armanca wî ya sereke mijara bazirganiyê bû.
Wî dixwest ku Çîn zêdetir bazarên xwe ji şîrketên Amerîkî re veke.
Li aliyê din, ji xeynî pirsgirêka Taywanê, şerê Îranê jî yek ji mijarên sereke bû çimkî Çîn kiryara sereke ya petrola Îranê ye.
Trump berê ragihandibû ku ew dê li ser Îranê "guftûgoyeke dirêj" bi Xi Jinping re bike.
Lê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi toneke cuda axivî û got:
"Em hêvîdar in ku me qanih bikin da ku rola xwe çalaktir bikin û Îranê neçar bikin da ku dev ji tiştên ku niha dike berde."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin