
Sûriye ji bo xwendina bi Kurdî li ber biryareke dîrokî ye
.
Paşeroja xwendina bi Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye û Sûriye niha li ber biryareke girîng e.
Zêdetirî 10 salan e li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de perwerdeya bi Kurdî heye.
Li gorî raporan, dibe ku hikûmeta Şamê hewl bide dawî li vê bernameyê bîne.
Pirs ew e, gelo dê Sûriyeya nû wekî Kanadayê mafên zimanî û çandî yên Kurdan misoger bike?
Yan jî dê wekî welatên din li dijî Kurdan serî li zordarî û tundiyê bide?
Zarokên Kurd dê karibin bi zimanê xwe bixwînin?
Ev xwendekara Kurd a li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe bersiva mamosteya xwe dide.
Dibe ku ev sala dawî be ku karibe vê yekê bike û ew soza ku hatibû dayîn niha tê ceribandin.
Welatê ku dê biryarê bide ka ev zarok dikare bi Kurdî bixwîne yan na, li Neteweyên Yekbûyî xwedî kursî ye.
Meha îlona borî serokê wî welatî soza destpêkeke nû da cîhanê ku tê de mafê her kesî parastî be.
Pirsa Rûdawê û bersiva Neteweyên Yekbûyî
Rûdawê mijara zimanê Kurdî ya li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê gihand Neteweyên Yekbûyî.
Rûdawê ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric pirsî, "Tevî sozên desthilatdarên nû yên Sûriyeyê yên ji bo dabînkirina mafên zimanî û çandî yên Kurdan, li gorî raporan Şam hewl dide dawî li xwendina bi Kurdî bîne. Ev perwerde zêdetirî 10 salan e li herêmên di bin kontrola HSDyê de heye. Sekreterê Giştî çawa li vê mijarê dinêre? Gelo ew dê li dijî sînordarkirina xwendina bi zimanê dayîkê ya ji bo Kurdan derkeve?"
Stephane Dujarric jî di bersiva xwe de wiha got:
"Pêwîst e Sûriye bibe welatekî ku hemû pêkhateyên wê hest bi aramiyê bikin. Çi pêkhateyên zimanî bin çi jî yên olî bin divê parastî bin. Divê ew karibin bi azadî ziman û olên xwe pêk bînin."
Nerazîbûna Kurdan û mînaka Kanadayê
Vê hefteyê Kurdan li parêzgeha Hisîçayê nerazîbûn nîşan da.
Wan li dijî rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabeleyên saziyên fermî derket.
Ev beşeke biçûk a pirsgirêkeke gelekî mezin a li ser paşeroja Sûriyeyê ye.
Pirsgirêkeke kevn derdikeve pêşiya her welatê ku ji gelek neteweyan pêk tê wekî tu dê çawa welatekî bi yekgirtî bihêlî bêyî ku her kesî neçar bikî ku wekî hev bin?
Bi hezaran kîlometreyan dûrî Sûriyeyê, Kanadayê bi dehan sal e bersiva vê pirsê daye.
Quebec naşibe bajarekî welatekî ku piraniya wî Îngilîz e.
Tabeleyên kolanan, dikan, menuyên xwaringehan û tabloyên reklaman hemû bi Fransî ne.
Li parêzgeha Quebecê Fransî zimanê dibistan, bazirganî û jiyana giştî ye.
Li gel vê yekê jî Quebec hîn beşek ji Kanadayê ye û Welat perçe nebû û bi yekgirtî ma.
Her wiha ti kes neçar nema ku dev ji zimanê xwe berde.
"Tecrubeyeke serkeftî bû"
Kêm lêkolîner wekî David Romano dikarin rewşa Sûriye û Kanadayê bidin ber hev.
Ew profesorê siyasetê ye, xelkê Quebecê ye û bi dehan sal e li ser Pirsgirêka Kurdan û kar û barên Rojhilata Navîn lêkolînan dike.
Mamosteyê Zanîngeha Missouri Stateê David Romano li ser vê mijarê got:
"Dema ku gelê Quebecê hest dike ku nasnameya wan parastî ye, êdî pêwîstiyê bi veqetîna ji Kanadayê nabînin.
Ji wan re rê tê dayîn ku wekî Fransiyan bijîn û naxwazin xwe bixin nav derd û pirsgirêkên veqetînê.
Ev tecrubeyeke serkeftî ya Kanadayê bû."
Rêbaza zordariyê li Rojhilata Navîn
Rûdawê pirseke din ji Romano kir, “Ew rêbaza din a paşguhkirinê ku me li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û deverên din ên Rojhilata Navîn dîtiye ji ku derdikeve? Li wan deran ziman û çanda pêkhateyên wekî Kurdan têne çewisandin. Çima wisa tevdigerin, eger encameke wê ya xerab hebe?"
David Romano di bersiva xwe de got:
"Zehmet e mirov ji awayê hizirkirina wan fêm bike. Lê di wan guftûgoyên ku min kirine de, carinan ew rêzê li ziman û çanda komên din nagirin.
Ew dibêjin 'Ew tenê komeke koçer e û ne xwediyê dîrok û zimanê me yê dewlemend in.' Hinek carên din jî, bi rastî baweriya wan ew e ku ji bo welat bi yekgirtî bimîne, divê her kes bi yek zimanî biaxive."
Nêzîkî heşt mehan piştî axaftina hêvîbexş a Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer a li Neteweyên Yekbûyî, îro Kurd dipirsin:
Gelo dê Sûriye rêyeke wekî Kanadayê bigire ku mafên zimanî û çandî tê de parastî ne? Yan jî dê wê rêya tijî alozî û tundiyê ya ku welatên din li dijî Kurdan ceribandiye hilbijêre?
(Rûdaw)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin