Balyozê Vatîkanê: Kurdistan di dilê Papa de ye

Balyozê Vatîkanê: Kurdistan di dilê Papa de ye

.

A+A-

Balyozê Nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski got, “Kurdistan di dilê Papa de ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski qebûl kir.

Mesrûr Barzanî ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li balyozê nû kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Miroslaw Wachowski re hêviya serkeftinê xwest.

Her wiha wî tekez kir ku dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî hemû piştgiriya xwe pêşkêş bike.

“Kurdistan di dilê Papa de ye”

Balyozê Vatîkanê li ser navê Qedaseta Papa spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Wachowski, ji ber piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parastina mafên Xiristiyanan û hemû pêkhateyan minetdariya xwe anî zimên.

Wî her wiha bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê ya di bipêşketina çanda bihevrejiyana aştiyane de.

Balyozê Vatîkanê diyar kir ku Kurdistan di dilê Qedaseta Papa de ye û ew her dem ji bo bi pêşketin, xêr û aştiya Kurdistanê dia dike.

Avakirina hikûmeta Îraqê

Di beşeke din a hevdîtinê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha dan û standinên li ser avakirina kabîneya nû Îraqê jî hatin nirxandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin