Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Soza Newrozê

A+A-

Newrozê li hemû Kurdistaniyan pîroz dikim, bi teybetî newroza malbatên cangoriyên Kurdistanê pîroz dikim.

Hêvî ew e, dem were, em Newrozê bi dilşadî û xweşî li malên xwe, bi azadî wek beşek ji çanda xwe ya kevnare pîroz bikin.

Newroz şahî ye, roja nû ye, destpêka salek nû ye.

Banga min ji bo Kurdistaniyan û taybet ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê ew e, em di Newrozê de sozekî bidin xwe, em li zimanê xwe li zimanê kurdî xwedî derkevin.

Li welatên Ewropa, ku azad û serbixwe ne, sînorên wan hene, ordiya wan li ber e. Tu metirsî li ser ziman û çanda wan tune.  Dagirkerên welatên wan dest dananîne ser dîroka wan, ziman û çanda wan. Loma dema ew sozê serê salê ku didin xwe, Sozên normal yên jiyana rojane  yên rewa ne, wek nimûne, cixarê bes bikşînin, sporê bikin, xwe zeif bikin hwd.

 

Em kurdistanî li bin zilmê dijîn. Ji çar aliyan, dîroka me, çanda me, zimanê tê, qedexe kirin, wêrankirin.

Li Bakurê Kurdistanê , bi tesîra telewizyon, ragehandin , perwerdeya bi Tirkî û sosyal medyayê, bi rêya tîcaret û  mecbûrîyetên aborî , axaftina bi zimanê KURDÎ her ku diçe kêmtir dibe.

Heger em li zimanê xwe xwedî dernekevin wê zarokên me nevîyên me nikaribin zimanê xwe fêr bibin û wê nikaribin li çanda xwe, li Newroza xwe jî, xwedî derkevin. Bang dikim li hemû kurdistaniyan û TEYBET li bakurê Kurdistanê , di vê roja nû, di roja Newroza pîroz de sozekî sersalê  bidin xwe , em bêjin em  li hundurê mala xwe, li kolanan,  di jiyana rojane, di xebatên sîyasî û rewşenbîrî de bi kurdi bipeyivin, kurdî bikarbînin.

Îşev , di newrozê de, Her yek ji me soz bide xwe. Yên kurdiya wan lawaze sozek bidin xwe ku bêhtir gotinên kurdî hîn bibin, yên ku li hundurê mala xwe bi kurdî napeyivin, soz bidin xwe ku hewl bidin bi kurdî bi zarokên xwe re û bi hevdû re bipeyivin. 

Vê sozê ji bo salekê heta 21 adara 2022ê  hewl bidin pêk bînin, ku rojê, heftê, mehê çend gotinan li kurdîya xwe zêde bikin. Yên bi kurdî nizanin, soz bidin xwe ku di vê newrozê de, ku piştî salekê li xwe vegerin ka we ev soza xwe çiqas bi cîh aniye. Hûn çiqes kurdi hîn bûne li gel hemû zahmetiyan jî …

 Li bakurê Kurdistanê kampanya ziman vebûye, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.…

Em îşev sozekê bidin xwe ku em li zimanê xwe xwedî derkevin, vê kampanyayê îmze bikin û bîşopînin, herroj, her hefte  belav bikin ji bo bêhtir were dîtin û imzekirin. Bi zîyaretan, bi telefon û mesajan, bi rêya sosyal medyayê em ji her kurdekî daxwaz bikin ku kampanyaya îmzeyê ya ji bo kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê , ew jî imzeyekê bidin.

Ji bîr nekin tenê û tenê em kurd û Kurdistanî  dikarin zimanê xwe ji mirinê xelas bikin û zindî bihêlin, kesekî din vê xizmetê ji me re nake. 

Roza Kurd 2021.03.21

Önceki ve Sonraki Yazılar