Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -12- 

A+A-

Siyaseta AKPyê ya Kurdistana Başûr -12-

AKP sala 2001 hat damezrandin û bi alîkarîya dewletên wek Amerîqa û Brîtanyayê, sala 2002 hat ser hukum. Amerîqa, piştî hilweşandina Sovyetê dîzaynek nû dida Rojhilata Navîn û barê li ser pişta xwe diavêt. 

Di salên 1990 da PKK baş xurt bûbû. Di nav alozîyên şerê Kendavê da heza xwe bi xurtî li Qendîlê bi cîh kirin û şer pir geş bû. Gelek kurdên ji parçeyên din jî xwe gîhandibûn PKKyê. Di nav KNKyê da kesên welatparêzên wek Îsmet Şerîf Wanlî û ji binemalên naskirî wek Qadî,Baban jî hebûn. Ev jî tesîr li ser rengê wê  ya ji derva dikir. Şer, problemên mezin di sîyaseta tirkîyê da peyda kiribû û dengên bilind derdiketin ku Sûrîye bête ceza kirin. Tirkîye hêzek mezin a leşkerî anî ser sînora Sûrîyê û gefên erîşê  dixwar  û Öcalan dixwest û heta 6ê meha 10ê muhlet dabûn Hafiz Esed. Tirk di vê doza xwe da ciddî bûn. Digotin îdî kêr gîhaye hestî. Bi navbendçîtîya Husnî Mubarek Öcalan ji Sûrîyê hat derxistin. Sala 1999 Amerîqa li ser soza xwe ma û wî teslîmê Tirkîyeyê kir. Piştî îfadeya Öcalan a qels PKK ket nava kirîzek giran.  Ew jî tesîr li se xelqeyên welatparêz ku li dora PKK xwe da bû hev dikir. Amerîqa, bi teslîmkirina Öcalan alîkarîya hikumeta Ecevît kiribû û li hember wê  dixwest ku Tirkîye li Kurdistana Başûr sîyasetek maqûl bimeşîne û li bakur jî gavên reformê biavêje. Ecevît digot, Amerîqa çima Öcalan teslîmê me kir nizanim. Lê hıkumeta Ecevît ne ya reformê bû. Bi hatina AKPyê  gavên reformê dest pê kirin. AKP di hilbijartinê da bi ser ketibû lê bê bandor bû û dewlet  ji destê leşker dernediket. Leşker cardin bingeha şer têkûz kir. AKP zanibû ku di atmosfera şer da emrê wê ne dirêj e, di gel Fetullah Gülen gav bi gav kemalîstan  ji hukumranîya Tirkîyê bi dûr xistin.

Li Başûrê Kurdistanê xweserîya kurdistanê hebû û rewş gelek hessas bû. Partî û Yekîtî ji bo hukumranîyê di nav dijberîyek, hetta dijminahîyek giran da bûn. Şerê navxwe yê salên 1994-1996 birîn kûrtir kiribû. Kurd, di şerê desthilatdarîya li ser qada bajarên mezin wek Hewlêr û Silêmanî bi tanq (debabe) diçûn ser hev, bi hezaran jîyan vemirî, birîna heyî kûrtir bûbû. Herdû alî bi Peymana Washingtonê li ser agirbesîyek bi şert li hev hatin. Kurdistan bi qadên kesk û zer bû du parçe. Tirkîye jî ji wî şerî baş îstîfade kir û bi leşkerên xwe di hin deverên stratejîk da, qaşo bi doza alîkarîya aşitîyê qereqolên ”çavderîyê” danî.  Û daxewa her diçe bi bahaneya PKKyê hejmara wan zêdetir dibin. Yekîtî, di deverên destê xwe da rê li ber Îran baş vekirîye.  Îran bi xurtî li ser axa Kurdistanê bi cîh bûye.

Sala 2017 bi doza Mesut Barzanî, biryara referandûma Serbixwebûnê hat girtin û ew di nav kurdan da heyecanek gelek mezin peyda kir. Hestên netewetî gîhabû astek gelek bilind. Ew jî bi xurtî nîşan dida ku kurd dewletek serbixwe dixwaze. Barzanî, bi beyanên xwe vê hêvîyê avdanî dikir û digot, dê gelek dewlet piştevanîya serbixwebûna Kurdistanê dikin. Lê ta dema referandûmê jî tenê Îsraîl dengê piştevanîyê derdixist. Amerîqa digot: Nuha ne wext e. Lê hihûmeta Tirkîyeyê bê deng bû. Neteweperestên tirk gelek bi ser AKPyê va diçûn û dixwestin hikûmet”notayek” bide kurdan. Serokwezîr Bînalî Yildirim digot: Nota di muzîkê da heye û yarîya dike. Ev jî helbet sergêjîyek çê dikir. Gelo Tirk, cesaretê didin ku referandûm pêk bê. Gelo Amerîqa nuha dibêje na, lê di esasê xwe da xwe ji bo erêkirinê amade dikir. Gelo, ji şîretên dewletên bîyanî, Yekîtîya Ewrûpayê demek şunda dengên din derbiketa. Vana hemû pirsên bê bersiv bûn. Ger referandûm bi ser neketa jî, tu kes bawer nedikir ku Kerkûk jî tê da sedî 40ê axa Kurdistanê ji dest derbikeve. Tenê iîhtîmala ku alozî zêde bibe hebû. Lê mixabin usa bû û deverên ku bi deverên gengeşîyê hatibûn binavkirin ji destê kurdan derketin.

Ez bi xwe di wê bawerîyê da bûm ku, di paş perdeyê da piştgirîyek AKPyê ji bo referandûmê heye û dixwazê Kurdistanê yekcar ji Îraqê dûr bixîne û ber bi xwe va bîne. Ji ber ku ji nava refên AKPyê dengên bi wî rengî gelek caran derdiketin. Lê her diçû rewş zelaltir bû. Amerîqa referandûm nedixwest. Ewrûpa sînyala xwe û dîtina xwe digel argûmanên xwe dîyar dikir û Erdoğan dest bi gefên xwe kiribû. İsrail pozîsyona xwe ya erênî parast.

Neteweperestên tirk bi hişkî digotin: Îsraîl dibe cîranê me û dewletek îsralî ya nû ava dibe, di nêzîk da dê welatê me jî parçe bikin. Erdoğan ketibû rewşek xirab û nedixwest di vê pirsgrekê da digel Îsrailê xuya bike.  Ji ber ku Erdoğan, hukumranîya xwe li ser hamîtîya Filîstînê û bi dijminahîya İsrailê têkûz dikir. Her usa dê hakimîyeta wî ya li ser sîyaseta Tirkîyeyê û piştgirên wî bi xwe lawaz dibû. Erdoğan li ser tayek zirav dimeşîya. Ew, digel kemalîstan li hember Fetullah Gülen tifaqek nû pêkanîbû. Rewş ji bo Erdoğan gelek hessas bû.  Hesabê malê û sûkê li hev nedihat. Ez bawerim ew bûn sebeb ku Erdoğan dengê xwe li dijî referandûmê pir bilind derdixist.

AKP partîyek muhafazakar, paşverû û nasyonalîst e.  AKPyî ji sîyaseta Mıstefa Kemal aciz bûn û dixwestin îslamîyetê xurttir bikin. Kemalîst, tu carî hikumranîya wan qebûl nekir û ji bo ku wan ji desthilatîyê bixîne, dest bi tevgerên têkbirinê kirin. Hikumet ketibû destê AKPyê lê, leşker û burokrasî wê guhartinê qebûl nedikirin. Her kes di wê bawerîyê da bû ku emrê AKPyê dê ne dirêj be. Kemalîst propagandake dijwar dimeşandin û digotin: AK partî projeya Amerîqayê ye û Amerîqa dixwaze welatê me parçe bike. 

Rast bû ku Amerîqa piştî hilweşandina Sovyetê dixwest rewşa sîyasî ji nû va dîzayn bike. Îhtîyacî bi Gladyo ya dijkomunîzmê nema bû. Gladyo li her derî tasfîye dibû, dor hatibû Tirkîyeyê. Diviyabû pêşîya sîyaseta Amerîqayê ya nû bihata vekirin. Kemalîst û Gladîyo jî li ber xwe didan. Amerîqa hat hawarîya AKPyê. Tony Blair, Erdogan vexwend Brîtanyayê û paşê jî Bush wî vexwend Amerîqayê. Mesaj zelal bû: Divê leşker, li gavên ku davêjin miqate bin. Erdogan serokwezîr e. îdî qebûl bikin.

Amerîqa du hêzên dînî, hêzên hêşînî gîhandibû hev: Tevgera Xizmetê ya Fetullah Gülen û partîya AKP. AKP pêşîya Fetullah vekir û dadgeh, polîs, esker gav bi gav ketin destê Fetullah Gülen. Berê derbên mezin li hêzên leşkerî û sîvîl yên kemalîstên sondxwarî xistin. Fetullah, AKP ji êrîşên kemalîstan rizgar dikir û di şûna wê da dewlet gav bi gav dixist bin kontrola xwe. Amerîqa, dixwest bi destê wan herdu hêzan pirsa kurdî jî çareser bike. Erdoğan, di hevpeyvînek digel Taha Akyolê da qala çareserîyek eyaletî jî kir. Lê Akyol, xeterîya wê anî ziman û nedixwest ew bê rojeva sîyasî ya Tirkîyeyê. Fetullah, amorek Amerîqayê bû ku di nav xebatek dijî komunistîyê da tevdigerîya. Amerîqa, paşê rolen mezin da ser pişta wî. Fetullah, dê hember Îranê bibûya bendek sunnî. Kurdên başûr jî xistin nava vê projeyê. Tevgera Fetullah xwe zû gîhandibû Kurdistan Başûr, dest bi xizmeta xwe ya derewîn kir. Li Tirkîyeyê jî projeya bi navûdeng açılım (dê sîyaseta jidîyayî bihata sistkirin) hat birêvebirin. Pirsa kurdî dê aştîyane bihata çareser kirin. Ji bona wê yekê birek kesên kurd û tirk li Abanê dest bi civînên çareserîyê kirin.  Civîna dawîyê li Hewlêrê hat amadekirin. Sala 2009, meha sibatê gelek ronakbîr, akademîsyenên kurd û tirk civîya bûn. Fetullah Gülen mesaj şandibû civîne: Îro li Tirkîyeyê, bi hezaran, hetta bi miljonan kes bi bîr, raman û hestên manewî bala xwe daye vê civînê.

Di civîne da hat daxwazkirin ku konsolosxaneyek tirkî li Hewlêrê vebe û li Enqereyê jî temsîldarîyek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê dirustkirin. Sala 2010 konsolxaneya Tirkîyeyî li Hewlêrê vebû. Sala 2011 Erdoğan çû Kurdistana Başûr û hemen sal Barzanî vexwand Dîyarbekirê. Pêvajoyek nû bi lezûbez dest pê kiribû. Di wê pêvajoyê da hevalbendên AKP yî nivisên enteresan belav dikirin. Helbet ew tenê di rojname û di televîzyonan da nedihat ziman, di nava partîyê da û di korîdorên sîyasetê da jî dihat ziman. Bo nimûne, niviskar İbrahîm Karagül mizgînî dida û digot: Sînor tên guhertin. Em mezin dibin. Akademîsyen Prof.Hasan Konî digot: Bize yedirirler mi diyorsunuz (Gelo dê bihêlin ku em wê bixun?). Şêvirmendê Erdoğan Yiğit Bulut digot: Bakurê Îraqê dê sala 2013 referandûm pêk bine û tevî Tirkîyeyê bibe. Wana gotinên vala nebûn. Xuya bû polîtîkayek û hêvîyek hebû. 

Em zanin ku Barzanî wê demê jî dixwest referandûmek pêk bîne. Hetta bi munasebeta hilbijartina 2005 daxwaza xelqê ya serbixwebûnê jî hatibû pirsîn û kurd   digel biserxwebûnê bûn. Şika tu kesî li ser erêkirina serbixwebûnê tunebû. Barzanî, li ser vê bingeh û bawerîyê dixwest rêya serbixwebûnê veke. Amerîqa dîsa ne li gel bû. Êrîşên DAÎŞê rê li ber plana referandûmê girtibû. DAÎŞ, 12 km nêzîkê Hewlîrê bûbû û panîkek mezin li Kurdistanê peyda kiribû. Dîsa Amerîqa hatibû hawarîyê û hêzên DAÎŞê bombaran kiribû û pêşmerge jî Kerkûk û Sincarê xistibû bin sazûmanîya xwe. Amerîqa carek dî rola xwe ya mezin nîşan dabû: Bê erêkirina min, tu gavên serbixwebûnê naçe serî.  

AKP, di destpêka pêvajoya Referandûma Kurdistanê ya 2017 da rexneyên giran nedianî ziman. Qasê tê bîra min bêdengîyek hebû. Gelo çima dengê xwe gav bi gav zêde kirin. 

18 îlona 2017 sefîrên Tirkîye, Îran, Îraq li Bexdayê civînyan. Li Newyorkê jî wezîrên derva hatibûn ba hev. Civîna Konseya Ewlekarîya Netewî (Milli Güvenlîk Kurulu) civîna xwe ya roja 27ê îlonê bi pêş xist, anî roja 22yê îlonê.  AKP rêyeke nû da bû ber xwe. Erdoğan digot: ”Çawa bêyî erêkirina me biryarek wuha digrin”.  Xuya bû ku sîyaseta xwe revîze dikirin. Dê derbek giran li kurdan bidana. Wextê Barzanî biryara xwe neguhert, Erdoğan dengê xwe her çû bê perwa bilindtir kir. Dibe ku di civîna Newyorkê da biryara dagirkirina Kerkûkê hatibû axaftin. Tirk, soza bihêzkirina tirkmenan jî girtibûn. Di nav wê pêvajoyê da Barzanî li ser biryara xwe ma û nedikaribû cara duwê ji biryara xwe ya referandûmê dakeve. Lê ji rewşa nebixêr hayî bû û gelek bêhizûr bû. Ew ji rûyê wî xuya dikir. 

Sebebên sîyaseta AKP yê hebûn. Li Tirkîyeyê rewş aloz bû.  Salek berê teşebbusa darbeya leşkerî pêk hatibû û Erdoğan bi zorê xwe derxistibû qadek nîvewlehîyê. Ew bi xurtî diçû ser şîrîkê xwe yê berê, Fetullah Gülen. Tifaqek nû digel dijminên Fetullah dirust dikir.  Şirîkên nû ji bêjeya Kurdistanê nefret dikirin. AKP tifaqek nû dadianî. Pirsa serbixwebûna Kurdistanê kincek agirî bû. Sala 2019 hilbijartin hebû. Erdoğan, sîyaseta xwe ya emperyalî li ser dijminahîya Îsraîlê danîbû. Emperyalistîya Tirkîyeyê xwe ji ser pirsa Filistînê têkûz dikir. Serdarîya Tirkîyeyê li ser alema îslamî dê di ser pirsgirêka Filistînê berz bibûya. Her usa erêkirina referandûmê dikaribû encamên ku nehatibû baş hesabkirin derbixista. Kurd dê xurttir bibûya. AKP, vê yekê nedixwast.  Tirsa wan ew bû ku kontrola wan li ser Kurdistanê pêk neyê. Erdoğan, dengê dijminayî bilind dikir û bê perwa gef li kurdên başûr dixwar. Gotinên ku Erdoğan dikir ne yên sîyasetmedarîyê bûn. Digot: ew bê nan û birçî bimînin. Prof Xelîl Berktay, li gotinên Erdoğan heyirî mabû. Di 24ê îlonê, sala 2017, di televîzyona TV24ê da digot:” Kurdistan dikaribû bi Tirkîyeyê ra yekîtîyek terîtoryal pêk bîne. Lê piştî gotinên Erdoğan, îdî ew îro pir zehmet xuya dike.”

Her usa li Sûrîyêyê rewşek nedîyar hebû.  Xeyalên AKPyê li Sûrîyeyê pêk ne dihat. YPG têk neçû, bi alîkarîya Amerîqayê bû faktorek girîng. Kurd, ji Başûr ta Behra Spî qala Dewletek Kurdistanî dikirin. Erdoğan, bi ”açılım”ê ava jehrî vexwaribû, nuha xwe ji bo rojên nedîyar amade dikir. Yekîtîya Kurdistana Başûr û Rojava dê rêya serbixwebûna Kurdistanê vekira, îdî kurd ne mecbûrî Tirkîyê diman. Ji ber vê yekê bû ku mudaxeleyên tirkî li Rojava pêkhatin. PKK bahane bû.Divê em baş li ser vê yekê rawestin.

 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -7- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -8-  

BITÎKNE: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -9-  

BITÎKNE:: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -10-  

BITÎKNE: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -11-  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin