Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rabe Xanî!

A+A-

Xanî hem rêberekî kevn û hem jî bi Mem û Zîna xwe rêberekî herwext û zemanî ye.

Rêberekî wisa ye ku dîrok tu carî nikare wî û xebatên wî wenda bike. Herdem dê bi fikr û berhemên xwe li welatê xwe bi azad û bi xweşî bijî.

Dê heta hetayê di dilê kurdan de şewqa azadîyê pêxe.

Xanî tu carî nayê ji bîrkirin. Herçiqasî berhemên wî û peykerên wî bên tahrîbatkirin jî dê ew nemire û dê herdem wek berê di bîr bawerîya welat û welatparêzan de zindî bimîne.

Wekî rojê dê herdem ji nû ve derkeve ji paş çîyayan ve û dê welatê xwe bi tîrêjên xwe her roj û her sibeh ronîdar bike. Bi ronahîya Xanî dê nêvîyên wî pêşerojê biafirînin û dê “Tekmîl bikin dîn û dewlet”

Xanî nemirîye û namirê û dê tucarî jî nemir e. Ew bi hizr û fikra xwe nemir e.

Qeweta kesekî bi qeweta wî nakeve. Destên wî Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê û Dîwan nivîsandîye. Bi desêtjêkirina peykerê wî kesek nikare tu zirarî bide berhemên wî û fikrên wî.

Hûn nikarin bi mîrê mîran, hûn nikarin bi Xanî bi wê de herin. Li hespên xwe siwar bin û biteqezin.

100-001.jpg

*Tahrîbkirina peykerê Ehmedê Xanî

Tahrîbkirin û êrîş ne tenê li ser peykerê Xanî bû. Ev êrîş û tahrîpkirin ji bo fikrê Xanî bû.

Xanî di berhemên xwe de rêya serxwebûnê nîşanê gelê xwe dide. Evan kesan xwestin rêya ku Xanî vekirîye xera bikin û tarûmar bikin.

Ji bo tahrîbkirina fikrê Xanî wezarata Tirkîyê a çandî berhema seydayê nemir wergerandin zimanê xwe. Lê ev wergerandin li gorî daxwaz û fikrên wan bû ne li gorî fikrê  Xanîyê gorbihiştî bû. Di talankiran berhema Xanî de xwestin çavên Kurdan boyax bikin. Xwestin Xanî û fikrên wî ehlî bikin ku rêya xwîneran ber bi azadîyê ve neçe.

Herçiqasî xebat ji bo talankirina fikrê hostayê mezin bên kirin jî, fikrê wî dê neyê kelepçekirin.

101.jpg

*Wergera Mem û Zîna ya Wezerata Çandî a Komara Tirkîyê

 

Li gel van xebatên tarûmarkirinê ya li ser mamosteyê nemir, mamosteyên nûjen bê deng namînin û dest diavêjin xebatan. Yek ji  wan xebatkaran Prof. Dr. Kadrî Yildirim e. Mamoste Kadrî li ser wergera Wezarata Çandî ya tirkî rexneyek nivîsîye. Di berhema xwe de bi çavekî rexnegerî û objektîfî li mesele meyze kirîye.

102-002.jpg

*Rexneya Kadrî Yildirim ya ku li ser wergerê nivîsandî

Lê her çiqasî li dinê xirabî hebin jî dê hertim hêvî jî hebin û dê her roj, roja me ji nûve bê ava.

Ji wan rojên reş û tarî ta heta van rojên nîv tarî hejmara Xanîyan zêde bûye û roj bi roj zêde dibe. Pêlên fikir û xiyala Xanî li her derê welêt şîn dibe û dê şîn bibe.

“Vî zemanî herkesek mîmarê dîwarê xwe ye.”

De rabe hosteya dîwêr. Dê rabe û bibîne.

Dîwarê ku te bingeha wî avêtî li ber qedandinê ye.

De rabe û Ala Rengîn li ser wî dîwarî biçîkîne.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin