Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Bi hêvîya sala nû, bila bibe sala guhertinê û xwe nûkirinê

A+A-

 Siraç Kirici

 

Me salek din li du xwe hişt.

Di nav salekî de, li welatê me û li cîhanê bûyer û pêşketinên girîng qewimîn.

Piştî hilweşandina rejîma Saddam, cara duyemîne şansekî dîrokî ketîye destê Miletê Kurd.

Ev şans ne tenê li perçeyekî, li du perçeyên Kurdistanê xwe nişan dide..

Yek jê Rojava û ya din jî Bakûrê Kurdistanê ye

Aktor û dezgehên sîyasî rola xwe baş binin cî li Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji her demî zêdetir nêzî statu û azadîyê ne.

Divê mirov heqê wan teslim bike kurdên Başûr û  Rojavayê Kurdistanê di sekna xwe bi istiqrar û bi israrin.

Hezar carî mixabin li hemberî bûyer û pêşketinên navneteweyî kurdên bakûrî bê hazirî, ker û lal in.

Sala nû tê..

Ev salek û sê meh in ji ser "pêvajoya aştiyê" û ” bê çekkirina PKKê “derbas bûye.

Mixabin, li hemberî van pêşketinan, çi dewlet gav davêje û çi jî alîyê kurdî stratejiyek hevbeş ava kiriye.

Dewlet li gor stratejiyên xwe yên plan kirî, berê me dane entegrasyonê, lê alî kurdî li benda “qedera xwe” rûniştine û bi siyaseta “bila biçûk be û bila tenê ya min be” tev digerin.

Sala nû tê

Li bakûrê Kurdistanê, dezgeha sîyasetê bi du helwest û ramanên dijber ji hev veqetîyane.

 Yên ku entegrasyonê diparêzin û yên ku ji bo statuyekî neteweyî têkoşîn dikin.

Ev veqetandin, bi taybetî li ser medyaya civakî,” tu xayin ez qahrema “ hêza neteweyî lawaz kiriye.

Em ji hedef û keda 45 salan bi dur dikevin. Em wek hev nefikirin jî, divê em bi hişmendiya neteweyî, berpirsyarî tev bigerin.

Nehêlin bîr û baweriya neteweyî zerarê bibine.

Sala nû tê

Divê eşkere were gotin di vî warî de, rola birêz Serok Mesud Barzanî hêjayî taqdîrê ye.

Bi mesaj û helwestên xwe, di nav kurdan de bazara siyaseta dijberî û şikest xwarina birayan ji holê rakirîye.

Ez dibêm em vê sîyasetê bikin xalek bingehîn îro li bakûr jî vegera ji sîyaseta entegrasyonîst berbi xeta neteweyî heye.

Bê ku em birînên kevn vekin, divê em bi awayekî çêker projeyên xwe amade bikin û rêbazên ku civaka me ji xeta neteweyî dûr dikin biguherînin, bi helwest û gavên avakar civaka xwe bi siyasetekî netewperwerî girê bidin..

Em nebêjin ”em kurdistanî ne hun xayin in”

Di her platformî de divê em van

xwestek û pirsana zindî bigrin.

Ka zimanê zikmakî?

Ka perwerdeya fermî?

Ka serbest berdana girtîyên zindanan?

Ka heq û hiqûqên netewa min?

Û gelek xwestekên wek van.

Em dewletê û siyaseta wanî dagirkerî hedef bigrin.

Heger em bi xwe, ji xwe re rojevek ava nekin, emê bidin du rojevên sexte û “amigoyên stadyuman” temaşe bikin. Wek minaka neheqîya li birêz Leyla Zana tê kirin.

Ev ji stratejîyek e.

Yên dest bi vê pêvajoyê kirine naxwazin li bakûr Miletê Kurd wek Başûr û Rojavayê Kurdistanê behsa maf û azadîya xwe ya neteweyî û demokratik bikin û bi wê mijûl bin.

Rastiyek heye û dibê em vê yekê baş bixwinin..

Ji bo îqna kirina gel, bi hezaran civîn têne çêkirin,lê refleksa gel li pêş siyaseta entegrasyonîst, maximalîst, realist û lezgînîstî ye.

Li hember dewletê berxwe didin, entegrasyonê qebûl nakin.

Agir bi bakûrê welatê me ketîye, qirîna,

hêsirên dayikan diherikin, em hin bi du “bila biçûk be, ez serok bim,”

”bila bicûk be ez bibim parlemeter”û “bila biçûk be ez bibim serokê şaredarîyê.”

Heger aliyê kurdî bi projak maqul, qebulbar û her kesên ku di tekoşîna azadî de bedel dane hembêz bike ewê gel li dor wê projê kom bibe.

Min dirêj kir..

Di encamê de çend seat ji sala nû re maye..

Di sala 2026an de

Partîyên Kurdistanî, kesayetên serbixwe, dezgeh, sazî, eşîr û bawermendêm olên cuda bi hev re, li hemberî siyaseta dewleta dagirker, bi rêkî nû, dezgehekî nû, temsîlek nû navnişanek ava bikin ewê bersîvek wê yê girseyî hebe. Gel, dezgeh, sazî, eşîr û bawermendêm olên cuda di nav lêgerinek de ne.

Bi van hest û daxwazan,

sersala we pîroz be.

Bila sala nû ji bo Miletê Kurd û hemû Kurdistanîyên li welatê me dijîn

bibe sala azadî, aramî, yekîtî û hêvîyê.

31.12.2025 – Siraç Kirici

Önceki ve Sonraki Yazılar