Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir

Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir

.

A+A-

Kongireya netewên Îrana Federal bi belavkirina daxuyaniyekê, piştevanî li berdewamiya xwenîşandana xelkê Îranê kir.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku, kombûnên nerizayetî li derheq bilindbûna nirxan li roja 3ê de berdewam bûye û neraziyan li wan kombûnan de dirûşmên bi dijî rêjîmê dane.

Kongireya netewên Îrana Federal, guherînên zêde yên nirxan bi nîşaneyek ji bê şiyaniya, siyaseta rantî û gendeliya sîstematîk da zanîn û kite rê jî bo çareseriyê, herifandina rêjîma îslamî  binav kir.

Li vê daxuyaniyê de bilindbûna serberedayî ya nirxa şewat û xwarinan, zêdebûna bêkarî û jinavçona ewlehiya civakî ji paşhatên rewşa niha hatine binavkirin.

Kongireya netewên Îrana Federal, nerizayetiya xelkî û mangirtina esnaf û bazariyan û xelkê belengaz “bersiveke rewa û hewce” bi rewşa niha daye zanîn û tekezî bi ser kiriye.

Li beşeke girîng a vê daxuyaniyê d ehatiye ku xwenîşandanên xelkê Îranê hawara hişmendî û kerametê yeꓼ hawarek ku bi hişmendiya bi kom, li rêbaza azadiyê de dimeşe û derfetê nade rêjîmê ku bikare wan ji vê rêbazê bixelitînin.

Kongireya netewên Îrana Federal li dawiya daxuyanoiya xwe  rewşa niha bi “dema biryara dîrokî” binav kiriye û daxwaz ji xelkê Îranê kiriye ku bi hevgirtin û berxwedana xwe, bo avakirina Îranek azad û vekheviyê, tevlî vê tevgera seranserî bibin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin