
Tirkiye: Şertê serkeftina pêvajoya aştiyê bicihanîna peymana 10ê Adarê ye
.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê amaje da ku, divê şer û aloziyên li deverê bi dawî bibin. Tekez jî kir ku, şertê serkeftina pêvajoya aştiyê bicihanîna peymana 10ê Adarê ye.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro (Pêncşem, 01.01.2026) ragihand ku, wan bi rêya têkiliyên bi hikûmetên nû yên Sûriye û Iraqê re têgihîştineka hevpar li ser ewlehiya deverê çê kiriye.
Yaşar Guler herwesa got: "Şertê serkeftina pêvajoya aştiyê ew e ku, HSD peymana 10ê Adarê wekî heyî bi cih bîne."
Navbirî tekez jî kir ku, armanca wan a sereke bidawîanîna şer û aloziyan û jiholêrakirina hemî gefên li ser welatê wan in.
Ev ne cara yekê ye ku, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê tekezê li ser bicihanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de dike.
Peymana 10ê Adarê li roja 10ê Adara 2025ê di navbera Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin. Ew peyman ji heşt xalan pêk tê, li gorî xala sereke ya wê peymanê, diviyabû heta dawiya sala 2025ê hêzên HSDê bibin parek ji dezgeha berevaniyê ya dewleta Sûriyeyê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin