IFJ: Di 2025an de 128 rojnamevan hatine kuştin

IFJ: Di 2025an de 128 rojnamevan hatine kuştin

.

A+A-

IFJyê amarên sala 2025an belav kir û diyar kir, li seranserê cîhanê îsal 128 rojnamevan hatine kuştin.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand, di sala 2025an de 128 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine kuştin û 533 ji wan jî girtî ne.

Li gorî amarên IFJyê, ji nîviyê zêdetir rojnamevanên ku sala 2025an jiyana xwe ji dest dane, li Rojhilata Navîn bûne.

Di raporê de, berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê ya di sûcên li dijî rojnamevanan de, bi gotinên tund hate rexnekirin.

Li gorî raporê li seranserî cîhanê hîna 533 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Li aliyê din di raporê de hate ragihandin ku daneyên saziyên navneteweyî yên têkildarî mirinên rojnamevanan, ji hev cuda ne.

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku sala 2025an 67 rojnamevan hatine kuştin, UNESCOyê tomar kir ku di heman salê de 93 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

IFJyê diyar kir ku ev ferq çavkaniya xwe ji rêbazên saziyan ên ji bo komkirina daneyan, digire.

IFJyê bang li hikûmetan û saziyên navneteweyî kir ku rojnamevanan biparêzin, kiryaran bidarizînin û têkildarî têkoşîna li dijî bêcezatiyê gavên şênber bavêjin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin