Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bo pêlika 2026 an....

A+A-

 Cano Amedî

Gotinên pêşîyan her yek bi serê xwe weke gotarek an jî weke mijarek felsefê ye. Her yek bi serê xwe kûr û bi wate ye.

KURMÊ ŞÎRÎ HETA PÎRÎ ye, hînbûna pêşî, fêrbûn û karekterê zarokatîyê li hemberî guhertin û nûbûnê ye. Ji ber ku mirov xwe di nav dîwarên kor de asê dike û tenê li xwe gohdar dike, rê li ber hewldanên guherandinê asê dike...

HERKES LI SER MIRÎYÊN XWE DIGIRÎ... Lê pirî caran em mirîyên xwe, hêjayên xwe, heval û xizmên xwe ji bîr dikin; li ser yên xerîban/biyanîyan digirîn. Ew kesên ji hest û hişmendîya netewî bêpar in an jî di kozikên îdeolojik de xwe asê kirine, xwe wek ferdekî miletê nabînin. Berjewedîyên şexsî û komî li ser berjewedîyên netewî digirin û weke ferdekî terîqetê an îdeolojîyekê dibînin. Kom, kozik, cemaet, tarikat, grûbên konforê, grûbên erkdar rê li ber hişmendîya milî asê dikin û hertim wek têkilîyên şêx û murîd dixwazin mêzîna berjewedîyan di destê wan de be. Pîvan û nîrxandin gorî dilê wan be. Gava zindîyan ji bîr dikin, dest bi qêrîn û hawaran dikin, ji şînê ranabin...

Hest û hişmendîya milî divê di gerînoka îdeolojik û komî de neyê fetisandin. Îro berjewedîyên miletê kurd di bin ronahîya tekoşîna sed salên dawîyê de, di bin sîya tecrubeyên doyin de rê û rêbazên nû pêşkêş dike. Amûrên tekoşînê, bi beşdarî û hewldanên zîndîyan geş dibe. Bîranîn, li kedê xwedî derketin û bi tekoşînê watedar e, bîranîna şehîdan û bilindkirina ala wan, li gorî nêrîna min bi rîya têkoşînek domdar pêkan e. Gava ew/em di nav hewldanan de bin, wê gavê ruhê mirîyan wê şad bibe û weke mîrateyek dê rê li ber nifşên nû geştir bike.

Pêşîyan bîlasebeb negotine: BILA MIROV BÊ TEXT BE, LÊ NE BÊBEXT BE... Mirov bi ked û xebatên xwe, bi tekoşîn û sekna xwe, bi karekter û bawerîyên xwe, bi îrade û berxwedana xwe, bi helwest û têkilîyên çêkir biserdikeve, li pey xwe mîratekê dihêle.

Bi ya min nîrx û buhayê mirovan, li gorî dana keda li dozê, li gorî îradeya ku li hemberî astengiyên fizîkî nîşandaye bi wate ye. Dîsa ji bo min û gelemperî pîvanên esasî ew in ku mirovên di nav germaya têkoşînê de, bi sekin û helwestên xwe, bi parastin û xwedîtîya dozê, bi fikir û bawerîyên xwe, bi girêdana bîr û bawerîyên xwe, bi hestên ji dilbûyinê ku bi doza netewî ve girêdayî esas û dîyarker e!

Kesek bîra doza netewî çiqasî di ser berjewedîyên şexsî re digire, di rojên giran û dijwar de fedakarî û xebatên wî di çi astêde bû, di rojên giran û tengasîyê de çiqas li gel heval û doza xwe bû? Bersîva van pirsan girîng û watedar e. Hişmendîya heskirin û rêzgirtinê, bi gotinên gilover, bi pejirandin û parvekirina dunyayê, li ser tora civakî têr nake. Bîranîn û rêzgirtin, bi domdarîya ked û xebatên doza netewî bi wate ye. Gava ev raman, armanc û hişmendîya netewî di pratîkê de bi cîh bibe, him watedar e him jî nîşana jîndarîyê ye.

Em dizanin ku piştî şikestina 12 Îlonê 1980 an şûn de, ew karekterê ku sîstemê li ser civatê ferz kirbû, êdî serwer bû. Pergala dagîrkeriyê, rîya berjewedîyên şexsî xweştir kir û teşwîq kir. Ji demekî şûnda firotina dozê, firotina heval û hogiran, firotina nîrxên netewî û pûçkirina bingeha tekoşînê, weke karekî asayî hat dîtin. Ji wê şûnda hişmendîya "Kî keştîya xwe xilas bike; fermandar, kaptan ew e!" Ew roj ev roj e, em bûne dîlê egoya kaptanan...

Belê, di demên qeyranên sîyasî, civakî, rêxistinî de hest û têkilîyên mirovahiyê lawaz dibin, di warê exlaq, edelet û hiqûqa navxweyî de derz li têkilîyan dikeve û cebirandina wan derzan dem dixwaze, sebir dixwaze, bawerî û germîyek ji dil dixwaze..

Sala 2026 an bila bibe pêlika bîr û bawerîya doza neteweyî!... 02.01.2026

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin