Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Salek nû ji bo Kurd û Kurdistan û hem cihan bila aşiti bîne! Bila ew sala ji bo Kurdan jî bibe sala serfiraziyê!

A+A-

605521554-1392738159250362-4700426107968263717-n.jpeg

WELATÊ ME

Welatê me bax bostan e,

Roniya çavê Kurdan e!

Ew ciyê bav û kalan e,

Hem jiyane, rih û can e!

 

Kurdistan ciyê Kurdan e,

Ji me re ew niştîman e.

Warê şêr û pilingan e,

Fireh ye, wek cîhan e!

 

Welatê me gulistan e,

Binyata xwe ser Medan e.

Kurd lê hezaran salan e,

Ji wan re bûye mekan e...

 

Welatê me tev giyan e,

Navê wê xweş li cîhan e.

Stêra sor e, li asuman e,

Ronya çavê me Kurdan e!..

 

Dem hatiye, Kurd tev civyan e,

Guhên xwe li serokan e!..

Rabin merdino! Meydan e,

Ew sedsala me Kurdan e...

 

 ABUZER BALÎ HAN/2013

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin