Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaza rakirina parêzbendiya 22 parlamenterên opozîsyonê dike

Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaza rakirina parêzbendiya 22 parlamenterên opozîsyonê dike

.

A+A-

Hikûmeta Tirkiyeyê bi fermî serî li parlamentoyê da ku parêzbendiya 22 parlamenterên opozîsyonê, ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî di nav de hene, were rakirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo rakirina parêzbendiya 22 parlamenterên opozîsyonê dosye amade kirin û şandin Serokatiya Parlamentoyê. Ev daxwaz bi hinceta "dosyeyên siyasî" û tometên cuda hatine pêşkêşkirin.

Di lîsteya ku ji parlamentoyê re hatiye şandin de, navên Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari hene. Ji bilî hevserokan, navên 16 parlamenterên din ên DEM Partiyê û 4 parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) di lîsteyê de cih digirin. Ji bo van 22 parlamenteran bi giştî 37 dosyeyên cuda hatine amadekirin.

Guşarên li ser parlamenterên opozîsyonê di vê xula parlamenê de hîn zêdetir bûne. Heya niha bi giştî 833 dosyeyên ji bo rakirina parêzbendiyê ji parlamentoyê re hatine şandin. Piraniya van dosyeyan li dijî li parlamenterên DEM Partî û CHP’ê ne.

Berê jî di meha Mijdara 2025an de ji bo 12 parlamenteran daxwaza rakirina parêzbendiyê hatibû kirin ku yek ji wan Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bû. Herwiha di meha Tîrmeha 2025an de jî dosye ji bo 61 parlamenterên CHP’ê hatibûn amadekirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê bi berdewamî parlamenterên opozîsyonê, bi taybetî endamên DEM Partiyê, bi "têkiliya bi terorê re" tometbar dike û vê yekê wekî hincetekê ji bo rakirina parêzbendiya wan û dûrxistina wan ji qada siyasî bikar tîne. 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin