Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hêvî dikim sala 2026 ji me tevan ra tijî saxî, bereket û serkevtin be!

A+A-

Li gorî ez ji ilim û zargotina bavkalên me Êzdiyan fêhmdikim, serê sala me Kurdan ya nû di şeva 13 meya çilê salnameya Mîladî de ye

Em binêrin li QEWLÊ MEHAN

Sebeqa: 35

Ji qewlê Fexrê Zergûn e

Here bin herfe, Here bi nasîn e

Binyata her duwzdeh mehan,

Roja dinya ava bûye ev roj kanûn e“ *1

Lewma jî bavkalên me Êzdiyan di wextê jiyana rêncberîtî, şivantî , cotkariyê  , kar û barên giran de serê sala xwe  ya nû di şeva 13 meya çilê salnameya Mîladî de pîroz dikirin.

Di êvara dawiya meha kanûnê de zarok û xort bi  dîlan û şahîya qirdikê  mal bi mal digeriyan û weha digotin:

"Serê salê binê salê, Xwedê bihêle kebanîya malê!

Serê salê binê salê, Xwedê bihêle kalê malê!

Serê salê binê salê, sal bi qurbana kalê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê şênahîyê bide vê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê baranê bibarîne li ser zevîyên vê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê zikê birçî û hejaran têr bike vê salê!

Serê salê binê salê, Xwedê jinekê bide zilamê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê mêrikekî bide jinebîya malê!

Serê salê binê salê, Xwedê mêrikekî bide qîzika malê!

Serê salê binê salê, Xwedê kurekî bide kebanîya malê!

Serê salê binê salê, Xwedê kúpek zêr bide bûka malê!

 hwd."*2

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdiyatiyê

Çavkanî:

1 Kemal Tolan , Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 1-izmir 2020,rûp.:35

2 Payîzxêra li ser Salnameya Kurmancî û sersala nû gelekî pîroz, tijî saxî

https://www.facebook.com/notes/771833516872745/

Hêvîdikim sala 2026 ji me tevan ra tijî saxî, bereket û serkevtin be!

Pîrozkirina şeva 31ê Kanûnê,  li gorî çande û pîvanên salnameyên gelek gelan ne sersala rastîn e.

Ev pîrozkirin encama şertên fermî, civakî û nûjen e. Bi qebûlkirina kalendarê Miladî wek kalendarê fermî yê dewletên modern, 1ê meha çile  wek destpêka sala nû têdestnîşankirin û şeva berî wê wek dawîya salê têye pîrozkirin.

Ev pîrozkirina ne li gorî pîvana civakî, bawerî û çanda kevn e, lê şertêkî rêvebirî û sermadariya desthilatdariyê  ye. Globalîzasyon û medya pîrozkirina 31ê Kanûnê kirine ritualekî cîhanî û weke sersala fermî yê cîhana nûjen tê qebûlkirin.

„Li gorî ez ji ilim û zargotina bavkalên me Êzdiyan fêhmdikim, serê sala me Kurdan ya nû di şeva 13 meya çilê salnameya Mîladî de ye“*

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin