
Par 6 hezar 500 kesan ji Herêma Kurdistanê koç kiriye
.
Qeymeqamê Pishderê ragihand ku 2025an zêdetirî 1500 kesan ji Raperînê derketine derveyî welêt.
Rêxistineke koçberan jî dibêje ku xelkê ti deverê bi qasî Raperînê hewla çûyîna derve nade.
Qaymeqamê Navçeya Pişderê ya Silêmaniyê û Komeleya Penaberên Ji Ewropayê Vegeriyayî daneyên koçberiyê yên sala 2025an bi raya giştî re parve kirin.
Qeymeqamê Pishderê Bekir Bayiz îro li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Bekir Bayiz got, "Sala borî zêdetirî 1500 kesan ji navçeya Raperînê hewla çûyîna derve da.
Ji meha hezîranê ve, bi taybetî tîrmeha par, pêleke koça ciwanan li Îdareya Raperînê û navçeya Pishderê serî hilda, lê di dawiya salê de kêm bû."
"Zarokên 15 salî jî hewl didin biçin"
Bekir Bayiz diyar kir ku di demsala zivistanê de koçberî kêm dibe û sedemên wê wiha rêz kirin:
"Ji ber ku mana li daristanan zehmet dibe û rê dijwar dibin koç kêm dibe.
Her wiha welatan rêkarên yasayî yên wergirtina penaberan tundtir kirine. Ev sedem in ji bo kêmbuûna koçê."
Li gorî gotina Bayiz, xelkê ti deverê bi qasî yê Raperînê hewla çûyîna derve nade û kêm mal hene ku kurek an du kurên wan neçûbin derve.
Qeymeqamê Pishderê got, "Niha xwesteka çûyîna derve gihiştiye wê astê ku kesên ciwan ên 15 salî jî hewla gihîştina derve didin."
"Sala 2025an 6 hezar û 500 kesan koç kiriye"
Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê Ebûbekir Elî jî li ser heman mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Ebûbekir Elî da zanîn ku koç pirsgirêkeke cîhanî ye û wiha anî zimên:
"Sala 2025an 6 hezar û 500 kesan ji Herêma Kurdistanê koç kiriye û 11 kes bûne qurbaniya wê rêyê."
Ebûbekir Elî derbarê çarenivîsa wan koçberên ku di rê de hatine desteserkirin jî got:
"Bi sedan kes hatin girtin, beşek ji wan hatine berdan û beşek jî mane û li Lîbya, Tûnis û Tirkiyeyê girtî ne."
Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê destnîşan kir ku ji Raperînê 1500 kesan koç kiriye û got:
"Ji wan 11 kesên ku bûne qurbanî 6 kes xelkê wê derê bûn, piştî wê jî Germiyan û Zaxo tên."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin